Di roja cîhanî ya qurbanîyên windakirina bi neçarî de, hîn jî windakirina bi neçarî li hemû herêmên Sûrîyeyê berdewam dike

Ji Qamişloyê ber bi Helebê ve

Ji Helebê ber bi Deraayê ve

Û ji hêla hemû alîyên şer ve

Di şeva amadekarîya cîhanî ji bo bîranîna roja cîhanî ya qurbanîyên windakirina bi neçarî di 30ê tebaxê de, Rêxistina Parastvanên Mafên Mirovan got ku hikûmeta Sûrîyeyî û hemû alîyên şer di windakirina opozisyona xwe bi neçarî berdewam e her weha tirsê dixe dilê grûpên armanckirî da ku wan bêdeng bike û çalakîyên wan ên aştîyane rawestîne.

Rêxistinê li ser kampanîyên piştgirîya bêhtirî 200 rewşên windakirina bi neçarî kar kir î dide xuyakirin ku ew dê di zexta li ser hikûmetan de da ku çarenûsa windayan û deverên wan diyar bikin, berdewam be.

Ji çaxa nivîsîna vê daxuyanîyê, 760 rewşên windakirina bi neçarî ji hêla hemû alîyên şer hatine pêkanîn, bibege bûne.

Bi vê boneyê, Silêman Îsa; rêveberê cîbicîkar ê rêxistina Parastvanên Mafên Mirovan got: “ji Dêrika Hisiçayê ber bi Helebê ve û ji Helebê ber bi Deraayê, hê jî hikûmet û komên çekdar ên din bi sedan yan jî bi hezaran girtî li cem xwe dihêle. Hikûmet û girûpên çekdar acizîyan jî ji malbatê qurbanîyan re; yên ku dixwazin mirovên xwe yên windayî bibînin, çêdike.”

Her weha tirsa xwe der barê çarenûsa girtîyan û binpêkirina mafên wan de anî ziman û daxwaz ji Hikûmeta Sûrîyeyê kir ku li pabendîyên xwe yên qanûna navdewletî rêzdar be û sînorekî ji binpêkirina tund a mafên mirovan re deyne.

Windakirina bi neçarî li ser destên dezgehên hikûmetê an kesên ku bi nave wan kar dikin, tê pêkanîn her weha li ser redkirinê jî rijd in û çarenûs û devera windayan diyar nakin, ji lew re ew ji bin sîwana parastina qanûnî derdikevin.

Her weha ji alîyê desthilatên herêman mîna Rêxistina Dewleta îslamî û Rêveberîya Xweser vet ê pêkanîn.

Hemû cûreyên windakirinê dimînin hev, bi veguhestina girtîyan bo dadgehê dest pê dike û paşê tu belgeyan bi hebûna wan qeyda nakin da ku girtî bibin qurbanîyên windakirineke bi neçarî û agahîyên wan ji malbatên wan û cîhanê qut dibin bê k utu garantîyên dadgehkirina dadmend û diyarkirina çarenûsê werin pêşkêşkirin her weha tawana îşkencekirinê jî li gel windakirinê dibe û carinan digihê asta mirinê.

Li gor jêderên Rêxistina Parastvanên Mafên Mirovan, derdora 85,000 kes di nav 2011an û 2017an de li Sûrîyeyê rastî windakirina bi neçarî hatine. Hîn jî windakrina sivîlan bi hejmareke metirsîdar berdewam e.

Ji lew re bandora windakirina bi neçarî a mezin li ser qurbanîyê wê heye ku ew ji mafên xwe yên herî piçûk bêpar dimîne, çarenûsa xwe nas nake û dadgehkirina dadmend jî nabîne, li gel îşkencekirin û lixwemukurhatina di bin îşkenceyê û kêmxwarinê de ku ev bûye sedema sereke ya mirina bi hezaran, gelek caran ziyan digihên hevjîn û zarokan jî ku ji ber windabûna hevjîn rastî êşa derûnî tên û ziyanên madî li wan tên bi taybet eger kesê girtî xwedîkerê malê be, malbat jî rastî astengîyên madî û manewî tên û carinan rastî metirsîya girtinê tên dema ku pirsa windayên xwe dikn, carinan jî dikevin tora navbeynkaran de ku gelek pereyan ji wan distînin da ku agahîyên windayan bigihînin malbatên wan.

Piranîya operasyonên windakirina bi neçarî ji alîyê saloxgerîya giştî, ewlehîya leşkerî, asîmanî, ewlehîya dewletê, Artêşa Sûrîyeyî, mlîşyayên girêdayî hikûmetê(Berevanîya Niştîmanî, Mîlîşyayên Biyan), grûpên opozisyonê yên din û desthilatên herêman mîna rêveberîya xweser, hatine pêkanîn.

Armanca wan bêdengkirina opozisyonê û belavkirina tirsê di nav sivîlan de da ku şoreş vemire û lawaz bibe.

Operasyonên girtinê piranîya caran li ser rêbend û Chekpointan çêdibûn, an jî bi rêya êrîşbirina ser mal û gundan, dema welatî diçin karên xwe an dema din nav bajaran de diçin û tên an jî ji ber raporên ku li ser wan hatine nivîsîn an jî ji ber mînandina di navan de. Carinan jî ji ber jîyîna li herêmên tevgerên şoreşkerî weke Êdlib, Homs an Gunewarê Şamê, sivîl dihatin girtin, her weha piştî kontrolkirina hin herêmên Artêşa Azad mîna Esal Elwerd a Gundewarê same di 2014an de, an jî piştî gihaştina bo lihevkirina aştîyê li Helebê bi sponserîya Rûsya û Turkîye ku hikûmetê wî çaxî bi dehan sivîl girtin û winda kirin bê k utu tişt ta nuha li ser were zanîn.

Di 25ê hizêranê de, hêzên ewlekarîya leşkerî li Miherdayê xwendekarekî Bekeloryayê bi navê Ebdella Bedir li gundê Ebû Ribês dema êrîşbirina ser mala wan ji alîyê du trimbêlên Peek up û Dobell Cabin yên serokê mefrezeya gungd, hate girtin.

Ebdellayê ku wê çaxê xwe ji ezmûnan re amade dikir li pêş dayika wî kelepçe kirin û tevî lavayên wê lê wan lê guhdar nekir  û ew bir.

Dayika wî li beşên ewlekarîyê geriya lê negihaşte tu encamê û malbatê nas kir ku vê dawîyê li Zindana Sêdnayayê hatiye dîtin.

Dayika wî dibêje lawê min çû û pêşeroja wî jî pê re çû, tenê dixwazim wî sax bibînim, me digot qey em ji girtinê parastî ne ji ber ku lawê min xwendekar e û dixwaze xwendina xwe berdewam bike.

Ji ber van kiryaran, Rêxistina Parastvanên Mafên Mirovan ji desthilatê Sûrîyeyî dixwaze ku:

Rêzdarîyê li pabendîyên xwe yên qanûna navdewletî bike û sînorekî ji van binpêkirinan re deyne.

Destpêka lêpirsînên der barê hemû windakirinên çêbûyî de.

Şopandina tawankaran û dadgehkirina wan.

Alîkarîya Qurbanîyan û malbatên wan.

Derbasbûna karmendên Neteweyên Yekbûyîyê bo zindanan û çêkirina lêpirsînên serbixwe.

Rêxistina Mafên Mirovan 30-8-2017