Bakurê Sûrîyayê: Divabe Yekîtîya Ewropyê li êrîşên Turkîyayê ser Sûrîyayê û armanckirina sivîlan ya berdewam nebore

Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan û Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê ji Yekîtîya Ewropayê dixwazin ku bikeve tevgerê da ku operasyona leşkerî a Turkîyayê li ser bakurrojhilatî Sûrîyayê bisekine.

Bakurê Sûrîyayê: Divabe Yekîtîya Ewropyê li êrîşên Turkîyayê ser Sûrîyayê û armanckirina sivîlan ya berdewam nebore

Federasyona Navdewletî ya Mafên Navdewletî (FIDH) û Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM) ji Yekîtîya Ewropayê û dewletên endam dixwazin ku operasyona leşkerî ya Turkî li ser bakurrojhilatê Sûrîyayê bisekinîne û sînorekî belavbûna reva ji sezayê ya berdewam deyne.

Em tirsa xwe der barê paşguhkirina Turkîyayê bo rawestandina operasyona leşkerî ya ku pêncşemê hatibû ragihandin, nîşan didin, ku êrîşên hêzên Turk Ii ser hêrêmên sînorî yên bakurî Sûrîyayî.

Di pênc rojên pêşîn de,  Operasyona Turkî bû sedema reva bi deh hezaran sivîlan ji malên wan. Bi berdewamîya şer re, binpêkirinên qanûna mirovî ya navdewletî û mafên mirovan yên ku digihên asta tawanên cengê berdewam in, bi kuştina bi dehên sivîlan, çar nexweşxane û bêhtirî 15 herêmên sivîlan hatin armanckirin. Li gel vê yekê, bombebarana li ser Sûrîyayê bû sedema kuştina gelek kesan.

Em guman dikin ku lihevkirina Neteweyên Yekbûyî û alîyên sponser, ji nav wan jî Yekîtîya Ewropayê, çarçoveya siyasî ya êrîşkirina Turkîyayê li ser herêmên sînorî ava kirin., tev li hewldanên navdewletî ji bo rawestandina şer, di encamê de civakên navxweyî ketin rewşeke xirab de û doza alîkarî û parastina artêşa Rûsî bikin, li gel dayîna derfetê bo Hikûmeta Sûrîyayî ku cardin dest deyne ser herêmine nû.

Piştî ku Artêşa Sûrîyayî ya Fermî, bi piştgirîya Rûsyayê, kontrola xwe li ser herêminên berfireh yên bakurrojhilatî Sûrîyayê vegerandiye, dibe ku nuha êrîşên xwe li ser bakurrojavayê Sûrîyayê pir bike, li gel berdewamîya siyaseta girtina dijberan. Di heman demê de rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên mirovî yên navdewletî û navxweyî  ji herêmê derdikevin û ber bi herêmên bakurrojhilatî ve diçin,ji lew re kirîzeka mirovî ava dibe.

Desthilatên Turkî îdîa dikin ku dê 3 milyon koçber ku nuha li Turkîyayê dijîn,li herêmê bi cih bike, û gefê li ewropa dixwe ku dê hejmareka din a koçberan ber bi wê ve biçin eger dijî operasyona wê ya leşkerî rabe. Pilana Turkîyayê, eger hate bicihanîn, dê hewldaneka zelal a guhertina pêkhateyên herêmê be. Dibe ku koçberkirina bi neçarî a sivîlan bigihêje asta tawanên anvdewletî, ji nav wan jî tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê.

Pêşeroja Sûrîyayê li ser îdîayên dijatîya terorê ann weke şêwazeka parastina ewlehîya neteweyî bo dewletên derdorê, ava nabe. Kiryarên wisa reva ji sezayê diçesipînin û rêya tundîyê di nav civakên Sûrîyayî de vedike, nemaze di nav Kurd û Ereban de. Her weha, gef li çareya aştiyane û domdar li Sûrîyayê dixwe, ev yek ziyanan digihîne derfetên avakirina hevgirtina civakî û nearamîyê belav dike, û dibe ku sivîl buhayên van gavan bidin.

FIDH û SCM pêşwazîyê li biryarên dewletên endamên Yekîtîya Ewropayê dikin, di warê firotina çekan bo Turkîyayê û teqez dike ku divabe ev gav werin avêtin. Em ji Yekîtîya Ewropayê û Civaka Navdewletî dixwazin ku:

  • Tavilê sînorekî êrîşên Turkîyayê li ser Sûrîyayê û rewşa xirab a sivîlan deyne, bi rêya belavkirina hêzên aştîyê yên navdewletî li seranserî sînor û vekişîna hemû alîyên şer ji herêmê;
  • Nebeşdarîya di gefên Turkîyayê de yên bikaranîna koçberên Sûrîyayî weke fişar, her weha dijatîya pilanên guhertina demografîk li Sûrîyayê. Em pêşbîn in ku Yekîtîya Ewropayê van kiryaran şermezar bike,
  • Garantîkirina veger koçber û penaberan bo bajarên xwe jib o parastina cihêrengîya pêkhateyan li Sûrîyayê;
  • Garantîkirin û piştgirîya vegera şandeyên mirovî bo herêmên ziyan dîtine û gihaştina alîkarîyên mirovî bo hemû civakan li bakurrojhilat û li Sûrîyayê bi tevahî;
  • Piştgirîya beşdarîya civakên navxweyî di rêveberîya navxweyî de ji bo peydakirina aramîyê heta gihaştina bo çareyeka siyasî a domdar li gor biryara neteweyên yekbûyî ya 2245: