Thomson Reuters programekî rahênanê pêşkêş dike

Dîroka dawî: 1/12/2017

Xwendekar û kesên derçûyî yên ku li rojnamegerîyê miqate ne dikarin beşdarî vê rahênanê bibin.

Programê rahênanê yê cîhanî yê rojnamegerîyê Thomson Reuters pêşwazîyê li daxwaznameyan dikin. Programê wan rahênana di warê kar, siyaset û rojnamegerîyê de li xwe digire.

Kesên beşdar dê li ser ofîsên rêxistina navdewletî werin belavkirin mîna Bekîn, Hong Kong, London, Meksîko Sîtî, New York, Saw Paolo, Singapore, Tokyo, Toronto û Washingtonê li gor cihê wan. Rahênan 10 heftiyan dom dike.

Kesên beşdar dê çend rojan perwerdeya fermî bistînin berî ku bikevin kar û her kesek dê rapora xwe ji bo êdîterekî pêşkêş bike li gel erkdarkirina rojnamevanekî rêber bo her kesekî beşdar da ku rê bide ber.

Divabe kesên namzed du sal herî kêm ji xwendina xwe bidawî kiribin her weha zanebûneke wan di rojnamevanîyê de hebe li gel jêhatinên nivîsîn û danûstendinê.

Kesên ku dixwazin daxwaznameyên xwe pêşkêş bikin divabe jiyannameya xwe û gotara pêşkêşkirinê li gel du sê karên berê yên çapkirî an dîtbar bişînin.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 1ê berfanbara 2017an e.

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.