Hikûmeta Sûrîyeyê sînorê tawanên dijî mirovahîyê derbas dike
(New York) – “Human Rights Watch”ê di raporekê de ku roja 1ê gulanê hate belavkirin, got ku peytine nû ketine nav destên wan de ku bikaranîna çekên kîmawî ji alîyê hêzên Hikûmeta Sûrîyeyê ve, her kêm çar caran di van mehên dawî de, teqez dike. Ev car jî di: 4ê nîsana 2017an de (êrîşa kîmawî li ser Xan Şêxûnê) ku herî kêm 92 kes di encamê de hatin kuştin, her weha 3 carên din jî di nav berfanbara 2016an û adara 2017an de.
Ev êrîş beşek in ji bikaranîna berfireh ya hêzên hikûmeta Sûrîyeyê bo çekên kîmawî. Ev êrîş li ser asteke berfireh tên bicihanîn û hin caran welatîyên sivîl armanc kirine. Ev jî tê wateya ku ev êrîş li gor qanonê; tawanên dijî mirovahîyê ne. weke beşekî ji peytên ku belavbûna van êrîşan diçesepînin, rapara Mirina bi çekên kîmawî: Bikaranîna hikûmeta Sûrîyeyê ya berfireh û pilankirî bo çekên kîmawî ku ji 43 rûpelan pêk tê, 3 sîstemên cihêreng ku di êrîşa kîmawî de tên bikaranîn destnîşan dike:
- Xuya dike ku belafirên hikûmetê yên cengî, bombeyên ku bûjenên kîmawî yên xwedîbandor li ser rehan, herî kêm ji 12ê berfanbarê ve, çar caran avêtine.
- Bikaranîna xaza kilorê ya ku bi rêya belafiran tê avêtine ketiye warê pilankirinê de.
- Hêzên bejayî yên hikûmetê û hêzên alîgirê wê dest bi bikaranîna çekên bejayî yên ku kilor di wan de ye kirine.
Xuya dibe ku armanc ji hin êrîşan ew e zirarkirina sivîlan.
“Human Rights Watch”ê di raporekê de ku roja 1ê gulanê hate belavkirin, got ku peytine nû ketine nav destên wan de ku bikaranîna çekên kîmawî ji alîyê hêzên Hikûmeta Sûrîyeyê ve, her kêm çar caran di van mehên dawî de, teqez dike. Ev car jî di: 4ê nîsana 2017an de (êrîşa kîmawî li ser Xan Şêxûnê) ku herî kêm 92 kes di encamê de hatin kuştin, her weha 3 carên din jî di nav berfanbara 2016an û adara 2017an de.
Rêveberê cîbicîkar ê Human Rights Watchê, Kenneth Roth got:
“Bikaranîna hikûmetê di demên dawî de bo çekên kîmawî yên ku ziyanên wan li rehan heye, gaveke pir nebaş e. di mehên dawî de, hikûmetê belafirên xwe û hêzên xwe yên bejayî ji bo bicihanîna êrîşên bi kilor û sarînê li Hema, Êdlêb, û Helebê bikar anîn ku ev yek jî bikaranîneke berfireh û pilankirî ye bo çekên kîmawî.”
Bikaranîna dûbarekirî bo çekên kîmawî yên ku ziyanên wan li rehan hene, derewa îdîayên berpirsên Sûrîyeyê der barê êrîşa Xan Şêxûnê de; ku digotin sedema wê bombeyeke teqlîdî bû ku li cihê bûjinên kîmawî yên jehirdar teqîya, teqez dike.
Bi rêya wêne û vidioyên bermayên çekên ku di 4ê nîsanê de li Xan Şêxûnê ketine xuya dibe ku ew dimînin taybetmendîyên bombeyeke kîmawî ya Sovietî ku ji asîmanan tê avêtin û ji bo êrîşa bi gaza sarînê hatiye çêkirin.
Ji Encumena Ewlekarîya Navdewletî tê xwestin ku di cih de biryareke xwestina alîkarîyê ji hemû alîyan li gel peygerên “Rêxistina Qedexekirina çekên Kîmawî” bistîne, her weha berê xwe bide sizakirina kesên ku peygerên Neteweyên Yekbûyî wan di ber van êrîşan an êrîşên kîmawî yên din li Sûrîyeyê, tawanbar dibînin.
Human Rights Watchê 60 kesên ku naskirina wan bi çekên kîmawî û bandorên wan dîtin, bi dehan wên û vîdioyên deverên yên ku li ser înternêtê hatibûn belavkirin û yên ku şahidan yekser şandibûn, pêşkêş kir, lê nikarîbû lêpirsîneke meydanî li devera êrîşê çêbike.
