Pênc salên windakirina bi neçarî li ser parêzer Xelîl Metûq derbas dibin

Sibeha roja duyem ji cotmeha 2012an, Xelîl Metûq ji mala xwe ya Sehnayaya Gundewarê Şamê derket û ber bi mala hevalê xwe Mihemed Zaza ve çû. Ji wê rojê ve her du jî nehatine dîtin.

Tevî daxwzên malbata wî û rêxistinên Sûrîyeyî û cihanî yên berevanîya di ber mafên mirovan de yên berdewam bo diyarkirina çarenûsa wî lê desthilatên Sûrîyeyî tu agahî nedane her weha hîn jî di rewşeke windakirina bi neçarî de girtî ye. Ji ber ku ew ji derveyî çarçoveya parastina qanûnê ye û bi derve re ne têkildar e, gelek tirs ser tendirustîya wî û jîyana wî heye, her weha nexweşîya wî ya pişikê jî ku hiştiye 60% ji pişika wî nema kar bike, bûye sedema ku tirsa li ser jîyana wî mezintir be.

Xelîl Metûq parêzerekî Sûrîyeyî ye di sala 1959an de li gundê Mişêrfe yê girêdayî Tilkelexa Homsê ji dayik bûye.

Rêveberê cîbicîkar ê “Navenda Sûrîyeyî ya Xwendin û Lêkolînên Qanûnî” ye her weha serokê “desteya berevanîya di ber girtîyan de” ye. Weke parêzer; wî berevanî di ber gelek çalakvanên mafên mirovan û girtîyan de li pêş dadgehên leşkerî, yên ewlehîya dewletê û yên sivîl li Sûrîyeyê kiriye. her weha berevanî di ber girtîyên “Bihara Şamê” û “ragihandina Şam – Beyrûtê” de kiriye. her weha Metûq serokê destya berevanîya di ber girtîyên “Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê” de bû ku di 16ê sibata 2012an de hatibûn girtin. Wî bi eşkeretî bêparkirina girtîyan ji mafên wan ê dadgehkirineke dadmend şermezar kir û alîkarîyên qanûnî pêşkêşî qurbanîyên binpêkirinên mafên mirovan kir. Her weha mamosteyê rahêner ê grûpeke parêzerên çalakvanên mafên mirovan bû ji nav wan jî Mazin Derwîş, Mîşêl Şemas û gelekên din.

Şemas li ser zimanê Metûq dibêje: “Karê di warê Mafên Mirovan de divabe dûrî hemû alîyên siyasî be”.

Xelîl Metûq; parêzerê ku bêhtirî 20 salan di berevanîya di ber girtîyên nerînan de derbas kir, wî li gel hevkarên xwe yên parêzer berevanî di ber bi hezaran girtîyên siyasî û yên nerînan de çi komonîst, misilman, xiristiyan an çalakvanên mafên mirovan de kir, nuha jî weke bi dehhezarên girtîyan pêdivîya wî bi piştgirîya me heye. Rêxistina “parêzerên ji bo parêzeran” a Holandî xelata xwe ya salane weke rêzdarîyekê ji karê wî re da wî, ev xelat digihê parêzerên ku serwerîya qanûnê û mafên mirovan bilind dikin û keça wî Renîm ev xelat bi nave wî wergirt. Her weha zanîngeha (London South Bank)ê di sala 2016an de ew xiste nav lîsteya sirûşkarên xwendekarên mafnasîyê ku ji 11 kesan pêk tê, piştî ku ji alîyê xwendekarên zanîngehê hatibû namzedkirina di sala 2015an de ji ber beşdarîya di bicihanîna serwerîya qanûnê, mafên mirovan û dadmendîya civakî.

Xelîl Metûq ne bi tena xwe ye kesê ku desthilatên Sûrîyeyî cihê wî diyar nakin, li gel hevalê wî Mihemed Zaza yê ku pê re hatibû girtin, bi dehên hezaran girtî di jêrzemîn, zindan û girtîgehên Sûrîyeyî de ku çarenûsa wan ta nuha ne diyar e.

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê doza:

  1. Diyarkirina demlidest û bê şert û merc a çarenûsa parêzer Xelîl metûq û hevkarê wî Mihemed Zaza û serbestkirina wan.
  2. Diyarkirina çarenûsa hemû girtîyên di zindanên Sûrîyeyî de û li cem rêxistinên çekdar ên din her weha serbestkirina wan.
  3. Navend li ser mafê jîyînê, dadgehkirina dadmend û eşkere û mafê peydakirina miqatebûna bijîşkî teqez dike, hemû berpirsyarîtîyên parastina sivîlan jî li mile desthilatên Sûrîyeyî bar dike û li ser giringîya xwedîderketina li pabendîyên xwe bo qanûna navdewletî di vî warî de teqez dike.

Hemû kes dikarin di berevanîya di ber Xelîl Metûq de beşdar bin, bi rêya:

  1. Nivîsandina bo emaila taybet a berevanên mafên mirovan di NYyê de ([email protected])
  2. Belavkirina wêneyên parêzer Xelîl metûq û agahîyên der barê wî de li ser “Facebook” û “Twitter”ê li gel bikaranîna haştaga #Azadiya_Xelîl_Metûq #الحرية_لخليل_معتوق #Freedom_Khalil_Maatouk
  3. Nivîsandina bo rojnameyên li bajarê te û şandina agahîyan der barê Xelîl Metûq de û daxwaza diyarkirina çarenûsa wî her weha zexta li ser desthilatên Sûrîyeyî bo diyarkirina demlidest û bê şert û merc a çarenûsa wî û hevkarê wî Mihemed Zaza û serbestkirina wan.