Bi Dehê hezaran: Pêşangeheke Taybet a Windayên Sûrîyeyê li Beyrûtê tê çêkirin

Ji sala 2011an ve, bi deh hezaran kes li Sûrîyeyê bêyî tu şûnê windabûne û ketine nav qurbanîyên windabûna bi neçarî.

Dema ku kesek tê girtin an revandin ji alîyê dewlet an hêzên çekdar ên ne girêdayî dewletê ve, paşê ev alî hebûna vî kesî li cem xwe red dike, an jî bi qesdî cuhê wî diyar nake, ev kes ji bin parastina qanûnê derdikeve. Li Sûrîyeyê, kesên winda ji cîhanê tên bidûrxistin û dikevin zindanine dagirtî de û îşkencekirin di vê rewşê de dibe tiştekî normal, her weha nexweşî û mirin belav dibin. malbatên van kesan jî di rewşek tirs û bêhêvîtîyê de dijîn ji ber ku nikarin tu nûçeyan der barê hezkirên xwe de bidest bixin.

bi dehê hezaran” pêşangeheke ji alîyê ofîsa herêmî ya Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî li Beyrûtê bi boneya roja cîhanî ya kesên winda di 30ê tebaxê de hatiye birêxistin. Armanca wê balkişandina ser doza windayan li Sûrîyeyê ye bi rêya pêşkêşkirina çîrokên takekesî yên kesên ku bi awayekî keyfî hatine girtin û windakirin li Sûrîyeyê, ew jî ji ber çalakîyên wan ên sivîl di warê berevanîya di ber mafên mirovan de. Ev kes çalakvanên sivîl in û berevanên mafên mirovan e her weha parêzer û karmendên alîkarîyên mirovî ne.

Di vê pêşengehê de, tiştin taybet bi van kesan ku li paş xwe hiştine tên pêşkêşkirin li gel diyarkirina wateya van tiştan ji bo malbatên wan di roja îro de û vegotina çîrokên wan ji alîyê hezkirên wan ve.

Li gel van tiştan, hin helbestên ku ji alîyê helbestvanên ku berê girtî bûn dê werin xwendin her weha hin nîgarên ku di hundirê zindanan de hatine çêkirin ji nav wan jî portrêyên jinin girtî ku ji alîyê hunermena Sûrîyeyî Eza Ebû Rebîa hatine çêkirin, dê werin pêşkêşkirin.

Ta dîdareke çavrêkirî û hêvîyeke xewna dîtinê.

Dever: Station Beyrût

Vekirin di 30ê tebxê de ye:  ji 7 ta 9ê êvarê

Demên seredana pêşangehê ji 31ê tebaxê ta 6ê îlûnê: ji 12ê piştnîvroyê ta 7ê êvarê.

Bo gihaştina Devera Pêşangehê: