Sûrîye:  Ji Civaka Navdewletî tê xwestin ku ji bo Deraayê bikeve tevgerê

Hin rêxistinên mafnasîyê kampanîya “Ji bo Deraaya bikeve tevgerê” dest pê dikin da ku alîyên navdewletî yên pabend bi rewşa Sûrîyeyê ve bikevin tevgerê bi armanca rawestandina operasyonên li ser sivîlên Deraayê.

PHOTO: AFP

 

14ê hizêrana 2017an – ji destpêka meha hizêranê ve, bêhtirî 70,000 welatîyên Sûrîyeyê yên sivîl rastî operesyoneke bed ji alîyê hêzên Rêjîma Sûrîyeyî ve bi alîkarîya belafirên Rûsî, mîlşyayên îranî û Hizbelahê tên.

Çalakvan û çavdêrên mafên mirovan gelek delîlên ku binpêkirina rêjîmê ya belî bo qanûna navdewletî bi rêya armanckirina ketober bo sivîlan û navendên tendirustîyê her weha  bikaranîna  çekên sotîner, belge kirine. Di heman demê de jî serokê komîta lêpirsînê ya girêdayî NYyê  der barê Sûrîyeyê de tirsa xwe ji ber “mirina gelek kesan” bi sedema derbeyên asîmanî yên Amerîkayî li Reqayê, nîşan da.

Di axaftinekê de li ser vê operasyona tund li ser Deraayê, rêveberê cîbicîkarîyê yê  Navenda Belgekirina binpêkirinan Husam Elqutlebî dibêje: “mirina hejmareke mezin ji sivîlan di vê êrîşa li ser Deraayê de pabendîya Rêjîma Sûrîyeyî bi çareserîya leşkerî zelal dike  û ev yek jî hemû hewldanên şanderê taybet yê NYyê ji bo dîtina çareserîyeke siyasî bê wate dike. Ev kiryar gumanan der barê çêkirina danûstendinên yê pêşerojê de çêdike. Eger hêvî ji danûstendinên aştîyê hebe, divabe civaka navdewletî ji bo rawestandina komkujîya li Deraayê kar bike.”

Her weha Elqutlebî dibêje: “bila em rewşa sivîlên Reqayê jî jibîr nekin û weke berevankerên mafên mirovan divabe em doza parastineke navdewletî bikin ku ev yek di destpêka şoreşê de di pêşikîya daxwazên me yên bo civaka navdewletî de bû. Operasyoneke siyasî ya domdar bêyî bidawîkirina êrîşên ketober nayê çêkirin.”

Di vî warî de, parêzer, mafnas û serokê Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê Mazin Derwîş got: “zalalîya civaka navdewletî di metirsîyê de ye ji ber ku parêzgeha Deraayê yek ji herêmên sivikkirina şer e ku ji alîyê Rûsîye, Tirkîye û îranê ve di meha bûrî de û di bin serpereştîya şanderê NYyê yê taybet de, hatiye pejirandin.”

Her weha Derwîş dibêje: “ xuya dibe ku çi lihevkirinên bi vî rengî ku ji alîyê îran û Rûsîyeyê ve tên garantîkirin ne cihê pêkanînê ne û parastina pêwîst û lezgîn bo Sûrîyeyîyan peyda nake. Ev rewş jî radîkalîzma ku gefê li ewlehîya cîhanî dixwe, gur dike.”

Ji lew re, Rêxistinên Civaka Sivîl ên Sûrîyeyî ji civaka navdewletî dixwazin ku bi lez van gavan biavêje:

  1. Garantîkirina çavdêrîyeke bêalî ji alîyê NYyê bo hemû agirbestan û li seranserî Sûrîyeyî, li gel sizakirina alîyên binpêker.
  2. Garantîkirina gihaştina alîkarîyên mirovî û hewarçûna lezgîn bo sivîl dorpêçkirî li Deraayê û hemû Sûrîyeyê her weha derxistina kesên ku pêdivîya wan bi alîkarîya pijîşkî heye.
  3. Garantîkirina lêpirsînê li gel hemû kesên ku tawanên cengê dikin ew jî bi rêya hemû bijardeyên lêpirsînê yên pecan li Sûrîyeyê her weha çêkirina dadgeheke taybet ji alîyê Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyîyê.

Hêjayî gotinê ye ku bi sedan çalakvanên Sûrîyeyî û navdewletî bangeke cîhanî ji bo rawestandina komkujîya li Deraayê belav kirine.

Beşdarî kampanîyê bibe bi rêya bikaranîna vê haştagê  #Ji_bo_Deraaya_bikeve_tevgerê – #Act4Daraa  li ser malperên têkilîya civakî da ku bawerî bi pêdivîya bi banga doza  tevgera navdewletî ya lezgîn bo alîkarîya sivîlên Deraayê were kirin.