Rojnamegerîya Dîcîtalî: 6 programên bêpere ji Rojnamevanan re bo çêkirina nexşeyên înteraktîv

 

Ji alîyê: Paige Levine

Hê jî rojnamegerîya înteraktîv gengaz e bêyî naskirineke berfireh di warê şîfrekirinê de, lê çawa?

Di nav rûpelên înternêtê li awayên çêkirina dosyayên multîmîdiyayê bigere. Li jêr, tu dê hejmarekê ji aplîkêşinên bêpere bibîne ku dikarin vî karî ji te re bikin, bê ku pêdivîya te bi şîfrekirinê hebe.

(Google My Maps) : nexşeyên li ser motorê lêgerînê yê (Googleê) yên herî navdar in li cem xwîner û rojnamevanan in, ew jî ji ber ku ew mîna nexşeyên li ser telefonan e yên ku li ser sîstema GPSê kar dikin. Tu dikarî nexşeyeke xwe a Googleê ya taybet li gel deq û wêneyan çêbike. Navê devera ku tu lê digerî li cihê lêgerînê li jor binivîse. Dema k utu deverê bibînî, li “tev li nexşeyê bike” bixe. Nexşeyên min (My Maps) dê nîşanên te yên kevin tevan bi derzîyan li ser nexşeyê diyar bike, her weha dê gelek vebijêrkan ji te re peyda bike. Tu dikarî nîşana derzîyê li gor daxwaza xwe jî biguherî. Ev yek ji te re zêdekirina xêz, dûrbûn û alîyan bo zêdekirina zelalîyê peyda dike. Dema k utu nexşeya xwe bi dawî bikî tu dikarî bi par ve bikî.

 

Çîrokên bi rêya nexşeyan (Story Maps): ev program rê li ber bikarêner vedike ku ew dengan her weha wêne û vîdiyoyan tev li nexşeyên xwe bikin. Ev program nêzî programê StoryMap JSê ye lê dîzayna wê û bersivdayîna wê bedewtir û çêtir e. deq û wêne li alîyê çepê ne, nexşeyine mezintir û wêneyine din jî li alîyê rastê ne. ev dîzayn rê dide bikarêneran ku ew bi awayekî hêsan di nav nexşeya çîrokê de bigerin. Ji bo dîtna mînakekê, li vê derê bixe.

Nexşeyên çîrokên rêzkirî (Story Map Cascade) : ev program dihêle ku bikarêner li şûna ku bi awayekî asoyî li nexşeyê binêre, wê ji bo guhertinê ber bi jor û jêr ve bibe. Li şûna ku bikarêner li slaydan bixin ew dikarin bihêlin ku mezinbûna nexşeyê li gor ekrana telefona wan be. Bikarêner dikarin deq, wêneyên 3D û vîdioyan tev li nexşeyê bikin. Ji bo dîtina minakekê, li vê derê bixe.

Nexşeyê tînê ên vekirî (Open Heat Map): Nexşeyê tînê rengan li gor hejmaran destnîşan dikin, beşen nexşeyê jî li gor agahîyan têne rengkirin. Ev awa xwendina nexşeyê, naskirina alîyan û têgînên ku nexşe berdest peyda dike, hêsantir dike. Ev aplîkêşin nexşeyên înteraktîv çêdike, ji lew re dema ku bînerê nexşeyê nêzî deverekê bibe, dê agahîyên rast ji wî re peyda bin.

Nexşeyên kirîzan ên Googleê: ev program kirîzan dişopîne her weha karê rojnamevanan jî hêsan dike. Tu dikarî agahîyên xaknîgarîyê ji xwe re daxînî. Bikarêner dikarin beşdarî agahîyan bibin bi rêya vî programê ku dikare bilez agahîyan nas bike. Tu dikarî Nexşeyên kirîzan ên Googleê şîfre bikî da ku tu bi par ve bikî.

Map Hap: eger tu ne ji hezkirên nexşeyên Googleê bî, tu dikarî nexşeyên înteraktîv bi rêya vî program çêbike. Map Hap hemû tiştên ku di Googleê de hene ji te re peyda dike. Tiştê baş di vî program de ew e ku ew gelek vebijêrkan ji bo çêkirina bingeha nexşeyê ji te re peyda dike, ku ev vebijêrk di Google Mapsê de tunene.

Nexşeyên Wêbê: dûrî programên nexşeyan ên klasîk, VIS rê dide bikarêneran ku ew deverinan li ser nexşeyên çêbikin û bi rêya vê yekê dîmenê ji rojnamevan û cemaweran re bêhtir zelal dikin. Armanca sereke ji  çêkirin nexşeyên VISê ew bo rojnamegerîya lêpirsînê, lê bikarêner dikare bi gelek awayên din jî sûdê jê werbigire.

Nuha, programên pêwîst di nav destên te de ne, qonaxa duyem ew e çawanîya pêşkêşkirina dezgehên ragihandinê ye. Bikeve Rêberê agahîyan ê taybet de, di vir de tu dê gelek agahîyên dabeşkerî yên pêwîst ji bo rojnamevanan bibîne.

Tu dikarî bikevî Texteya Pinterestê de da ku tu tiştine nû ji bo nexşeyan nas bikî.

Wêneya sereke rêdana (Elmeşa Elîbdaî) li ser malpera Flîkerê wergirtîye, ji alîyê Shawn Harkel

Jêder : Tora Rojnamevanên Navdewletî