Bangeke Hevbeş bo alîkarîya di Berdana Rezan Zeytûna û Hevkarên wê de di Roja Rojbûna wê de

Di 29ê insane de, grûpên ku di mafên mirovan de li seranserî cîhanê kar dikin, bi boneya rojbûna berevana Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan Rezan Zeytûna şahîyan li dar dixin, ev jî rojbûna wê ya sêyem e ku di dîlgirtinê de li gel her sê hevkarên xwe Semîra Xelîl, Nazim Himadê û hevjînê wê Wail Himadê, derbas dike. Bi me re di doza berdana her çar berevanên mafên mirovan de yên ku di berfanbara 2013an de hatin revandin beşdar bin û nameyeke piştgirîyê ji wan re bişînin.

Di 9ê berfanbara 2013an de, her çar berevanên mafên mirovan ên ku bi navê “Dûma4” tên naskirin ji alîyê grûpeke çekdar ve ku êrîşî ofîsên navenda bibelgekirina binpêkirinan li bajarê Dûmayê yê Gundewarê Şamê  kirin, hatin revandin û tu agahî der barê çarenûsa wan de di her du salên bûrî de nehatine. Tê pêşbînîkirin ku ew di nav destê wê grûpa çekdar de ne ya ku kontrolê li ser deverê dikin, lê malbata rezan di taya rewşa wê ya tendirustî de ne ji ber k utu agahî li ser tunene.

Bo alîkarîya di balkişandina ser doza wan de, “em bi hêvî ne ku em cardin karîbin bale bikşînin ser windabûna wan”, li gor Rena Zeytûna; xwişka Rezanê. Di 30ê nîsanê de, malbat sekinekê li avahîya parlementoya Otaoê li Kanadayê bi alîkarîyeke hevbeş ji alîyê Rêxistina Hevbûrînê ya Navdewletî li dar dixe. Lê malbat ji kesên ku nikarin amade bin dixwaze ku name û wêneyên piştgirîyê belav bikin li gel çi karê hunerî an karekî din be ku hişmendîyê der barê doza wan de bilind dike, ew jî di heftîya bê de. Bo naskirina hin agahîyên din, seredana vê rûpela Facebookê bike:

https://www.facebook.com/events/624548577704940/

tu dikarî bi rêya şandina nameyekê an wêneyeke xwe li gel wêneya kampanîyê beşdar be, bi rêya vê lînkê:

https://www.facebook.com/Celebrating-Razan-Zaitounehs-Birthday-1534775286818856/

Rezan yek ji sê namzedên xelata Martin Inanlsê ya 2016an bo berevnên mafên mirovan, “Rezan jîyana xwe xist xizmeta berevanîya di ber girtîyên siyasî de, bibegekirina tawanên dijî mirovahîyê û alîkarîya kesên din bo rizgerîya ij sitemkarîyê.”

Rezan Zeytûna xelata Sakharov ya azadîya hizirînê” bo sala 2011an, xelata “Ana Polîtkofêskaya” bo sala 2011an ji alîyê rêxistina Raw In Warê de (Gihaştina bo Hemû Jinan di Cengê de) ji nav yên ku bo karên wê yê di mafên mirovan de, wegirt.

Di Sibatê de, hemahengîyeke rêxistinên ne hikûmî Rezan hilbijartin da ku bibe Hebsîya Sibatê di nav kampanîya “Azadîya wan mafê wan e” ew jî kampanîya ku tora Erebî ya Agahîyên Mafên Mirovan û Dezgeha Meharatê pê rabûbûn. Bo hin agahîyên din, li vir binêre:

http://www.gc4hr.org/news/view/1176

li gor daxuyanîya Xalid îbrahîm Birêveberê beşdar di Navenda Elxelîcê ya Mafên Mirovan de, “min gelek salan bi Rezanê re kar kiriye. pir hêsan bû ji wê re ku ji Sûrîyeyê derkeve û jîyaneke xweş li dewleteke biyan derbas bike, lê wê biryar da ku li Sûrîyeyê bimîne da ku vê karê ku jê hez dike; berevanîya di ber mafên xelkê de li Sûrîyeyê, bike”. Bo dîtina daxuyanîya dawî ya ku Navenfda Elxelîcê û grûpên mafnasî yên din îmze kirine, li vê lînkê binêre:

http://www.gc4hr.org/news/view/1141

“Rezan yek ji parêzerên herî çalak bû di berevanîya di ber mafên girtîyên siyasî de li Sûrîyeyê ji sala 2001ê ve” Serokê Federasyona Navdewletî; Kerîm Lahîcî wisa dibêje. Rezan posta birêvebera Navenda Bibelgekirina Binpêkirinan, ya ku di warê çavdêrî û agahdarkirina der barê binpêkirinan de li Sûrîyeyê çalak bû, girt. Rêxistinên Mafên mirovan dibînin ku revandina her çar berevanên mafên mirovan bi sedema karê wan ê aştîyan e di warê mafên mirovan de bû. Berdewamîya girtina wan dibe sedema berfirehîya asta gefxwarina li berevanên mafên mirovan ji alîyê hêzên hikûmî û yên ne hikûmî ve.

Berî revandina wê, . di hevpeyvîneke dîtbar de ku Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan berî revandina wê pê re çêkiribû, Rezan got “tu tişt nikare vîna gelekî xwedî xewn ku bawerîya wî bi pêşerojê tê têk bibe, ne deh hezar şehîdên me, ne dorpêçkirin ne jî xinizîya civaka navdewletî dikarin”.

Kampanîya bo rojbûna Rezan Zeytûna û hevkarên wê ji van alîyan tê piştgirîkirin:

  • Rêxistina Lêborînê ya Navdewletî li Kenedayê
  • Madeya 19an
  • Komeleya Mafê Jinê yê Geşepêdanê
  • Navenda Qahîrayê ya xwendinên Mafên Mirovan
  • Sificos
  • Federasyona Navdewletî ya Mafên Mirovan di çarçoveya Rewangeha Parastina Mafên Mirovan de
  • Frontline Defenders
  • Navenda Elxelîcê ya Mafên Mirovan
  • Peymangeha Rojnamegerîya Ceng û Aştîyê
  • Tora Karê Navdewletî bo Civaka Sivîl
  • Piştgirîya Ragihandina Navdewletî
  • Peymangeha Navdewletî ya Rojnamegerîyê
  • Xizmeta Navdewletî ya Mafên Mirovan
  • Kafîna Heta Kafîna
  • Parzer bo Parêzeran
  • Çavdêrîya Mafên Parêzeran, Keneda
  • Dezgeha Meharatê
  • Dezgeha Martin Innals
  • Nerînek bo Xwendinên Femenîzmê
  • Aştî bê Dadmendî Tuneye
  • Klûba Elqelemê ya Navdewletî
  • Gihaştina bo Hemû Jinan di Cengê de
  • Peyamnêrên Bê Sînor
  • Dezgeha Semîr Qisêrê
  • Muntedaya Elşeqaiq ya Erebî ya Mafên Mirovan
  • Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê
  • Tora Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan
  • Binpêkirinên Navenda Bibelgekirinê
  • Rêxistina Cîhanî ya Dijatîya îşkencekirinê, di çarçoveya Rewangeha Parastina Berevanên Mafên Mirovan de.