Romalkirina Ragihandina Sûrî ji petaya Covid-19 re Encamên rapirsîna nerînên rojnamevanên Sûrî derbarê kar di çarçoveya petayê de

Navenda Sûriyê ya Ragihandin û Azadiya Derbirînê, bersivnameyên ji hejmarek pirsan pêk tê li ser derdora 60 rojnamevanên sûrî ji herdu regezên xort û keç li hundir û derveyî welêt re belav kirin, da ku bêtir rewş û çawaniya karê wan di dema petaya covid-19, herweha çawaniya danûstandina dezgehên ku tê de kar dikin bi wan û pilana nûçesaziyê derbarê romalkirina nûçeyên petaya ku jê vayrosa koronayê derketiye diyar bike. 41 rojnamevan bersiva wê rapirsînê da, ku bi dezgehên ragihandina xwecihî û navdewletî re kar dikin.

Li gorî encamên rapirsînê 41.4% ji bersivderên xort û keç tekez kirin ku kerentîn di welatên tê de dijîn bandorek mezin li ser dahatên darayî kir, ew yek bi şêweyekî giştî li wê yekê vedigire ku piraniya rojnamevanên sûrî yên li hundir de, weke nûçegîhanên erkdarkirî yan jî peywendî bi ragihandina xwecihî û navdewletî re kar dikin, lewma kerentîn bandor li ser karê wan de kir.

Li gorî şiroveya encmên rapirsînê, 63.4% ji bersivderên xort û keç bi pilana desteya nûçeysaziyê ya derbarê romalkirina bandora petaya covîd-19 de dizanîn, bi tenê 12.1% ji koma giştî bersiv  bi NA dan û 24.3% gotin ku nizanin (3 ji wan weke rojnamevanên serbixwe bûn û 7 ji wan di dezgehên ragihandina Sûriyê de kar dikirin.)

Ku Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad, lêkolînek belav kir, tê da  hewil dide ku careke din li karê ragihandina xwecihî sûrî bi hemû reng û curên xwe di serdema petaya Covid-19 li Sûriyê sala 2020an de, digel zincîrek ji vidoyan bo nîşandana rola ragihandinê di petayê da.

bo xwendina raporê: