Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad pêşwaziya dike li biriyara Dadgeha Herîmî ya Bilind ya Koblênzê derbarî tawankirina Enwer Reselan

Koblenz, Çarşem, 13 Çileyê Paşîn/ Rêbendana 2022

Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad pêşwaziya xwe derdibre, derbarî biriyara Dadgeha Herîmî ya Bilind ya Koblênzê li Almaniya yê, jimara (1STE 9/19), ku îro 13ê Çileyê Paşîn/ Rêbendana 2022an derket bo tawankirina efserê berê yê Ewlehiya Sûriyayê (Enwer Reselan)- berpirsê beşa lêpirsînê ya şaxê 251 Alxetîb yê Dezgeha Saloxdariya Giştî- ku li Almaniya yê dijî, û hat sizakirin bi zîndankirina heta jiyanê, ji ber tawankirina wî bi binpêkirinên dijwar li dijî mafên mirovan wek kuştina biqest, û zindankirin yê û eşkencê digel destdirêjiyên din da, ku di dema serkar bû kirbûn. 

Wek Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad dibînin ku mijara doze ne kesaneye, lê girêdayî ye bi mijara ku efserê navbirî û endamên dezgehên ewlehya Sûriyayê tawanbarin di tawan û binpêkirnan da, û siyasetek birêve dibirin li dijî kesên sivîl di rêya girtina bêsûc û eşkencê da, û kuştin di bin agehdariya serokkomar Sûriyayê da, daku deslatdariya xwe ya zordarî biparêze. Û li gor vê yekê, biriyara dadgehê rastiyekê eşkere dike, û nîşana binpêkirin û tawanên dijwar yên ku ji aliyê saziyên ewlehiya sûriyayî li dijî kesên sivîl hatin kirin li gor delîl û şehadetên ziyanpêketiyan û li gor rapor û belgeên ku ji aliyê rêxistinên yasayî yên sûrî û navdewletî hatin kirin, ku wan gûmanan dike rastî bi belge û rastiyên dadwerî. 

Herwiha, Navenda tekez dike, ku ev dadgeh di 20ê Nîsana 2020 dest pêkirbû, û 103 rûniştin hatin kirin bo pêşkêşkirina şehadet û delîlan, serkeftinek mezin ji edaletê ra, û piştgirêdaneke ku dadgeh dê mafên ziyanpêketiyan biparêze, û piştrastineke li ser ew delîl û wêneyên ku Qeyeser derxistin holê, ku dadgehê 27 hezar wêne control kirin ku ew yê 6.821 qurbaniyan bûn, daku digel şehadetan berawird bikin. 

Biryara ku hatin dayîn- ku xalek balkêşe di dîroka qanûna vandewletî da û belgekirin yasayî di tawan û binpêkirinên ku li sûriyayê hatine kirin di salên 2011-2012 da û ta niha berdewam dikin- nedihat standin bê ew rola balkêş û fedakar ya ziyanpêketiyan û rijdbûna wan li ser edaleta û eşkerkirina rastiyan, û dernediket bê wêriya ew kesên ku ji rejîmê veqetiya bûn ku şehadeta wan doz bihêztir dikr, her wiha doz ne diçû seî bê rola saziyên hiqûqî yên sûrî û yên vandewletî ku rola wan sereke bû. 

Li ser vê mijarê, parêzer Mazin Derwîş, rêveberê Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad, tekez kir, ku biriyara derketî û biriyarên din ku dê paşerojê da derkevin, dikeve çarçoveya şiyanên niha da, daku rê liber felatbûn ji sizadana bêgirtin, û daku mafên ziyanpêketiyan bimîne mijara serke di çi çareseriyek siyasî da, her wiha ew yek nabe bibe nirxê lehevhatinê bê ku edaleta veguhestinê biçe û rêya çareserî ye be ji wê genîbûna ku li Sûriyayê rûdabû bi dirêjahiya salan. 

Bingeh: 

Navenda Sûrîyeyî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad di 15-16ê Îlon/ Rezbera 2020an da li ser daxwaza Dadgeha Herêmî ya li Koblenz, Almanya, îfadeya xwe di doza 1STE 9/19 da ku parêzer Mazin Derwîş pêşkêş kir. Di şahadetê da guhertinên siyasî yên di sê serdeman da, di navbera serdema yekîtiyê 1958-1970, 1970-2000 û 2000-2011 de hatin destnîşankirin. Û awayê karkirina desthilatdarî û dezgehên wê yên ewlekarî, û herwiha amrazên rûbirûbûna bi tevgerên opozîsyonê li Sûriyê, li gor ezmûna Navenda Sûrîyeyî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad, ravekeina şehadetê, komek belge û agahî, di nav wan de kopiyên belgeyên eşkerekirî ji navendên ewlekarî, ji bilî navnîşanên gorên komî û komek raporên ku çavdêriya binpêkirinan di heyama dozê da dihewand û komdikirin.

Delîlên ku parêzer Mazen Derwîş pêşkêş kirin, ev in:

1- Avahiya şaxê 251/ ElXetîb di heyama dosyayê da, û zincîra rêza fermandeyan, navên /93/ kesan jî tê de: 29/efser, 45/ endam û 19 karmendên sivîl hemû di Şaxa 251 da dixebitin di dema navbera Adar/ avdar 2011 û çiriya paşên/ Mijdar 2012 da.

2- kopiyên belgeyên ku ji Nexweşxaneya Leşkerî ya Harestayê û Nexweşxaneya Heyva Sor derketine derbarê rewşa girtiyên ku di nexweşxanê da bi sedema encama îşkenceyên ku li Şaxa 251/ê da mirine, yan jî piştî mirina xwe ya li şaxê gihîştine nexweşxanê.

3- Kopiyek eşkerekirî ji telegramê yên navxweyî di navbera yek ji şaxên ewlehiyê û rêveberiya ku girêdayî wê ye, û bersiva rêveberiyê ya ji telegramê re delîlên berbiçav hene ku rêza rêbaza ku girtiyan ji dema girtina wan heya mirina wan dişopîne îsbat dike. di bin îşkencê de heta definkirina cenaze ji aliyê polîsên leşkerî ve bi agehdariya tam ya Ofîsa Ewlekariya Netewî ya ku aîdî Serok Komarê ye.

4- Derbarê nakokiya di navbera endamên şaxê û karmendê bijîşkiya dadwerî li Nexweşxaneya Leşkerî ya Harestayê de li ser veguhestin û pakkirina termên girtiyan, kopiyek eşkere ya “agahiyê” pêşkêşî Serokê Şaxa 251/ê hat kirin. Ji bilî du rûpelên qeydkirina mirina şaxê.

5- navnîşanên erdnîgarî yên şûnwarên 4 gorên komî li derdora Şama paytext û gundewarên wê, di nav da gorên qurbaniyên îşkenceyê ji şaxê 251/ di dema navbera Adar/ avdara 2011 û Çiriya Paşîn/ mijdara 2012 da. Ji bilî cihekî nehênî ku Girtîgeh bû di nava yekîneya leşkerî ya girêdayî Artêşa Çaran da, ku girtiyên ji Şaxa 251’an ber biwirda di hatin kirin.

Yekem biriyar li dijî îndamekî berê yê hêzên ewlekarî yên Hikûmeta Sûriya yê, yekem biriyara da  derbarî tawanên eşkencê li Sûriya yê, di derheqê Eyad X yê ku tometbare bi alîkariya tawanên li dijî mirovahî yê di rêya eşkencê û qedexekirina azadî yê da, biriyar derket di zindankirina Eyad X  4 sal û 6 mehan, ku biriyar dibe bê livegerandin.