Dozek Dadwerî bêhempa, Gilyek Sizayî li Moskova li dijî çekdarên Kompaniya Vagnerê (PMC Wagner)ê, li ser navê ziyandîtiyek Sûrî

Parîs/ Şama Paytext/ Moskova: di 2017 da li parêzgeha Homsê, welatiyek Sûrî  li ser destê şeş endamên kompaniya Vagner, bi hovana hatibû eşkence kirin û kuşti, roja PêncŞema rabhûrî, yekek ji malbata ziyandîtî,  gazindeya dozeke dadwerî li Moskova hatpêşkêşkirin, ku ji aliyê aliyê Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM) digel Fedraliya Navdewletî bo Mafên Mirovan (FIDH) û Mîmorala Navdewletî hat hesanîkirin, bo destpêkirina lêpirsînê  li dijî  çekdarên ji  kompaniyek taybet ya bi navê Vagnerê (PMC Wagne)ya karûbarên awlekariyî yê.

Îliya Novîkov û Pitir Zaikin, parêzerên ku ji aliyê  Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (SCM) digel Fedraliya Navdewletî bo Mafên Mirovan (FIDH) û Mîmorala Navdewletî hatine destnêşan kirin, bo nûnertiya birayê ziyandîtî Mihemed A.

Ev hewldan pêngava yekemîn e ku ji aliyê malbata ziyandîtiyê Sûrî bo lêpirsîna ew rûsiyên gumanlêkirî li ser ew tawanên dijiwar yên ku li Sûriya yê pêkanîna, gazinde daxwaz dike ku dozek bê li darxistin li ser bingha tawana kuştinê, ku bi eşkencekirinê hat kirin, û lêpirsîn bê kirin li ser reftarên wan kesan ku wek tawanên şer tên naskirin, û gilî hewl dide ku lêpirsîn bê kirin daku berpirsatiya gumalêkeran destnîşan bibe. 

Îliya Novîkov, yekek ji parêzkarê dozdar dibêje: “Yasaya Rûsî diyar dike ku dewlet bapenda li ser lêpirsînê derbarê ew tawanên ku hemwelatiyên rûsiya yê li derve dikin bike. Lê ta niha komîta lêpirsînê derbarê Tawana destnîşankirinê çi lêpirsîn destpê nekiriya, tevî ku tevahiya zazniyariyên pêwist derbarê doze pêşkêşî aliyên peywendîdar yên rûsî hatine kirin ji heyama salekê va.”

“Ew gazinda ku ji aliyê kompaniya Noveya Gazîta hatibû pêşkêşkirin hat ji bîrkirin” wek Alexander Tçîrkasov, ji Mimoral dibêje:  “Vê li me kir, wek parêzkarên mafên microvan, em berî xwe bidin berpirsên lêpirsînê yên rûs. Di rastî da, ev yek dûbarkirina berî 20 salan e, ku çi lêpirsîn nehat kirin di ew haletên eşkencekirinê û wendakirinê û darvekirinê da ku li bakûrê Kekasiya hatin kirin, û em îro carek din dibînin.”

Koma Vagner bi tevahiya xwe ji welatiyên rûsî pêk tê ku ew li jêr kontrola Fedraliya Rûsîyayê da ne, ji heyama çend salan va, çalak bû di opersiyonên leşkerî da li çend welatan da, wek Sûriay yê, û çendîn rapor belav bûn derbarî binpêkirinên wê li dijî kesên sivîl, û bi karanîna zordariya bê sînor.  Awayê yasayî ya nezelal yê koma Vagner li gor yasaya rûsî wiha dike ku ew peywendiyên rasteqîna di gel rayaderên rûsî da redbike, ku ew jî awayek ji berpirsiyata xwe ji aw tawanên navdewletî ya Rûsiyayê bi reve.

Derbarê vê yekê, Maizn Derwîş rêveberê giştî yê Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê dibêje: “Dibe Rûsiya  berpirsiyatiya xwe ya yasayî û ya exlaqî derbarê binpêkirin ku artêşa wê û kompaniyên girêdayî wê wek kompaniya Vagner li xwe bigre- tevî ku em zanin aloziyek û tevlîhevîk heye di peywendiyên abûrî û siyasî da digel kompaniyên wiha da- lê nabê bi çi awayî danûstandin digel xwîna sûriyan da bibe bi arzanî yan jî wek ziyanên bê hacet.”

Her sê rêxistinan belgeyên diyar pêşkêşdikin derbarî nasnameya yekek ji gûmanlêkeran û girêdana wî bi  kompaniya Vagner va, Ku malbata ziyandtî Mihemed. A, ya ku ji Sûriya yê koçeberbûbûn, peywendî di gel da wenda kirbûn piştî demekê ji vegera wî ji Libnanê bo Sûriya yê di Bihara 2017an da, ku ji aliyê leşkerê Sûriyayê va hat destgirtin ta wêneyên vediyoyî belav bûn li ser ragihandinên sûrî û rûsî tê da diyar dibe ku ew hatiye aşkencekirin û laşê wî ziyan hatiye pêkirin

Di vî warî da, Êliya Nozov, rêveberê nivîsengeha Ewrûpa Rojhilat û Asiya Naverast di Federaliya Navdewletî ya Mafên Mirovan da, dibêje: “ev gazinde ne tenê gavek giringe derbarê parstina awakî sade ji edaletê bo malbata ziyanpêketî ji vê tawana hovana, lê belê rê vedike bo dadgehkirina Rûsiya yê wek berpirs li ser van tawanan û tawanên din yên ku hêzên wê dikin li derve welatê wê, ku wek dewlet ji berpirsîyatî dûrnakve dema ew alavên din bikartêne di pêkanîna tundûtûjîyê da wek koma Vagner”. 

Hebûna Rûsiya yê wek endamê herdem di Encûmena Ewlehiyê da wiha dike berpirsatiya wê dûqat be derbarê tawanên ku tên kirin ji aliyê yekîniyên leşkerî çê yê girêdayî wê yan yî ew kompaniyên ji aliyên wê va di xebitin, ji heyama 10 salan va  ji şerê Sûriyayê, û ji heyama pênc salan va,  ji tevlîbûna hêzên artêşa Rûsiya yê bi awakî aşkere di Sûriya yê da, Rûsiya yê bi dehan caran mafê VETO yê bi karanîye li dijî çi biriyar li dijî lêpirsîna hikûmeta Sûriyayê ji aliyên saziyên navdewletî va. 

Kilêmans Bêkart, kordînatora griûpa karûbarê dadwerî ya girêdayî bi  Federaliya Navdewletî ya Mafên Mirovan “Her sê rêxistinan ji deh mehan ve xebat û amadekariyan dikin bo bo amadekariya dozekê daku pêşkêş bikin bo dadweriya Rûsî, ku çendîn belge hatin komkirin daku ew kesên gumanlêkirî berpirsbin li ser tawana ku kirine, û dê berdewam bin di xebatên xwe da, di rêya hemû awayên kar yên dadwerî ta edalet cihê xwe bigre.”