Daxuyanîyek der barê komkujîyên li parêzgeha Dêra Zorê de

Mamosta Antonio Goteres; Emîndarê Giştî yê NYyê

Mamosta Zeyd Kurê Elhuseyn; Komîserê Bala yê mafên mirovan

Mamosta Stefan De Mestura; şanderê Emîndarê NYyê yê giştî bo Sûrîyeyê

Şêst roj li ser bombebarana berdewam û operasyona Dêra Zorê ya rojhilatî Sûrîyeyê derbas bûne û di bin sîya dijatîya terorê û cenga li ser rêxistina DAIŞê hemû çek hatoine bikaranîn.

Rûbarê Dêra Zorê 33,000 KM2 e û yek ji bajarên Sûrîyeyî yên mezin e, ew nuha rastî tunekirinê tê û bombebarana berfireh ne li gor tehmula vî bajarî ye.

Di 60 rojan de Dêra Zorê rastî 1000 êrîşî hatiye ku her saet û nîvekê êrîşek heye her weha her 33 KM2 bi rokêtekê hatiye êrîşkirin, di encamê de derdora 600 kuştî û 1500 birîndar hene ku nîvê wan jin û zarok in her weha 500 mal bi ser xwedîyên xwe de hatine wêrankirin û 250 hezar welatîyên sivîl ji dev malên xwe berdane û li çolan radikevin.

Em di Kampanîya #Holokosta_Dêra_Zorê; ji çalakvan û xelkên Dêra Zorê vê operasyona li ser sivîlan şermezar dikin û teqez dikin ku sivîlên li vir xelkên vir in û tu carî ji vir derneketine, ne jî DAIŞ hewandine, lê tenê qurbanîyên terorê ne, em berpirsyarîtîya van operasyonên leşkerî di warê siyasî û leşkerî de dixin histê civaka navdewletî de her weha jê dixwazin ku ew li gor karê xwe be û çareyekê ji vê komkujîya der heqê xelkê Dêra Zorê de bibîne da ku wan ji bombebarana ketober biparêze û çekên qedexekiriî neyên bikaranîn her weha xwedîderketina li lihevkirinên navdewletî yên parastina sivîlan di cengê de.