Parastin û Piştgirî

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dixwaze bi rêya beşê parastin û piştgirîyê di nava Mala Rojnamegerî de, li gel rêxistinên alîkar, hemû şêwazên piştgirî û parastinê yên peyda ji rojnamegeran re pêşkêş bike da ku karibin karê xwe di rewşeke ewle de berdewam bikin.

 

Sîwana piştgirîyê

Sîwana piştgirîyê gelek form û mîkanîzmên peydakirina parastin û piştgirîyê bo rojnamegeran di nav xwe de dihewîne, mîna:

Alîgirîn

Piştgirîya Qanûnî

Piştgirîya Pizîşkî

Piştgirîya Dosyaya Koçberîyê

Derketina Ewle

Piştgirîya bo debara jîyanê

Piştgirîya Teknîkî û Locistîk

Peydakirina derfetên kar

 

Pîvanên çareserkirina daxwaznameyan

divabe karekî wî/wê yê belavkirî di ragihandina (nivîskî, bihîstî, îlêktronî an ajansekê) de hebe.

divabe herî kêm salekê kar kiribe.

divabe karê di warê ragihandinê de yê debara jîyanê be bo wî/wê.

eger çalakvanekî/e an di warê têkilîya civakî de kar dike, divabe belavokên wî/wê jêdereke agahîyan be bo torên ragihandinê.

divabe gotara wî/wê hevseng be û rêzdarîyê li pîvanên navdewletî yên mafên mirovan digire.

divabe sedema xwestina piştgirîyê girêdayî karê ragihênerî be.

kesên ku di çaxa pêşkêşkirina daxwaznameyê bo Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê de salekê dûrî kar ketibin nayên armanckirin.

kesên ku di warê ragihandinê de, di nava dezgehên ne ragihênerî de kar kiribin, nayên armanc kirin.

kesên girêdayî alîyekî leşkerî an siyasî an ji bo wan kar kiribin, nayê armanckirin.

divabe piştgirîyek ji rêxistineke din bo heman daxwazê di nava şeş mehên pêşkêşkirina daxwaznameyê wernegirtibe.

 

Têbînî:

Navend li ser bicihanîna daxwaznameyan di nav van şert û mercên jorîn li gor derfetan û pêşikîya gefa jîyanê û pêdivîya mirovî; di serî de alîkarîya pizişkî ya lezgîn, dixebite her weha ev piştgirî girêdayî derfetên peyda bo navendê û hevkarên wê ji hêla rêxistinên navdewletî ye.

navend dê bi xwedîyê daxwaznameyê re bikeve têkilîyê ji bo teqezîya wergirtina wê û şopandina wê di nava 10 rojan de herî zêde. dibe ku pêşkêşkirina piştgirîyê demekê zêdetir bixwe ji ber ku dê girêdayî gelek gavan be mîna piştrastîya ji agahîyan û dîtina derfetên alîkarîyê.

piştî şandina daxwaznameyê, kesê ku daxwazname şandiye, di ber rastîya wan de berpirs e û divabe Navendê agahdar bike eger daxwaznameya xwe pêşkêşî rêxistineke din kir an eger guhertineke giring di nirxandina dosyaya wî de derket.

 

Çawanîya Pêşkêşkirinê:

eger pêdivîya te bi piştgirî û parastinê hebe, ji kerema xwe re vê kaxezê dagire li gel teqezîya pêlkirin Submit piştî bidawîkirinê.