Yemen: hejmarin jandar der barê rewşa mirovî de di mehekê de

Dubey, Mînişînên Erebî (CNN) – Rêxistina UNICFê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî, bibelgekirina kuştina 53 zarokan û seqetîya laşên 92yên din di mehekê de li 12 parêzgehên Yemenê, eşkere kir, ew jî li gor rapora wê ya meha sibatê der barê rewşa mirovî de li Yemenê ku di roja sêşemê de ragihand.

Rêxistinê diyar kir ku hejmara qurbanîyên zarok bi sê caran li parêzgeha Elhedîde ji meha borî bilindtir bûye.

Raporan diyar kir ku belavbûna nexweşîya Xenaq û Deftêrya di sibatê de bilindtir bûye û 1216 kes pê ketine her weha 73 kesan jîyana xwe ji dest dane, li gel ku rêjeya mirina ji ber nexweşîyê gihaye 5.9%.

Rêxistinê di rapora xwe de diyar kir ku rehetîya ji kêmxwarinê ji 77% gihaye 85% û rêxistin di peydakirina ava paqij a vexwarinê de ji bo melyon kesî alîkar bû.

Her weha diyar kir ku melyon zarok derboider in, 8.4 melyon jî pêdivîya wan bi ava vexwarinê ye û 11.3 melyon di bin metirsîya birçîbûnê de ne.

Rêxistinê anî ziman ku du melyon zarok ji destpêka şer di 2015an de dûrî dibistanên xwe ketine her weha pêdivîya 4.3melyonan bi fêrkirinê heye. Vîdyoyê bibîne.

Jêder: CNN Erebî