Sûrye : ji civaka navdewletî tê xwestin ku pergaleke cîhanî di bin sîya rêzdarîya zagona navdewletî, çêbike

Dîmenên ku êrîşa  Esed ya kîmawî û dijwar li ser Êdlêbê diyar dikin, ya ku di encamê de 86 welatîyên sivîl kuştin û bêhtirî 200î birîndar kirin, weke teqezîyeke têkçûyîna civaka navdewletî ne. Ew reva ji sizaxwarinê yak u bi dest dezgehên rêjîmê yên leşkerî û alîgirên wan (weke Rûsiya) dikeve, bûye sedema dijwarîya tawanan, ji lew re divabe sinor ji van yekan re were danîn. Ji çaxa destpêka şerê Sûryeyî di 2011an de, Encumena Ewlakarîyê nikarîbûna xwe der peydakirina tevgera pêwîst de diyar kir, sedem jî mafê dijrabûnê ye ku Rûsiya û Çîn bikar tînin ku bi sedema wan gelek destpêşxerîyên navdewletî yên ku dixwestin çareyekê ji şer re peyda bikin, hatin astangkirin. Ji ber ku civaka navdewletî nikarîbû li gor bersivdayînê be, destêwerdanên ne li gor zagona navdewletî ji alîyê hin dewletan ve hate bicihanîn.

Serokê Federasyonê; Dîmêtrês Krîstpolis, got “divabe îro roj, dijatîya bikaranîna mafê dijrabûnê yê ku bi awayekî nepêwîst tê bikaranîn, were kirin. Rêxistinên me, ji Komeleya Giştî dixwaz ku ew dest bi çaksakirina Encumena Ewlekarîyê bike da ku mafê dijrabûnê di mijarên girêdayî tawanên cengê û dijî mirovahîyê, neyê bikaranîn”

Her weha, Serokê Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê û nûnerê Federasyonê; Mazin Derwîş, got “ev vexwendin ji bo rewatîyê ye: çi ku binpêkirinên zagona navdewletî hêza civaka navdewletî di dîtina çareserîyeke aştîyane de û pilankirina pêşeroja Sûryeyê, dimije”

Di vê heftîyê de, projebiryarek ku doza dad û lêpirsînê dike der barê şermezarkirina bikaranîna çekên kîmyawî, bo Encumena Ewlekarîyê, hate pêşkêşkirin, ku tê de ji hikûmeta Sûryeyê tê xwestin belgeyên derketinên asîmanî li pêş lêvekolan veke, divabe encumen vê biryarê jî li xwe bigire. Ji KOmeleya Giştî jî tê xwestin ku bingehên danîna pergaleke cîhanî di bin sîya rêzdarîya zagona navdewletî de, biçesipîne.