Dadgeha AlXetîb/ Koblenz, Yekem biriyar li dijî îndamekî berê yê hêzên ewlekarî yên Hikûmeta Sûriya yê, ku tawanbar e bi alîkariya tawanên li dijî mirovahî yê li Sûriya yê

Parîs, 24 Sibat/ Reşmeya 2021

Piştî bi dehan sal ji bikaranîna eşkenceya rêbazdar ji aliyê hêzên ewlekariya Sûrî va, û bilind bûna tundûtujî yê ji aliyê hêzên ewlekariya sûrî va, û ji aliyê hêzên din jî. Dadgeha Herêmî ya Koblenzê û di rûniştina 24ê sibat/ reşmeya 2021an da ku hat lidar xistin, yekem biriyara da  derbarî tawanên eşkencê li Sûriya yê, di derheqê Eyad X yê ku tometbare bi alîkariya tawanên li dijî mirovahî yê di rêya eşkencê û qedexekirina azadî yê da, biriyar derket di zindankirina Eyad X  4 sal û 6 mehan, ku biriyar dibe bê livegerandin.

Ziyandîtiyan û rizgarbûyên vê dozê berxwedan kirin daku nimûnek bêhempa bidin afirandin, ku yekem car e, karbidestekî ewlekarî yê berê yê Sûrî hate tawanbarkirin ji bo hevkariya wî di tawanên dijî mirovahiyê da yên bi rengê êşkence û qedexekirina azadiyê, em vê şerekî dirêj pîroz dikin ku tenê ew destpêkek e û ku dê  bibe sedema dawîkirina ew  azariya dirêj ya gelê Sûriyayê û bo avakirina Sûriyek aştiyana. Bi saya rijdbûna wan di çend salan da, wan  karîbû, pêşnumayek çêbikin heya ku ne dihat xwena kesekî ku ew dê çêbibe, û em tenê dikarin piştgiriya xwe ya ji bo ya paşîn piştrast bikin.

Dadghekirina Eyad X û Enwer R di 24ê Nîsana 2020an da hatibû dest pê kirin, ku ew hatbûn girtin ji aliyê polîsên elmanî va,  li ser bingeha gazindeyan ku ji aliyê parêzerên ziyandîtiyên eşkenê û wendekrina bi zorê va yên di Şaxê AlXetîb/ 251 ya hêzên Ewlekariya va hatibû pêşkêşkirin. Ku ev yek hat bicîbecîkirin bi saya şehadetnameya şahidan û bi saya ew karê dirêj û bê westan  ji aliyê rêxistinên nehukûmî yên sûrî û yên ewrûpî va di hesanîkirina dadgehê û komkirina delîlan û şehadetnameyan derbarî zincîra berpirsiyatî yê û serkirdayedîtê yê da, û derbarî avahîya saziyên ewlekariya Sûrîya yê û dîroka wan di kontrolkirina karê siyasî û binpêkirina azahiyan.

Dadgehê biryar avakir li ser ew delîlên ku hatin pêşkêşkirin di nav da wêneyên Kayser, ku seroka dadgehê gotinek derbarî got: “ em van wêneyan tucar jibîr nakin”, her wiha dadgehê biriyar avakir li ser gotinên gûmanlêkirî ku ji polîs ra hatibûn saloxdan. 

Piştî derketina çendîn briyarên girtinê ku derketin di derheqê efserên pila bilind yên hzên ewlekariya Sûriya yê da, û bi encama karekê dirêj di dûvdeçûna dûv tawanê şer di rêya alava  li ber dest ku ew jî karê dadweriya navdewletî ye. Yekemîn biriyara dadwerî derdikeve li dijî yekek ji yên têkildar di tawanên eşkencê li sûriyayê, ku ew jî wek ronahiyek ji hêvî ye bo ziyandîtiyan û çalakvanên ware yasayî li Sûriya yê, ku ev biriyar pêngavek giringe bo edaletê di sizadana tawanbaran da. Her wiha handanek giringe bo çalakvanên saziyên yasayî daku li ser karên xwe berdewam bin di belgekirina tawanan da, tevî wiha ev pêşketinek piçûke li rêya dadweriya tawanên ku li srûiya yê rûdana ji aliyê tevahiya aliyan va. Ev roj hat dîtin be mehna û rijdbûna ziyandîtiyan û rizgarbûna li ser bidestxistina edaletê, ku rê diveke li hemeber gelekan bo berdewam bikin ta ku biriyarên rast û durust derkevin bo pêşeroja Sûriya yê.  

Parêzer Mazin Derwiş dibêje: Biryara ku îro li Dadgeha Koblenz hat derxistin ne tenê tawankirina Eyad X derbirê, lê belê ew tawanbarek dadwerî ye li dijî hemî Hêzên Ewlekaîyê li Sûrîyê û li dijî tevahiya binpêkirinên wan hat derxistin. ev tenê destpêk e.

Navenda Sûriya yî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad tekez dike li ser girngiya vê pêngavê di dîroka edaletê li Sûriya yê, û ew hat pêkanîn bi saya palewantiya ziyandîtiyan û rizgarn, û hevkariya şahid û rêxistinan nehikûmî digel deslatdariyan da, her wiha tekez dike li ser berferhkirina merce karên saziyên dadwerî yê yên pispor di dadweriya navdewletî da, û tekez kir li ser pêwistiya karên pitir ji aliyên navdewletî va di zelalkirina mikanizmiyên navdeweltî bo dadgehkirina tevahiya tawanên şer û tawanên li dijî mirovahîyê li Sûriya yê û ji aliyê tevahiyan aliyan.