Ravakirin û Lêborîn derbarî ew şaştiyên ku di rapora me da ya jêrnivîsa (Çala Reş) da hatibûn

Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad, spasdariya xwe pêşkêş dike bo tevahiya ew kes û hevalên rêzdar, yên ku peywendî kirin çi rasterast çi nerasterê derbarî ew şaştiyên ku di rapora me da ya jêrnivîsa (Çala Reş) da hatibûn,  ku di roja Navdewletî ya Azadiya Rojnamegerî yê(3ê Gulana 2021)  da hatibû belavkirin.

Pêştî lêvegerînek û dûvdeçûnek hûrayî hatkirin, ji aliyê komîtek taybet va, ew şaşî hatin destnîşankirin û serrastkirin, ku sedemên wan tiknîkî bûn, ku di dema derbaskirina zaniyariyan da -bi taybet tabloyên sala 2017an- hatibûn,  ku rêjeya şaşî yê gihişt 1.73% (29 ji 1670 haltan).

Lewra Navenda Sûriyayî lêborîna xwe pêşkêş dike, û Navenda berpirse li ser tevahiya ew encamên ku rûdan, lewra ew crek din hejmara rêjeyan belav dike, yên taybet bi berpirsatiya aliyên peywendîdar li ser binpêkirinan. Û cihê bîranînê ye, ku ew şaşîtî bandora xwe nebûn li ser encamên dawî û rola alîiyên berpirs, ku hat dîtin ku hikûmeta Sûriyayê berpirse li ser hejmara herî bilind ya binpêkirinan (795), li gor Tabloya jêr: 

Jimar Aliyê berpirs li ser binpêkirinan Hejmara binpêkirnan pêş serrastkirinê Hejmara binpêkirnan paş serrastkirinê
1 Hikûmeta Sûriyayê 778 795
2 Opezisyona Çekdar 196 171
3 Daşî 162 164
4 Komîta Azadkirina Şam/ HAT 141 140
5 Nenasiyar 128 129
6 Rêveberiya Xweser/ MSD 106 106
7 Rusiya 72 78
8 Turkiya 38 38
9 Mîn û bombe 13 13
10 Pevçûnên nenasiyar 10 10
11 Hikûmeta Rizgarî yê 6 6
12 Hêzên Ewlekariya Urdunê 5 5
13 Hêzên Ewlekariya Libnanê 5 5
14 Kompaniyên Girêdayî 5 5
15 Ji aliyê kesên Sivîl 4 4
16 Hikûmeta Demkî 1 1

Di dema ku Navend spasdariya tîma kar ya raporê dike, karmend û xwebexş, ew rênimayên nû dike bo çareseriya şaştiyan, û rêgirtin li berdem şaşyên wiha belav dike:

  • Belavkirina Ronîkirin û Lêborîn li ser tevahiya pilatformên Navendê.
  • Şandina nameka lêborînê bo ew kesên ku şaştî derbarî wan belav bûn.
  • Karkirin li ser tevahiya ew bûyerên ku gihiştina navendê û dûvdeçûnek hûr bê li ser kirin li gor awayên zanistî.
  • Serrastkirina raporê û nûşandin bo ew aliyên sûddar jê.
  • Amora AIR TABLE bê bikarnîn, û kar li ser bernameya EXCEL nema tê kirin.
  • Digel her raporek bê belavkirin, pirsrêzek bê belavkirin derbarî nerîn û tîbîniyên aliyên sûddar jê.
  • Destnîşankirina komîtek kontrolkirinê bo dûvdeçûnê bike li ser tevahiya raporên Navendê.
  • Damezrandina beşa Başîkirinê  li Navendê.

Rêveberê Giştî

Mazin Derwîş