Bikaranîna “Çekên Qedexekirî” bi awayekî dijwarî li Sûrî

Navenda Dokumentasyona Binpêkirinan li ser êrişên ku di navbera salên 20192020- de, bi çekên qedexekirî hatine bikar anîn vê raporê pêşkêş dike. Rapor bikaranîna berfireh a çekên qedexekirî ji hêla aliyên şer ve, ku tê de bombeyên bermîlî, sindoqên teqîner, bombeyên gazê û cebilxaneya şewatbar, diyar dike.

Di vê raporê de çend êrişên ku belgefilmên navendê nekarîbûn lêpirsînek berfireh û durist li ser bikin, bigire dest, eger ew di raporên medyayî yên ji ofîsên ragihandinê yên herêmî an medyaya civakî de hatibin behs kirin jî û di derbarê qurbaniyên sivîl de jî axivî be. Sedema wê vediger ku jêderên pir li ser êrîşekê nehatin peydakirin, bê ku navend wan êrîşan bi carekê re dûr bixe.

Tîmê navendê ( 11) êrişên bi cebilxane û bombeyên gazê ji hêla hêzên Rûsî û hêzên hukûmeta Sûrî û komên girêdayî wan ve belge kir. Di heman demê de (5) êrişên bi cebilxanên şewatkar ji aliyê hêzên hukûmeta Rûsî û Sûrî ve hatine tomar kirin.Tîma navendê bi kêmanî ve 2 êrişên cebilxane ya ku ji hêla hêzên tirkan ve li bakurê rojhilata Sûriyê hatin pêkanîn, tomar kirin. Her wiha (8) êrişên bi karanîna bombeyên bermîl û qenîneyên teqîner ên hêzên hukûmeta Sûrî belge kir.

Ev rapor hemû çekên teqîner yên qedexekirî û çarçoveya wan berfireh be li herêmên ku sivîl lê dijîn, belg dike. Her wiha çekê ku hikumeta Sûrî û Rûsî ji esîman li ser sivîlan dibarîn û ziraran digihîne û zirarên sivîlî yên di encama bermîlên teqîner yên hikumeta Sûrî document dike.

Raporê di asta yekemîn de bala xwe dide govanên ku li ber dest in, eger ev yek cuncaw ba. Bi awayekî zindî ji govanên ku ji destdirêjiyên gewdî yên li dijî zagona navdewletî ya mirovî rizgar bûn, her wiha ji çalakvanên meydanî yên ku nûçegihanên navenda belgekirina binpêkan li Sûrî dane hev. Ji bo ku rapor di asteke rast de be û hemû êrîşên xweber û yên bi çekên qedexekirî di navbera 20192020-an de be, tîma navendê ya pispor hemû dîmen û wêne ku ji aliyê çalakvanên ragihandiyê ve di dema êrîşên li ser herêmên sivîlan hatin kişandin, analîz kirin.

Bo xwendina tevahiya raporê: