32 Rêxistinên Mafnasîyê Cardin Doza Berdana Tekoşerê Sûrîyeyî Basil Xertebîl Dikin

Sûrîye: di salvegera çaran a girtina Basil Xertebîl, wî serbest bikin

32 rêxistina di salvegera çarem ya girtina Basil Xertebîl berevanê azadîya derbirînê û yê ku program bipêş xistine, got ku divabe desthilatên Sûrîyeyê devera wî eşkere bikin û wî serbest bikin.

Hêzên îstixbarata Leşkerî di 15ê adara 2012an de Xertebîl girt û 8 mehan ew dûrî çavan hişt berî ku wî di berfanbara 2012an de bibin zindana Edraya Şamê. Wê çaxê rastî îşkenceyê het. Ta cotmeha 2015an de jî li Edrayê bû û wê çaxê wî malbata xwe agahdar kir ku ew dê were veguhestin bo cihekî nediyar. Ji wê çaxê ve cihê wî ne diyar e û metirsî li ser jîyana wî heye. Metirsîya wê egerê heye ku ew bi bidarvekirinê hatibe cezakirin ji alîyê dadgeha Elmeydan ya leşkerî li navenda asayîşa leşkerî li Qabûna Şamê, ew jî li gor agahîyên neteqezkirî ku malbatê ji hin çavkanîyên navxweyî wergirtibû. Ev dadgehên xwedî navûdengîyeke kirêt rûniştinên girtî li dar dixe û pîvanên navdewletî yên dadgehkirinê bi cih naîne.

Grûpeke mafnasan hin kampanî ji bo serbestkirina Xertebîl ji çaxa girtina wî ve li dar xistin. Grûpa kar a girêdayî Neteweyên Yekbûyî der barê girtina keyfî de kar dike di 21ê nîsana 2015an de ragihand ku girtina wî binpêkirineke bo Peymana Navdewletî ya Taybet bo Mafên Sivîl û Siyasî û doza serbestkirina wî kir. Desthilatên Sûrîyeyê hê jî berdana wî red dike.

Xertebîl Endezyarên kompyûterê yê Sûrîyeyî ye, dê û bavê wî Felestînî ne, temenê wî 34 sal e. Ji xwe re rêbazeke kar di warê çêkirina programan û malpêr elektronî de çêkiriye. Berî girtina xwe, Xertebîl jêhatinên xwe yên teknîkî bo alîkarîya di çesipandina azadîya derbirînê û gihaştina bo agahîyan li ser înternêtê de bikar anî. Wî gelek xelat wergirtine mîna “Xelata Nîşankerê Çavdêrîya Azadîya Derbirînê ya Dîcîtalî” ya sala 2013an ji ber bikaranîna teknojîyayê bo çesipandina azadî û vekirîbûna înternêtê. Her weha kovara “Foreign Policy”yê ew xist nav lîsteya xwe ya her 100 giringtirîn ramenwerên cîhanî di sala 2013an de “ji ber rijdîya wî li ser aştîtîya şoreşa Sûrîyayê tevî hemû rewşan “.

Rêxistinên îmzeker tirsa xwe der barê girtina wî ya keyfî û veşartina wî ya bineçarî ya berdewam didin xuyakirin, her weha dibînin ku sedema vê yekê ew e karê wî yê rewa û aştîyane di warê çesipandin û parastina mafê azadîya derbirînê de.

Rêxistinên îmzekar ji deshilatên Sûrîyeyê dixwazin ku:

  1. Cihê Basil Xertebîl diyar bike û rê bide wî ku parêzerekî ji xwe re hilbijêre û malbata xwe bibîne.
  2. Teqezkirina ku ew ji îşkenceyê parastî ye .
  3. Berdana wî bê merc û bend.
  4. Berdana hemû girtîyên ku ji ber mafên xwe yên azadîya derbirînê û çêkirina komeleyan li Sûrîyeyê hatine girtin.

Îmzeker:

  1. Oroya Navîn bo Mafan
  2. BAX bo Aştîyê
  3. Komeleya Ordunê ya Jêdera Vekirî
  4. Komeleya Îraqî ya Bervanîya di ber Mafên Rojnamegeran
  5. Xizmeta Pêşîn bo Mafên Mirovan
  6. Piştgirîya Ragihandina Navdewletî
  7. Hevgirtina Pêwendîyên Pêşverû
  8. CIVICUS: Hevgirtina Cîhanî bo Beşdarîya Sivîlan
  9. Tora Îraqî ya Ragihandina Civakî
  10. Tora Erebî ya Agahîyên Mafên Mirovan
  11. Tora Karê Civaka Sivîl yê Navdewletî
  12. Rêxistina Efûyê ya Navdewletî
  13. Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan – di çarçoveya rewangeha parastina berevanên mafên mirovan
  14. Frontline Defenders
  15. Elqelem ya Îngilîzî
  16. Elqelem ya Navdewletî
  17. Aştî bê Dadmendî Tuneye
  18. Dezgeha Elhidûd ya Elektronî
  19. Dezgeha Semîr Qisêr
  20. Nîşankerê Çavdêrîyê
  21. Destpêşxerîya Tûnisî ya Azadîya Derbirînê
  22. Peyamnêrên Bê Sînor
  23. Rewangeha Mafên Parêzeran – Keneda
  24. Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan li Sûrîyeyê
  25. Navenda Elxelîcê ya Mafên Mirovan
  26. Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
  27. Navenda Metroyê ya Berevanîya di ber Mafên Rojnamegeran de li Kurdistana Îraqê
  28. Înstetuya Mirovî ya Hevkarîya Avakirinê – Hivos
  29. Foruma Elşeqaiq Elerebî ya Mafên Mirovan
  30. Rêxistina Cîhanî ya Dijatîya Îşkencekirinê- di çarçoveya rewangeha parastina berevanên mafên mirovan de
  31. Human Rights Watch
  32. Roja din

27ê adara 2016an