Zanîngeha Poitiers ya Fransizî: awayên Pêşwazîya koçberên ji Rojhilata Jêrîn û Navîn ve

09/08/2017

Bi alîkarîya Sazîya Poitiersê (Fondation Poitiers Universite), Zanîngeha Poitiersê ji bo pêşwazîya koçberan kete tevgerê.

Da ku tu werî naskirin divabe tu nameyekê li ser vê êmailê ji zanîngehê re bişîne:

[email protected]

li gel diyarkirina Nav, Paşnav, dîroka  û devera jidayikbûnê her weha projeya xwendinê li Zanîngeha Poitiersê.

Paşê têkilî dê bi we re bê danîn û Zanîngeha Poitiersê dê li ser daxwaznameya bisekine.

Ji bo vê yekê, ji kerema xwe re van belgeyan amade bike:

  • Niştebûna demkî récépissé

An

  • Nameya Ofbrayê ya ku qedkirina daxwaza koçberîyê bibelge dike.

An

  • Niştebûna demkî ya daxwaznameya kaxeza niştebûnê ya taybet bi koçberan

An

  • Kesê di bin parastina demkî de
  • Passport
  • Çapek dîplomaya dawî ya bidestxistî

Zanîngeha Poitiersê dê dosyayên xwendekarên Sûrîyeyî, Îraqî, Efganî û Erîtêrî yên ku li van deveran dimînin, bixwîne:

  1. Deux-Sèvres
  2. La Charente
  3. Vienne

Hun dikarin vegerin malpera Campus Franceê  da ku hun hin agahîyên pratîkî yên din û agahîyên girêdayî programên danan bidest bixin.

Bo naskirina Siyaseta Hînkirinê ya Pêşwazîya Koçberan

09/08/2017
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.