Osama Elhebalî piştî pênc salan ji zindankirinê di bin îşkenceyê de dimire.

Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan “Kuştina çalakvanê ragihêner Osama Elhebalî di bin îşkenceyê de li zindana Sêdnaya ya girêdayî rêjîma Sûrîyeyî piştî girtina wî di 18ê tebaxa 2012an li ser sînorên Sûrîye û Libnanê” teqez kir.

Piştî pênc salan ji windakirina bi neçarî di zindanên Rêjîma Beşar Elesed de ku di wan salan de gelek êş dîtiye û dawîya wan jî nûçeya mirina wî di bin îşkenceyê de giha malbata wî.

Rojnamevan Osama (zayîna wî sala 1988an, ji xelkên taxa Elxalidiye li Homsê ye)gelek ziyan di rêya vegera ber bi mala xwe ya li Xalidiyê ve ji ber bombeyeke hawinê dîtin û ji ber van ziyanan wî çar nûjdarîyên zehmet çêkirin bi taybet ji ber ku qeteke paşmayên bombeyê di qirika wî de mabî her weha serê wî, lingên wî û dest û tilîyên wî jî gelek ziyan dît. Dema ku ew jig era xwe ya dermankirinê di 18ê tebaxa 2012an de vedigeriya, hêzên rêjîmê ew li ser sînorên di nav Sûrîye û Libnanê de girt.

Ji destpêka şoreşê ve, Elhebalî di wênekêşîyê de kar dikir û hewl dida ku çîrokên şoreşê û êşa Sûrîyeyîyan bi zelalî bigihîne bêyî ku sûdê ji wêneyên mirin û xwîn bigire da ku nûçeyeke lezgîn belav bike, bawerîya wî bi wê yekê dihat ku rûmeta mirov ji hetikandina li ser navgînên ragihandinê bilindtir e ji lew re wî xwest ku nameya xwe bi bedewî bigihîne. Osama derhênerê gelek fîlman bû û fîlmên wî ketin gelek festîvalan de û li ser kenaline Ewropî hatin weşandin.

Osama li gel Ebdilbasit Sarût, lehengê fîlmê (vegera Homsê) bû, piştî girtina Osama fîlmhate weşandin û di bêhtirî 80 fêstîvalî de hate pêşkêşkirin û li holên mezin yên Amerika û Brîtaniyayê hate weşandin.

Di 2014an de fîlmli ser televisioê hate weşandin û weke yekemîn fîlmê Sûrîyeyî ku li Amerîka tê belavkirin û bi awayekî îlêktronê tê firotin, hate naskirin. Fîlm bêhtirî 30 xelatan stend ji nav wan xelata festival Sundance ya mezin weke fîlmê tomarkirî yê herî baş. Ev tişt tev çêbûn û lehengê film, Osama Elhebalî di zindana xwe de rastî îşkenceyê dihat.