Daxuyanîya devkî ya serokê Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê; Mazin Derwîş di rûniştina “avakirina bingehên damendîyê li Sûrîyeyê” de ya ku ji ber civînên gera 72yan ya komeleya giştî ya NYyê hatibû lidarxistin

21-9-2017 Newyork

Navenda NYyê ya sereke, hola 3yan ya civînan

 

Xanima Dadwer Catherin Marchi-owel seroka Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe

Wezîrên Derve, balyoz û hemû kesên amade

Min ji dil dixwest ku sander aştîyê bo Sûrîyeyê Stefan De Mestura an yek ji tîma wî îroj li vir hazir be lê xuya dike ku civînên jinûavakirinê ji yên dadmendîya li Sûrîyeyê bêhtir bala wî dikişînin. Ev yek jî tê fêmkirin ji ber ku pêvajoya aştîyê li gor wî li Sûrîyeyê girêdayî serkeftin û têkçûna li meydana leşkerî ye, lê em welatîyên normal ên ku me tu têkilî bi alîyên şer re danenîye, em dibînin ku pêvajoya aştîyê li ser dadmendî, rêzdarîya rûmeta mirovî û xewnên rewa yên azadî, demokrasî û aştîyê berdewam dike.

Mamostayên rêzdar:

Di her sê rojên borî de, hevkarên min ên navendê li gel şandên Birîtanya, Newzelanda, Keneda û Swîsrayê kar dikin ji bo danîna projebiryarekî di Encumena Mafên Mirovan de der barê Sûrîyeyê de. Di hema demê de em li navendê li ser 9 dozên qanûnî li pêş dadgehên Ewropî li dijî tawankerên cengê li Sûrîyeyê kar dikin; 7 ji wan li dijî rêjîmê ne û 2 li dijî hêzên opozisyonê ne. di heman dema ku em hevkarîya xwe bi Komîteya Lêpirsînan ya Navdewletî re wurt dikin me dest bi amadekerîyên pratîk ên hevkarîya li gel Awaya Navdewletî ya Bêalî û serbixwe (IIIM) re kiriye.

Her dem em rastî vê pirsê tên: gelo ev kar tev ji bo tolhildanê ye? Rastî ev kar ji bo çêkirina aştîyeke rast û domdar e li Sûrîyeyê ku tu aştî bê dadmendî nayê pêkanîn.

Aştî ji bo me weke welatîyên Sûrîyeyê ne karekî bo mûçeyeke baş e ne jî lihevkirineke siyasî ya qels e di nav mîrên cengê de ye.

Aştî li Sûrîyeyê pêşeroja welatê me û zarokên me ye ji ber wilo aştîya bê dadmendî dê bêhinvedaneke kurt a amadekirina cengeke nû be ku xwe li ser tolhildanê ava dike û dê hemû hewldanên jîyana hevbeş, tebatî û pirrengîya li Sûrîyeyê tê bibe.

Aştîya bê dadmendî dê hêvîyên bi hezarên malbatan li Sûrîyeyê yên ku çaverêyî vegera girtîyên xwe  û naskirina çaranûsa wan in wêran bikin. Hin dayikên ku min ew dîtin xewna wan e ku goreke hezkirên xwe çêbikin da ku karibin seredana wan bikin.

Aştîya bê dadmendî vegereke ewle ji koçberan re peyda nake. Berî çend rojan yek ji efserên mezin ên rêjîmê li ser televizyona fermî soza tolhildanê da koçberên ku dixwazin vegerin Sûrîyeyê û şîreta nevegerê li wan kir.

Mamostayên hazir:

Eger civaka navdewletî di peredayîna xwe ji bo projeyên jinûavakirinê de; berî ku veguhestineke siyasî ya rast li Sûrîyeyê çêbibe ku çareyeke dadmend ji bo dozên mirovî û mafên qurbanîyan hemû alîyan deyne ew jî bi rêya dadmendîya veguhêz, rast be, ya çêtir dê ew be ku hin pere ji bo çêkirina kampan werin peydakirin ji pêşwazîkirina li koçberên li Ewropayê.

Dadmendîya bê aştî tenê nifşeke bteroran ê nû diafirîne, bi sedhezarên ciwanên Sûrîyeyî yên aciz û êşiyayî ji ber xapandinê dê bibin gur û endamên rêxistinên terorê dema zanibin ku aştî ne pêkan e li Sûrîyeyê û reva ji sizayê diyarîyeke ji bo tawankeran.

Divabe em tecrubeyên xwe yên berê yên dijatîya terorê jibîr nekin , karên leşkerî dikarin ziyanan bigihînin rêxistinên terorê mîna DAIŞ û Nusrayê û me bi ser dixe lê pêdivîya binketina terorê bi dadmendî, demokrasî û geşepêdana domdar heye.

Mamostayên hazir:

Di vê dema ku encumena Ewlekarîyê nikare bi karê xwe ji bo sivîlên Sûrîyeyê rabe, gelek dewletên li vir hazir karîbûn nimûneyekî pêşketî û wêrek ê pêşengîya siyasî bi rêya derxistina biryara NYyê ya çêkirina Awaya Navdewletî ya Bêalî û Serbixwe (IIIM) pêşkêş bikin.

Em li hêvîya we ne ku hun van karan bişopînin ji bo derxistina biryareke Komeleya Giştî ya çêkirina dadgeheke taybet a tawanên cengê û yên dijî mirovahîyê li Sûrîyeyê. Em zehmetîya vê yekê baş nas dikin lê bawerîya me bi wê yekê tê ku pêşengîyeke siyasî ya xwedî sinc bi tenê dikare aştîyê çêbike.