Workşopek di nav Jinên Nuha ya Sûrîyeyî ya û înstetûya Gunda Wernerê ya Almanî de

Înstetûya Gunda Wernerê ya Almanî Gunda-Werner-Institut workşopek hevbeş li gel Rêxistina Jinên Nuha bi armanca alîkarîya pêşxistina armanc, avasazî û naskirina rêxistinê bi tevgerên femeînîzmê li dar xist.

Workşopa ku li Berlînê hate lidarxistin behsa astengîyên rêxistinên feminist û tevgera femînîzma Almanî kir ku ew astengî dikevin rêya jinan di birêvebirina rêxistin û tevgeran de (civakî, siyasî û abûrî).

Zanaya bi navê Claudia Neususê behsa awa û formên ku dê bi rêya wan ev astengî dê bêne derbaskirin.

Rêvebera cîbicîkar ya Înstetûya Gunda Wernerê, Dr.Ines Kappertê behsa berxwedana jinê ya ji bo mafên xwe li Almanya û Ewropayê kir.

Di dawîya workşopê de beşdarvanên ji alîyê rêxistina Jinên Nuha ve, spasîya piştgirîya înstetûyê kirin û kêfxweşîya xwe der barê avakirina piştgirîyeke navdewletî li gel çalakvanên femînîzmê de nîşan dan.