Pêşbirka belgefîlman bi rêya wêbê pêşwazîya beşdaran dike

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 27/7/2017

Kesên ku belgefîlman çêdikin Karin karê xwe bo wergirtina xelata belgefîlmên bi rêya înternêtê 2017, xelata Vîzaya Zêrîn werbigirin.

Pêşbirk weke beşekî festival wênekêşîya rojnamegerî ya navdewletî ye “Vîzaya wêneyan – Perbignan” bi sponserîya FRANCE24 û Radyoya Fransiz a Cîhanî RFI .

Hemû kes dikarin beşdar bibin û ev xelat dê bigihê projeya belgefîlmê rojnamevanî yê herî resen ku li ser înternêtê hatiye belavkirin li gel bijartina mijarekî nûçeyî girêdayî Multimediayê. Kesên bepirs dê li gor van pîvanan kesê serkeftî hilbijêrin: bijartina mijarê, nêzîkatîya rojnamegerî ku mijar bi rêya wê hatiye gengeşekirin, rêbaza multimediayê û kwalîta hilberîn û aktîvê.

Divabe belgefîlm bi zimanê îngilîzî an Fransizî li ser înternêtê hebe her weha divabe di nav 27ê tîrmeha 2016an û 27ê tîrmeha 2017an li ser înternêtê hatibe belavkirin.

Kesê serkeftî dê 8,000 U€ werbigire (8,972 US$)

Dîroka dawî ya pêşkêşkirina daxwaznameyan 27ê tîrmeha 2017an e.

Bo naskirina hin agahîyên din, li vê derê bixe.