Hin dewlet an kompanîyên înternêtê an kesên ku înternêtê belav dikin li hin dewlet û herêman, gelek malperan asteng dikin, ev yek dibe pirsgirêk li himber karê hin rojnamegeran ji ber ku nikarin bigihên jêderên agahîyan.
Em çawa dikarin astengkirinê derbas bikin?
Yek ji şêwazên derbaskirina astengkirinê ew e bikaranîna toreke VPNê ye an Virtual Private Network
VPN çi ye?
Programeke li ser kompîter an telephone tê daxistin .
Armanca wê ya sereke
Yek: derbaskirina astengkirinê.
Du: şîfrekirina pêwendîyê da ku hemû tiştên şandî û wergirtî da ku kompanîya pêwendîyan nikaribe cihê te diyar bike.
Başî û xirabîyên VPNê çi ne?
Başî: Xalên erênî di VPNê de:
- Tu dikarî bikevî malperên astengkirî de
- Şîfrekirina pêwendîyê
- Veşartina nasnameya bikarêner (malpera ku tu seredana wê dikî bi zehmetî digihêje nasnameya te)
Xirabî: xalên neyînî di VPNê de:
- Leza pêwendîyê ne baş e *lez li gor kompanîya VPNê ye.
- Kompanîya înternêtê dikare nas bike k utu VPNê bi kar tînî.
- Bikaranîna VPNê ne qanûnî li hin dewletan mîna li Mîrnişînên Erebî yên Yekgirtî.
- Kompanîya VPNê dikare malperên tu dikevêyî nas bikî ji ber ku pêwendîya de li kompanîya VPNê tê şîfrekirin û vekirin *an pêwendîya te li cem her alîyî şîfrekirî ye, ji bilî li cem kompanîya VPNê
- Hin kompanîyên ku VPNê bêpere pêşkêş dike rêklaman pir dike.
Aplîkêşinên VPNê bipere ne an bêpere ne?
Hin kompanî hene VPNê bêpere pêşkêş dike û gelek kompanî bipere pêşkêş dike
*VPN a bipere ji ya bêpere bileztir e.
VPNeke bêpere û ewle çawa tê bidestxistin?
Ji nav kompanîyên ku vêrsyonên bêpere û ewle pêşkêş dikin:
- Kompanîya PSiphonê gelek vêrsyonên bêpere bo kompîterên sîstema Windowsê, telefonên Androidê û IOSê pêşkêş dike.
Hemû vêrsyonên PSiphonê li ser vê lînkê peyda ne: https://psiphon.ca/ar/download.html
Hun dikarin versyona Windowsê bi rêya vê lînkê daxin: : https://psiphon.ca/psiphon3.exe
Hun dikarin ji telefonên Android re bi rêya Google Play daxin, ji vê lînkê:
https://play.google.com/store/apps/developer?id=Psiphon+Inc
Hun dikarin ji telefonên IPhone re bi rêya Apple Store ji vê lînkê daxin:
https://itunes.apple.com/us/app/psiphon/id1276263909
Eger malpera PSiphonê astengkirî be, hun dikarin bi rêya şandina emaileke vala bo: [email protected] bi dest bixin.
Rêbera bikaranîna PSiphonê bi Erebî di vê lînkê de ye: : https://psiphon.ca/ar/user-guide.html
Kompanîyeke din VPNê bêpere pêşkêş dike, Kompanîya TORê
Tor vêrsyoneke bêpere bo komîterên Windows, Mac û Linexê pêşkêş dike, li gel versyona Androidê
Hemû vêrsyonên TORê li ser vê lînkê peyda ne: : https://www.torproject.org/download
Hun dikarin versyona Windowsê bi rêya vê lînkê daxin:
https://www.torproject.org/dist/torbrowser/8.0.8/torbrowser-install-win64-8.0.8_en-US.exe
Hun dikarin versyona Mac bi rêya vê lînkê daxin:
https://www.torproject.org/dist/torbrowser/8.0.8/TorBrowser-8.0.8-osx64_en-US.dmg
Hun dikarin versyona Androidê ji Google Store bi rêya vê lînkê daxin
https://play.google.com/store/apps/details?id=org.torproject.torbrowser_alpha
Eger malpera TOR astengkirî be, tu dikarî vêrsyona wê bi rêya emailê bi dest bixe, bi rêya şandina nameyeke vala bo vê adrêsê: : [email protected]
Çi cudahî di navbera PSiphone û TORê de heye?
PSiphone hemû agahîyên şandî û wergirtî şîfre dike, lê TOR tenê agahîyên ku bi rêya wê tên şandin û wergirtin şîfre dike *malpereke TORê ya taybet heye
Hemû Kompanîyên VPNê cihê bawerîyê ne?
Na.
Tu nikarî bawerîya xwe bi her kompanî û aplîkêşinên VPNê bîne.
Her du kompanîyên li jorê cihê bawerîyê ne û eger pêdivîya te bi aplîkêşineke din hebe şêwira zanyareke teknîkî bike.