Xelatên ONAyê yên rojnamegerîya îlêktronî daxwaznameyan qebûl dike

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 8/6/2017

Rojnamegerên îlêktronê û dezgehên nûçeyên dîcîtalî û xwendekar li seranserî cîhanê dikarin daxwaznameyên xwe bo wergirtina vê xelatê pêşkêş bikin.

Yekîtîya Nûçeyên îlêktronî ONA daxwaznameyên xelata rojnamegerîya îlêktronî ta sala 2017an qebûl dike.

Îsal, Yekîtîya Nûçeyên îlêktronî  sê xelatên cuda dide: xelata James Folly ya şopandina şeran û rojnamegerîya werzişê û ya ku giranîyê dide karê xwendekaran di Akadîmîyan de û yên ku alîkarîyê didin an piştgirîyê ji dezgehine ragihandinê taybet werdigirin.

Beşên din ên xelatê: Nûçeyên lezgîn, nûçe, buyer û çalakîyên pilankirî, raporên der barê mijarine taybet de, karên demdirêj, projeyên xwendekaran, afrênerîya teknîkî, rojnamegerîya rapirsînan û pêşketina di rojnamegerîya îlêktronî de.

Ji 37 xelatan, 10 kes dê 58,500US$ weke xelateke madî werbigirin, ji nav van xelatan jî xelateke madî bi nirxê 15,000US$ bo du rojnamevanên her baş di rojnamegerîya beyanatan de

Xelat dê di cotmehê de di Kongirê Komeleya Nûçeyên îlêktronî û Xelatên şahîyan de li Los Angelesê werin belavkirin. Hêjayî nîşankirinê ye ku OJA xelata rojnamegerî ya bi tenê ye ku rêz ji balkêşîya karê rojnamegerî re digire û di sala 2000î de dest pê kiriye. tu dikarî lîsteya kesên serkeftî di sala 2016an de ji vê derê bibîne.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 8/6/2017

Nirxê pêşkêşkirinê bo endamên Yekîtîya Nûçeyên îlêktronî 100US$ e, ji bo kesên ne endam 175 US$ e, bo xwendekarên endam 15US$e û xwendekarên ne endam 50US$ e.

Bo naskirina agahîyan, li vê derê bixe.