Seûdîye cardin çalakvanekî navdar digire

29/05/2018

Desthilatên Seûdîye doh pêncşemê çalakvanê mafnas Mihemed Elbecadî, yek ji damezrênerên komeleya hesim û girtîyê berê û yek ji çalakvanên mafên mirovan, girt.

Dezgeha Elqest ya  mafnas di belavokeke xwe de got ku Elbecalî girtîyekî berê bû ji adara 2011an ve heta berfanbara 2015an û weke çalakvanekî mafên mirovan ê navdar li Seûdîye tê naskirin lê çalakîyên xwe ji ber gefn girtinê rawestandin û tevî wilo jî hate girtin.

Ji alîyekî din ve Reuters li ser zimanê Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî got ku desthilatên Seûdî  çalakvana mafnas Ayşe Almani piştî çend rojan ji girtina wê û çend çalakvanên din ku doza hilanîna qedexeya ajotina tirimbêlê li jina Seûdî kiribûn, ew berdan û hejmara çalakvanên ku di 24 saetan de hatin serbestkirina gihaşte 4an.

Rêxistinên navdeletî yên mafnas diyar kiribûn ku desthilatan 11 çalakvan herî kêm girtibûn û piranîya wan jin bûn ku kampanîyeke mafên jinê di ajotina tirimbêlê de û bidawîanîna pergala serwerîya mêr li Seûdîyê bi rê ve biribûn.

Hikûmetê hefteya borî ragihandibû ku 7 kes ji ber têkilîyên li gel alîyên biyan û pêşkêşkirina piştgirîya darayî bo alîyên dijber girtibûn, her weha got ku desthilat berê xwe daye girtina kesên din lê nav nehatin diyarkirin.

Mercên serbestkirina her çar çalakvanan nehatin diyarkirin ew jî Ayşe Elmani, Hise Elşêx, Medîhe Elecrûş û Welaa Al şibir. Navên çalakvanên jin di raporên navxweyî de nehatin diyarkirin.

Lînka gotara sereke ji malpera AlJazeera:

https://goo.gl/aQZUCH

29/05/2018
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.