Programa komeleyên qurbanîyan
Xwebexşên lêkolîn, birêxistin, werger û raporan
Dirêjahîya dema rêklamê: Ji 1 heta 15ê Îlon
Dirêjahîya dema xwebexşê: ji 4 heta 6 mehan
Hejmara xwebexşan: ji 5-7 kesan
Jêhatinên xwestî:
- Çêkirina Lêkolînên Online bi rêya jêderên berdest.
- Çêkirina lêkolînan û birêxistina agahîyan p arşîvkirina wan li gor plana birêveberê/a programê
- Beşdarîya di nivîsîna raporan de.
- Zanîna bi du zimanan herî kêm (yel ji wan Erebî an Îngilîzî be)
- Wergera nivîsan di nav du zimanan de (yek ji wan Erebî an Îngilîzî be)
- Şandina nameyên îlêktronî bi awayekî guncaw li gor planên birêveberê/a programê
- Afrênerî di warê dîtina çareyan de û şopandina bicihanîna wan.
Jêhatinên giştî:
- Parastina jîngeha kar a ewle bi rêya pabendîya bi rêzikên karê navendê.
- Parastina taybetmendîya agahîyan û kesên têkildar.
- Amadebûyîna di civînên online de, li gel birêveberê/a programan.
- Pabendîya bi nirx û prensîpên kar xwebexş û yê SCMê.
- Valabûyîna ji 3-4 saetan bo kar, herî kêm.
- Hebûna kompîterê.
- Zanîna bi têgehên rewşa Sûrîyayî û mafên mirovan.
Alîyên hevrêzkarîyê.
- Birêveberîya Programa Komeleyan.
- Beşên SCMê.
- Hin rêxistin û sazîyên ji derveyî navendê
Pêşekî:
- Kesên xwedî bawernameya mafên miron , sosyolocî, zanistên siyasî, têkilîyên navdewletî an wergerê bin.
Şandina Daxwaznameyan:
Ji kerema xwe re, jiyannameyê bi rêya emailê bişîne [email protected] , li jêr serenavê (xwebexş – programa komeleyên qurbanîyan) bi forma pdf, ku nav û daxwazname ji derveyî dosyayê bin, her weha divabe agahîyên pêwendîyê (nûmare, email) û karên berê, bawername û agahîyên pêwendîya li gel alîyên qewîtîyê.
Dibe ku daxwazname piştî buhurandina demê werin dîtin, lê eger derfet ne berdest be dibe ku bersiv neyê şandin.
Dîroka hevpeyvînan: hevpeyvîn di nava her du mehên Îlon û cotmehê de ne, eger daxwazname were pejirandin.