Dîtin an destnîşankirina cihê telefonê dema ku winda dibe an jêbirina agahîyan ji ser telefona winda

Dîtin an destnîşankirina cihê telefonê dema ku winda dibe an jêbirina agahîyan ji ser telefona winda


 

rêkarên divabe mirov bike dma ku telefon winda dibe (windabûn, dizî) çi ne? Çi di warê dîtina alavê de be, desnîşankirina cih an hilanîna agahî û dosyayan ji ser alavê eger telefon neyê dîtin.

Hin program hene li ser telefonên sîstema (Android) û (IOS) kar dikin û alîkar in di destnîşankirina cihê telefonê û hilanîna dosyayan ji ser. Lê divabe ev program cihê bawerîyê bin ji ber ku dê karibin hemû telefonê kontrol bikin.

DI heman demê de, telefonê sîstema Android û IOS xwedî taybetên ewlehî ne, mîna:

  • Destnîşankirina cihê telefonê – bi rêya derxistina deng ji alavê da ku were bihîstin eger telefon nêzîk be.
  • Kilîtkirina telefonê – eger telefon di dema windakirinê de vekirî be, an jî danîna passwordeke nû
  • Derxistina nameyekê li ser ekrana telefonê û bi rêya wê tu dikarî nameyekê binivîsî û nûmareyeka telefonê bo pêwêndîyê di nav de bihewîne, eger telefon winda be û ji hêla kesekî ve hate dîtin
  • Hilanîna agahîyan ji ser telefonê – eger neyê dîtin.
  • Dîtina serial number a telefonê – ev yek di destnîşankirina cihê telefonê de bi alîkarîya polîsê an kompanîya pêwendîyan, alîkar e

Mîkanîzmên dîtina telefonan an bijardeyên berdest di dîtina telefonên winda de, di nav her du sîstemên Andoid û IOS de cuda ne, dibe ku pêdivî bi aktîvkirina hin taybetîyan hebe da ku telefon were dîtin

Di vê lînka ji kompanîya Googleê de, hûrgilîyên Dîtina Telefoneka Sîstema Androidê ya Winda an Kilîtkirina wê an Hilanîna Agahîyên wê hene

Û ev lînk ji kompanîya Appleê hûrgilîyên Windabûna iPhone, iPad an iPad touch hene

Giring e ku taybetîya pejirandina du gav were aktîvkirin li ser hîsabê Google û Apple IDyê, ji bo ewlekirina telefonê, ji ber ku di gihaştina bo hîsabê û kilîtkirin û hilanîna agahîyên de alîkar e.

Di vê lînkê de  şiroveya Pejirandina du gav û çawanîya aktîvkirina wê li ser Googleê heye

Û di vê lînka kompanîya Appleê de, şiroveya Pejirandina du gavan a hîsabê Apple IDyê heye

 

Dawî