Pêwendîya Ewle

01/04/2020

Pêwendîya Ewle


 

Di karê rojnamegerî de, pêdivîya rojnamegeran bi danîna têkilîyê li gel hejmareka alîyan heye, çi nivîskî be an bihîstî be an dîtbar be.

Gelek program û aplîkêşinên bêpere ên danîna pêwendîyê hene

Yên herî navdar: Whatsapp – Skype – Telegram – Facebook Messanger – li gel hejmareka mezin a aplîkêşinên hêsan.

Li gel hêsanîya bikaranînê, ewlehî û taybetî giring in nemaze dema ku kar hestdar û taybet be.

Ji nav aplîkêşinên hêsan û taybetmendîyê diparêzin, aplîkêşina WIRE e, bêpere û jêdervekirî ye, pêwendîya nivîskî, bihîstî û dîtbar tê de heye, her weha nameyên bi deng û dosyayên şîfrekirî dişîne.

Program mîna Whatsappê, lê pêdivîya wî bi nûmareya telefonê tuneye da ku aktîv bibe.

*Hîsab bi rêya emailê an nûmareya telefonê, bi çi navî be tê çêkirin, *derbaskirina nûmareya telefonê bijarde ye, pabendî pê tuneye

taybetmendîya neparvekirina agahîyên taybet mîna nûmareya telefonê an emailê.

ji bo danêna têkilîyê bi rêya WIREê, tenê bese tu navê hîsab bişînî.

WIRE bijardeya jêbirina nameyên şandî berdest dike, her weha bijardeya çêkirina grûpan û telefonên komî.

WIRE li ser telefon û kompîteran tê bikaranîn her weha dibe li ser broserê internetê jî were bikaranîn bê ku were daxistin.

Malpera sereke ya daxistina aplîkêşinê ser telefon û kompîteran:

https://wire.com/en/download

 


Bijardeyeka din a pêwendîya ewle û parastina taybetmendîyê.

platform û aplîkêşina Jitsi

Tu dikarî bi rêya wê kenaleka şîfrekirî bêyî pêdivîya bi çêkirina hîsabekî an derbaskirina agahîyan an emailê bo danîna pêwendîyekê, çêbikî.

her weha tu dikrî bi rêya Jitsi civînekê li ser broserê internetê bi rê ve bibî, bêyî pêdivîya bi daxistina aplîkêşinê li ser alavê.

her weha tu dikarî Jitsi bi kar bînî bi rêya daxistina aplîkêşinê ser kompîter û telefonan.

Hin hûrgilîyên din der barê Jitsi de û çawanîya karkirina wê, di vê lînkê de ne: JITSI

 

Dawî

 

01/04/2020
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.