Daxuyanîyeke Hevgirtina sivîl li Xûtaya Rojhilatî

Daxuyanîyeke Hevgirtina sivîl li Xûtaya Rojhilatî

Ji ber vê operasyona tund a ku Xûtaya Rojhilatî ji hêla Hêzên Rêjîma Sûrîyayî û hevalbendên wê yên Rûsya û îranê rastî wê tê, ku encama wê kuştin, wêrankirin û nexweşhalîya rewşa mirovî ya xelkên Xûtayê bû. Rêjîmê hemû çek di vê operasyonê de bi kar anîn bi taybet yên navdewletî yên qedexekirî mîna xaza klorê ya kîmawî û nabalma sotîner û fosfor her weha bombeyên enqûdî, di encamê de komkujî çêbûn û bêhtirî hezar û sêsed şehîd di sîh rojî de ketin piranîya wan jin û zarok in. ev tawan tawanên cengê ne û encama nepabendîya Rûsya bi biryarên navdewletî yên ku Encumena Ewlekarîyê pejirandine.

Em grûpeke dezgeh û çalakvanên sivîl yên ku li ser asta navxweyî , rêxistinên civaka sivîl, desteyên bijîşkî, hawarçûnê û yên ragihênerî her weha sendîkeyan kar dikin, çêkirina hevgirtineke sivîl Xûûtaya Rojhilatî ji bo nûnerîya sivîlan û xwesteka wan di bin sîya bêdengîya der barê rewşa Xûtaya Rojhilatî de radigihînin.

Armancên hevgirtinê:

  1. Şopandina nûçeyên nû di kêşeyê de û kêmkkirina Banora wê û rawestandina kuştinê bi rêya pêkanîna biryarên navdewletî yên pêwendîdar her weha gerîna li garantîyên navdewletî bi rêya kanalên navneteweyî û herêmî.
  2. Çesipandina berxwedana xelkên Xûtaya Rojhilatî û parastina sivîlan ji koçberkirinê û guhertina dêmografî her weha kuştin û birçîkirinê.
  3. Sînorkirina bandorên kêşeya mirovî yak u ji ber operasyona tund çêbûye bi rêya danîna têkilîyan li gel hemû pêkhateyên civaka navxweyî her weha şoreşger û alîyên xwedîbandor li ser erdê û hemû dewlet û alîyên nevneteweyî li derve ji bo alîkar û hevrêzîyê ji bo dîtina çareyekê ji rewşa xûtayê re ku parastin û rûmeta sivîlan garantî dike.      

Ji ber wilo ev hevgirtina sivîl doza van xalan dike:

  1. Stendina tedbîrên demlidest ji bo agirbestê û rawestandina bombebaranê û êrîşên hêzên alîgirên Esed bo gund û bajarokên Xûtaya Rojhilatî her weha pêkananîna biryara Encumena Ewlekarîyê ya 2401 bi awayekî demlidest bitaybet piştî ku gelek destpêşxerî ji bo xelkên Xûtayê hatine pêşkêşkirin ji bo derxistina endmên Desteya Rizgarkirina same (Cebhet Elnusra) û berdewamîya danûstendinên aştîyê li Cinêvê.
  2. Divabe Neteweyên Yekbûyî û dewletên endamên Encumena Ewlerîya Navdewletî û yên ku dikarin bandore li rewşê bikin ewlehî û parastina sivîlan garantî bikin li Xûtaya Rojhilatî di dema derketin û çûn û hatina wan de û heta gihaştina wan bo devereke ewle li gel pûtedayîneke taybet bi rewşa jinan.
  3. Divabe sivîlên li Xûtaya Rojhilatî –bi nûnertîya encumena parêzgerîyê û encumenên navxweyî û rêxistinên civaka sivîl- bibin alîyek di hemû danûstendinên girêdayî Xutaya Rojhilatî de çi navxweyî bin an navdewletî û navneteweyî bin û xwe bi xwe çaranûsa xwe destnîşan bikin li gel piştgirîya wan di van gavan de.
  4. Pûtedayîneke taybet bi saxlemîya karmendîn di warê encumenên navxweyî, dezgehên bijîşkî û yên hawarçûnê her weha yên sivîl yên din û malbatên wan ku ev yek bi awayekî meydanî garantîkirî be.
  5. Çêkirina mêkanîzma şopandina ya domdar ji bo mijarê ku nûnerên hemû dewletên endam di nav xwe de dihewîne li gel yên amade ji bo alîkarîyê û neteweyên yekbûyî her weha nûnerên sivîlên Xûtaya Rojhilatî li derveyî wê û di hundirê wê de.
  6. Hebûna zexteke navdewletî bi hemû awayan da ku rêjîm û hevlabendên wê bi taybet Rûsya, bi hilanîna dorpêçkirina li ser Xûtaya Rojhilatî pabend bin her weha vekirina derîyên mirovî û rawestandina birçîkirina ku rêjîm der heqê sivîlan de dike.