Li gor agahîyên xelkên Xan Şêxûnê; belafireke cengî 2 caran saet 6:45ê sibeha 4ê nîsanê li ser asîmana herêmê çû û hat. Welatîyê got ku wî bi çavên xwe dît ku belafir bombeyê bi ser devera nêzî firina bajêr a navendî li taxa bakurî, diavêje. Wî kesî li gel gelek kesên din got ku wan dengê tu teqînan nekirin, lê dû û toz ji wê deverê derket, ku li gor qutîka teqîner a piçûk di bombeya kîmawî de bû. Her weha gelek kesan got ku wan ziyanxwar dîtin û bihîstin ku ziyanên wan piştî gera belafirê ya asîmanî ya yekemîn bû. Wan got ku belafirê 3 an 4 bombeyên xurt piştî çend xulekan bi ser bajêr de avêtin.
Human Rights Watchê nave 92 kesan ji nav wan 30 zarok, qeyd kirk u li gor welatîyên navxweyî û çalakvanan ew ji ber vê êrîşa kîmawî jîyana xwe ji dest dan. Karmendine pijîşkî gotin ku bi sedan ziyanxwar ji ber vê êrîşê hene.
Human Rights Watchê li wêneyên kortala ku ji ber bombeya yekemîn çêbûye, ku ji alîyê welatîyan hatibûn şandin, temaşe kir. Welatî guman dikin ku ev dever jêdera belvbûna çekên kîmawî bû ji ber kesên ku hatin kuştin di wê çaçoveyê de dijîn, her weha çi kesên ku nêzî deverê bûne gelek ziyan xwarine. Di wêneyan de, di kortala ku alîkaran wêneya wê kişandine de, weke şileyeke li ser asfaltê xuya dibe. Ev yek jî di dema bikaranîna sarînê de xuya dibe ku di rêjeyên germahîyê yên normal de di forma xwe ya şileyîyê de ye.
Wêne û video paşmayên çekên kîmawî yên bikarhatî diyar dikin: qeteke hesinî ya tenik ku rengê kesk li ser heye û heinekî girover ê piçûktir. Rengê kesk li ser asteke berfireh di çekên ku di sazgehên çekan de hatine çêkirin de tê bikaranîn ew jî nîşaneke ku ev çek kîmawî ye. Bombeya (KHAB-250) weke mînak, du xêzên kesk li ser hene, ew jî yek ji her du bombeyên Sovyêtî ne ku ji bo belavkirina sarînê bi rêya belafirên cengî hatiye çêkirin. Hesinê girover di wêneyê de dimîne qapaxa bomeya (KHAB-250)ê.
Ev paşmayî li gel têbînîyên şahidan û ziyanên ku gihane qurbanîyan her weha destnîşankirina hikûmeta Frensa, Tirkîye û Rêxistina Qedexekirina çekên Kîmawî ku gaza sarînê di êrîşê de hatiye bikaranîn, diyar dike ku belafira cengî ya Sûrîyeyî bombeyeke sarînê ku li sazgehekê hatiye çêkirin bikaranîye. Ev bombe ji cûreya KHAB-250 û KHAB-5000 ya mezintir ku ji alîyê Yekîtîya Sovyêtî taybet bi gaza sarînê hatine çêkirin.
Êrîşa kîmawî ya Xan Şêxûnê ne ya yekemîn e di mehên dawî de ku belafirên hikûmetê yên cengî tê de bûjenên kîmawî diavêje. Li gor gotinên şahidan ji Humen Rights Watchê re gotine, ew rastî heman ziyanan ji ber van bûjenên kîmawî hatine ew jî piştî êrîşa asîmanî li ser rojhilatî Hemayê di 11 û 12ê berfanbarê de, her weha di êrîşa li ser Hemayê de nêzî Xan Şêxûnê di 30ê adarê de.
Êrîşên berfanbarê li ser xaka ku rêxistina Dewleta îslamî (DAIŞ) control dike, hatibû bicihanîn, ev rêxistin jî gelekî guh dide têkilîyan ji lew re peydakirina şahidan pir zehmet bû.4 şahid bi rêya telephone têkilî danî her weha du pijîşkan bi rêya nameyan çîrokên van êrîşan gihandin. Çalakvanekî opozisyonê û hin niştecihan navên 64 kesên ku ji ber êrîşa kîmawî di berfanbarê de hatine kuştin, pêşkêş kirin.
Niştecihan û karmendên pijîşkîyê diyar kirin ku êrîşa gumankirî li bakurê Hemayê ya bi rîya bûjenên kîmawî yên ku ziyanan digihînin rehan ku di 30ê adarê de hatibû bicihanîn, tu kuştî li dûv xwe nehişt, lê bi dehan welatîyên sivîl û çekdaran ziyan dîtin.
Her çar êrîşên ku bikaranîna çekên kîmawî di wan de gumankirî ye li herêmine ku hêzên çekdar ên dijî hikûmetî li wan bi cih bûne, hatine pêkanîn.
Human Rights Watchê got ku bikaranîna hêzên hikûnetê bo çekên ku kilor di wan de heye bi awayekî berfireh û pilankirî tê bicihanîn. Di meha dawî de ji şerê Helebê yê ku di 15ê berfanbarê de bi dawî bû, belafirekê gelek teqemenîyên ku kilor di wan de heye weke stratîcîyeke vegerandina bajêr, bi ser herêmê de avêt. Van êrîşan di demên dawî jî berdewam kir, mînak êrîşa li ser Letaminê li bakurê Hemayê.
