Pêşkêşkirina Belgefîlmê “Windayên Sûrîyeyê – Dozak li Dijî Esed”: Û rûniştineke danûstendinê li gel parêzêr û mafnasê Sûrîyeyî Mazin Derwîş

31ê tebaxa 2017an – Bi boneya roja cîhanî ya qurbanîyên windaakirina bi neçarî, Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî wekî beşekî ji kampanîya xwe ya “Dadmendî bo Sûrîyeyêbûyerek li Londona paytexta Brîtanîyayê bi rê xist armanca wê balkişandina ser doza girtîyan, qurbanîyên windakirina bi neçarî û girtina ketober li Sûrîyeyê.

Di 30ê tebaxê de, belgefîlmê “Windayên Sûrîyeyê – Dozak li Dijî Esed” bi alîkarî û hevrêzîya di nav Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê û Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî de li Londona paytext hate pêşkêşkirin.

Film şehadeyên der barê tawanên bi komî de yên ku li girtîgeh û beşên ewlehîyê li Sûrîyeyê hatine kirin tîne der her weha awayê veşartina Rêjîma Sûrîyeyî bo dehhezaran mêr, jin û zarokan di torekê ji beş û navendên girtinê yên veşartî de şirove dike û xwe disperse gotinên kesên saxmayî, malbatên girtî û windayan û delîlên ku ji nava bajêr derketine.

Piştî pêşkêşkirina film, xelekeke danûstendinê li gel serokên Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê; Mazin Derwîş, Mamosta Christian Bendeket û Philip Luther ji Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî, derhênera film Sara Afşar û hilberînerê film Nicola Catcher li dark et.

Xeleka danûstendinê behsa doza bi dehhezaran girtîyên Sûrîyeyê kir her weha beşin ji êşa rojane yak u bi hezaran malbatên Sûrîyeyî rastî wê tên di dema gera li çarenûsa zarokên xwe anî ser ziman.

Bo dîtina Belgefîlm: “Windayên Sûrîyeyê: Dozak li Dijî Esed”

Bo naskirina hin agahîyên din der barê Belgefîlm de “Windayên Sûrîyeyê: Dozak li Dijî Esed”