Tawanên Cengê bi demê û guherîna rewşê re nakevin

Desthilatên Almanyayê (Ofîsa Dozgerê Giştî yê Yekgirtî li Almanyayê) roja sêşemê 13/2/2019an, Enwer.R yê (56)salî û Eyad.A yê (42) salî girt ji ber tawanên îşkencekirina girtîyan yên ku di dema ku di nav saloxgerîya Sûrîyayî de efser bûn bi cih anî bûn, di sala 2011an û 2012an de.

Di hûrgilîyên girtina wan de, hate diyarkirin ku yê pêşîn gelek girtî îşkence kirine û yê din di girtina gelek kesên dijber û îşkencekirina wan de alîkar bû, ew jî li gor gelîyê ku ji hêla çar kesên ku îşkence li Sûrîyayê  xwarine ji bo dozgerê giştî yê Alman hatiye pêşkêşkirin.

Tê zanîn ku Enwer.R cîgirê serokê beşê lêpirsînan li rêveberîya saloxgerîya giştî li Sûrîyayê bû û li cem Hafiz Mexlûf kar dikir.
Yê din Efser Eyad. A tawana wî ya sereke girtin bû.

Dadwerê lêpirsînan li dadgeha federal dest bi lêpirsînên xwe kir û fermana girtina wan berî dadgehkirinê derxist.

Di heman rojê de, ofîsa dozgerîya giştî li Parîsê, girtins ciwanekî Sûrîyayî ku destê wî di tawanên îşkencekirinê û yên dijî mirovahîyê de hebû, ragihand. Temenê kesê girtî 30 sal e û di nav salên 2011an û 2013an de di saloxgerîya Sûrîyayî de kar kiribû.

 

Em di Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê de bawer in û karê me bi alîyên navdewletî re dozvekirina li tawankerên tawanên cengê û yên li dijî mirovahîyê û pêşkêşkirina wan bo dadgehan e, her çendî dem derbas bibe jî; cezakirin dê her dem hebe.