Romalkirina ragihandina Sûriyê ji petaya covid-19 re (Lêkolîn, şirovekirin û naverok)

Li ser asta cîhanê petaya covid-19 alavên rojnamegerî û li pêş rûbirûbûyên nû danî, ku ew rûbirûbûyên nû bû barekî din li ser rewşa metirsîdar ya Sûriyê tê re derbas dibe, nexasim di siya astengiyên ku Hikûmeta Sûriyê û deshelatdariyên dîfakto li ser azadiya xwegihiştina zanyarî û belavkirina wan li gorî belgeyên yasayî bêserûber yan di rêya tirsandin û binpêkirinên di dermafê rojnamevanan de radibin, ew yek hişt ku kelem û rêgirî derbarê rojnamegeriyê de li pêş pêşkêşkirina zanyariyan rast û dirust derbarê belavbûna petaya koronayê di welêt de çê bibin.

Navenda Sûrî ya Ragihandin û Azadiya Derbirînê, 154 gotarên rojnamevanî û bêtir 136 demijmêrên weşanên T.V û radiyo di sê heftiyên yekê di meha Adara 2020an şopandin, da ku xwe bigihîne nîşanên serekî derbarê çawaniya romalkirina ragihandina Sûriyê ji nûçeyên petaya koronayê re. Li gor datayên bi dest me ketine, kêmasiyên mezin di romalkirina alavên rojnamegeriya Sûriyê de hebûn, bi taybetî di berbarê belavkirina zanyariyên rast û serastkitina gotegotan, nirxadin li ser nîşanên karê ragihandinê  û pênasîna fermî ya ku rêxistina UNESCO di çarçoveya petaya koronayê COVID-19 ji alavên têkiliyan re pêşkêş kirin re hatiye belavkirin. Herweha di dema şopandinê de li gorî şiroveya datayên ku bi dest me ketine diyar dibe ku, alavên ragihandinê nikarîbû amêr û kelûpelên pêşwîst ji bo vekolîna nûçeyan rast de bi kar bîne herweha hin goman li ser zanyariyên ku Hikûmeta Sûriyê li ser belavbûna nexweşiyê di welêt de pêşkêş dike hene.

Cûdabûn di nerînên siyasî de bandoreke zelal li ser çawaniya  danûstandina bi petayê û guhdanên serekî ji alavên ragihandinê re di dema romalkirinê de hebû, ew yek diyar dike ku bandoreke çespandî li ser nerînên siyasî di derbarê romalkirina nûçeyên petayê di Sûriyê de heye, ew yek dihêle ku bangek ji hikûmeta Sûriyê û desthelatdariya dîfakto re were şandin ku, destêwerdanê  di belavkirina zanyariyan derbarê nexweşiyê de nekin.

Lêkolîn rêbazeka rast û şirovekirî herweha ya rêbaza berewerdekirî ji bo ku ciyawazî di navbera karê curên rojnamegeriyê di veguhestin û huşyarkirina sûriyan di rewşên petayê de bi kar tîne. Ji bo wergirtina dateyên tibab û curên taybet bi kar û berhemanîna rojnamegeriya Sûriyê desteke forma şirovekirina nevaroka bi kar tine.

Herweha lêkolîn desteke hevpeyvînê bi kesayetiyan re ji rojnamegeriya xwecihî sûrî re bi kar tîne, da ku ronî bixe ser metirsî û astengiyên ku di dema berhemanîna madeyên rojnamevanî yên girêdayî bi petaya Covid-19, 5 hevdîtin  bi endamên di desteya nûçesaziya dezgehên ragihandî sûrî re di meha Adara 2021ê de çê kirine ew jî bi armanca ronîxistinê ser hin aliyên ku eger heye şopandin û şirovekirina naverokê diyar nekiriye.

Serbarî wê yekê jî bersivname li ser 30 rojnamevanî sûrî di hundir û derveyî welêt kar dikin hatin belavkirin da ku bersiva çawaniya karkirina wan û şêweya bersivdana dezgehên wan bi petaya covid-19 re dikin, ew derencamên wê bersivnameyê di demekê bê de were belavkirin.

Civaka lêkolînê alavên ragihandina Sûriyê bi hemû deverên dabeşbûna wan û curên karên wan( Xwendinî, bihistî, dîtinî) û her yek li gorî hebûna demoxrafî; (Alavên ragihandinê di deverên hikûmeta Sûriyê, alavên ragihandinê di deverên Rêveberiya Xweser, alavên ragihandinê li derveyî Sûriyê). Hema li ser naveroka lêkolînê lêkolîneran madeyên nediyarkirî di rêya pişkê re destnîşan kirin bê ku berhema giştî ya karê dezgehên hilbijartî di her sê heftiyên yekem di meha Tîrmeha² sala 2020an- dûbare bikin peyvên lêkolînê ji 24 dezgehên ragihandinî ku nûneratiya her aliyên navbûrî dike.

Ev lêkolîn hewil dide ku careke din li karê ragihandina xwecihî sûrî bi hemû reng û curên xwe di serdema petaya Covid-19 li Sûriyê sala 2020an de vegere, hewil dide çawaniya kar û veguhestina zanyariyên girêdayî bi mijarên taybet bi petayê şirove bike. Herweha ev lêkolîn dê rewşa rojnamevanan li Sûriyê û welatên dirawse de kar dikin şirove bike, di çarçoveya petaya koronayê û çawaniya bandorbûna wan bi nexweşiyê û çawaniya karînên wan li ser rabûna bi karê xwe di gihandina zanyariyên rast ji bo welatiyan re.

Bo xwendina Raporê: