“çalakvanên Sûrîyayî a çavdêrîyê” rapora “Sûrîyeyîyên derbider” belav kir ku behsa hûrgilîyên hin bajarên koçberîyê dike li gel pirsgirêkên koçberîyê, alîyên wê yên mirovî, civakî, abûrî û perwerdeyî her weha alîyên navdewletî û herêmî.
Rapor sedemên koçberîyê yên serke diyar dike her weha bandora koçberîyê ser koçberan û civakên ku ku li wan koçber dibin tîne der, ji alîyekî din ve behsa danûstendina Sûrîyeyîyan bi doza koçberîyê re dike û qewîtî û encamên ku bi rêya raporên ku di 2014 li ser rewşa koçberan hatine çêkirin, tîne der.
Rapor ji 43 rûpelan pêk tê û li jêr van serenavan hatiye dabeşkirin:
- Koçberîya li Tirkîyeyê
- Koçberîya li Misirê
- Koçberîya li Libnan
- Rewşa malbateke koçber li Yonanistanê
- Bikaranîna Xazên jehirdar ji hêla Rêjîmê ve li Kefer Zêtayê
Mulhem Elhuseynî serpereştê amadekirina raporê bû û ev kes di navîsandina raporên din de beşdar bûn: Eymen Xocel, Rîm Reşad, Ehmed Talib her weha endamine “Çalakvanên Sûrîyeyî ên Çavdêrîyê”.
Bo dîtina çapa PDFê, li vê derê bixe.