Vegera bo Homsê tuneye: xwendinek der barê koçkirina bi neçarî li Sûrîyeyê


Koçberîya ku dewlet pêşengîya wê dike bûye xaleke şerê Sûrîyeyî a balkêş. Ew jî bi rêya siyaseta dorpêçkirin, birçîkirin, wêrankirin û veguhestina niştecihan, hikûmeta Sûrîyeyê bi alîkarîya hevalbendên xwe; Rûsya û Îranê, bi sedhezaran welatîyên sivîl ji gundewarê Şam, Heleb û Homsê yên ku li dijî rêjîma Esed rabûn, koçber kirine û di encamê de kirîzeke koçberîya bêhtirî nîvê Sûrîyeyîyan ji malên xwe derkete hole. Gelek ziyanên madî di binesazîyê de derketin holê li herêmên ku ji xelkên xwe hatine valakirin li gel ziyanên derûnî û laşî yên ku digihên kesên koçber, lê ev koçkirina bineçarî ziyanên çandî, aborî û civakî yên demdirêj li dûv xwe dihêle ku pêvajoya aştîyê û lihevkirinên di Sûrîyeya pêşerojê de zehmettir dike.

Ev rapor awa û bandore endezarîya demografî ya ku dewlet li Homsê pê radibe, kifş dike ew jî bi rêya xwendina rewşa Homsê ya ku di 2014an de bû yekemîn navendeke şaristanî dikeve bin dorpêçkirin û wêrankirin hikûmetê de. Armanca vê xwendinê ew e fêmkirina tiştê ku li Homsê çêbûye ji bo balkişandna ser zehmetîyên berdewam yên ku rastî koçberan tên her weha ji bo destnîşankirina waneyên ku bersivdayîna alîyên navdewletî çêtir dike li gel fêmkirina dînamîkîyên çalak li bajar û gundewarên Sûrîyeyî yên ku ji alîyê stratîcîya koçberkirina bineçarî ya hikûmetê tên armanvkirin.

Ev xwendin pêşî behsa Homsê dike û nerîneke gişgir a şer ji destpêkê de di sala 2012an de ta bi wêrankirin û koçberkirina ji piranîya navçeyên bajêr re di nîvê 2014an de. Xwendin di bandorên dorpêçê de û rola NYyê di pêşketinên piştî dorpêçê de. Agahîyên di gengeşeyên vê raporê de encama gelek danûstendinên ku di nav 2011an û 2014an de hatine çêkirin li gel xelkên ku ji Homsê hatine koçberkirin.

Ev rapor dide xuyakirin ku stratîcîya koçberkirinê ya hikûmetê li Homsê cûreyeke endezyarîya demoxrafî ye, armanca wê ew e lîska bi jimara niştecihan li gor bingeheke tîreyî ji bo çalakkirina desthilatdarîya hikûmetê. Niştecihên Homsê yên berê dijatîya zordestîyê kirin piştî koçberkirina wan a yekemîn û piranîya wanly herêmine din ên parêzgehê ta îroj dorpêçkirî ne. xelkên ku hevpeyvîn li gel wan hate çêkirin lîsteyeke dirêj ji zehmetîyên madî û birêveberî yên ku hikûmetê çêkirine danîn ku wan ji vegera malên wan qedexe dike. Di encamê de ew ji xebatên jinûavakirinê yên ku hikûmet li gel ajansên NYyê û bi piştgirîya dewletên biyan pê radibe,  hatin bidûrxistin.

Dibe ku di van rewşan de piştgirîya navdewletî ji hikûmetê re ji bo jinûavakirina taxên Homsê yên ku hatine wêrankirin bibin sedema bobelatan li herêmên din bi rêya dayîna “qezencên tawanên cengê” bo hikûmetê li şûna rakirina berpirsyarîtîya van tawanan. Rastî “nimûneya Homsê” pilaneke wêrankirina deverên sereke yên din bû mîna Dareya û Rojhilatê Helebê di 2016an de û valakirina wan.

Rewş û asta koçberkirinê li bajarên mîna Homsê re zehmetîyeke mezin e li pêş tebata pêşerojê li Sûrîyeyê. Lihevkirinên niştîmanî li Sûrîyeyê bêyî çareserkirina dozên girêdayî vegera li welat û vegerandina milk û samanan, bipêş nakevin. Ev jî tê wateya ku jinûavakirina li Homsê ya ku ne li gor hestdarîya şer e dikare sitemkarîyê biçesipîne û nakokîyên tîreyî kûrtir bike her weha sitemên nû çêbike di encamê pêşveçûna ber bi çareserîyê ve pûç dike.

Divabe xebatên jinûavakirina madî li herêmên weke Homsê tenê weke beşekî stratîcîya çalakkirineke gişgir be li gor hestdarîya şer be û her du alîyên piştgirîya bo jinûavakirinê û karên çareserkirina pirsgirêkên kesên koçberkirî di nav xwe de bihewîne.

Ev rapor ji alîya Institûya Sûrîyeyê bi piştgirîya tîma Baxê hetiye amadekirin.

Bo daxistina raporê bi her du zimanên Îngilîzî û Erebî bi forma PDFê