Yekem car e ji sala 2013an de, ku Human Rights Watchê ji destpêka rêbendana 2017an ve, bikaranîna çekên ku gaza kilorê di wan de ye bi rêya êrîşên asîmanî û bejayî ji alîyê hikûmetê û alîgirên wê li ser herêmên dora same yên di bin destê grûpên çekdar de ne, belge dike.
Hin êrîşên kîmawî li ser deverên dûrî devera şer hatibûn pêkanîn ku xuya dibû tu armanca leşkerî li dûv wan tuneye û qurbanîyên van êrîşan jî sivîl bûn, ev yek jî tê wateya ku Hikûmeta Sûrîyeyê herî kêm hin êrîş li dijî sivîlan pêk anîne.
Hikumeta Sûrîyeyê li bikaranîna çekên kîmawî mukur nayê, mînak di êrîşa 4ê nîsanê de li ser Xan Şêxûnê. Rûsyayê ji alîyê xwe ve êrîşine asîmanî li deverên êrîşa kîmawî bi cih anîne, lê tu agahî li gel Human Rights Watchê der barê bikaranîna çekên kîmawî ji alîyê Rûsyayê ve, tunene. Lê tevî delîlên ku Hikûmeta Sûrîyeyê çekên kîmawî bi awayekî neqanûnî li dijî sivîlan bikar tîne, Rûsya hê jî piştgirîya leşkerî jê re pêşkêş dike.
Hevpeymana çekên kîmawî ya ku di sala 1997an de kete warê praktîk, pêşxistina çekên kîmawî, afirandin û bikaranîna wan qede dike û doza tunekirina wan dike. Ev qedexe bikaranîna bûjenên kîmawî ên jehirdar mîna klorê jî weke çek, li xwe digire. Sûrîye di mijdara 2013an de tev li vê hevpeymanê bû.
Tawanên dijî mirovahîyê ew in tawanên ku li ser asteke berfireh û plankirî têne bicihkirin weke beşekî ji “êrîşa li ser sivîlan”, ev yek tê wateya ku astek ji pilankirin an siyasetê di kirina vê tawanê de heye. Ev tawan kuştinê û hemû kiryarên nemirovî yên ku dimînin kuştinê ku bi sedema wan êşeke mezin an birîneke metirsîdar di laş, beden an mejî mirov de çêdibe. Qedexekirina tawanên dijî mirovahîyê yek ji qaîdeyên herî giring e di Qanîna Sizakirinê ya Navdewletî de.
Ji Rûsya û Îranê tê xwestin ku ew zextê li hikûmeta Sûrîyeyê bikin da ku tavilê sînor ji bikaranîna çekên kîmawî re were danîn û alîkarî li gel peygeran were kirin, ji ber ku ev her du dewlet alîgirên Sûrîyeyê yên ku bi berdewamî piştgirîya siyasî û leşkerî jê re pêşkêş dikin. Ji Rûsya û Îranê tê xwestin ku ew alîkarîya xwe ji yekîneyên leşkerî û kesên ku destên wan di êrîşên kîmawî de an tawanên cengê yên din de hene, rawestînin.
Ji Rûsya û Çînê tê xwestin ku ew bikaranîna mafê dijrabûnê (Vîto)yê di Encumena Ewlekarîyê de, ji bo qedexeya lêpirsîna di tawanên metirsîdar de li Sûrîyeyê, rawestîne û piştgirîya radestkirina reşa Sûrîyeyê bo “Dadgeha Tawanbarîyê ya Navdewletî” bikin. Di 12ê nîsanê Encumena Ewlakarîyê di tawankirina êrîşa Xan Şêxûnê de û doza alîkarîya li gel peygeran ji alîyê Hikûmeta Sûrîyeyê de têk çû, sedem jî bikaranîna vîtoyê bû li dijî biryarê ji alîyê Rûsyayê bû. Di heman demê de, ji hemû dewletên endamê NYyê tê xwestin ku ew piştgirîyê û peredayînê pêşkêşî awayê lêpirsînê yê taybet bo Sûrîyeyê bikin, ku di berfanbara 2016an de ji alîya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hatibû damezrandin.
Roth got: “Encumena Ewlekarîyê berî nuha ragihandibû ku bikaranîna Sûrîyeyê bo çekên kîmawî gefê li ewlekarîya navdewletî dixwe. Li gel berdewamîya bikaranîna van çekan, şerme ku Rûsya li dijî Encumenê her kêm di daxwaza alîkarîya Sûrîyeyê bo peygeran bisekine.”
1ê Gulanê, 2017
Bikaranîna Hikûmeta Sûrîyeyê ya berfireh û plankirî bo çekên kîmawî
Jêder : Human Rights Watch