Kenala ARD ya Almanî fîlmekî der barê tawanên cengê de li Sûrîyayê pêşkêş dike

11/04/2018

Kenala ARD ya Alman belgefîlmek der barê doznameya stratîcîk bo tawanên cengê li Sûrîyayê çêkir, bi beşdarîya Mazin Derwîş; Serokê Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, Yara Bedir; Seroka Yekîneya Dadmendîyê û Dewleta Qanûnê di Navendê de û Parêzer Enwer Elbunî li gel şahidên din ku di film de hevpeyvîn bi wan re hatiye çêkirin, şahidan behsa çîrokên êşê di nav zindan û girtîgehên Sûrîyayî de kirin her weha teqezî li ser giringîya şopandina rêya dadmendîyê û lêpirsîna berpirsên tawanên cengê yên ku di 7 salan ji hemû alîyan li Sûrîyayê hatine kirin, kirin. Ev rê bi tenê dikare aştîya domdar li Sûrîyayê bi cih bîne.

Film behsa doza ku ji hêla her du parêzeran; Mazin Derwîş û Enwer Elbunî ji bo dadgehên Almanî der barê tawanên cengê de li Sûrîyayê dike û dozname bo dadgeha sezayê nema pêkan bû ji ber ku Sûrîya ne endama Dadgehê ye her weha ji ber astengîyên ku Rûsya dixe devê rêya dadgehkrina bi rêya Encumena Ewlekarîyê.

Film saet 10:45 bi dema Berlînê tê weşdandin her weha hun dikarin zindî (wergerandî bo Erebî) bi rêya vê lînka li jêr temaşe bikin:

https://goo.gl/bYXcPM

11/04/2018
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.