Heşt sal ji êrşîa çekên kîmawî bi ser Xotayê da, dozên vekolînê li sê welatên Ewrûpî hatin vekirin

Daxûyaniya çapemenî

Heşt sal ji êrşîa çekên kîmawî bi ser Xotayê da, dozên vekolînê li sê welatên Ewrûpî hatin vekirin

Parîs, Stockholm, London, 21ê Tebax/ Gelewêja 2021

Di salvegera heştmîn ya êrîşên çekên kîmawî ji aliyê hikûmeta Sûriyayê va bi ser gundewarên derdora Şama paytext, di Tebax/ gelewêja 2013an da, Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad (SCM), digel Arşîva Sûrî û Parêzerên Mafên Sivîl û Destpexşeriya Adaletî da, pêşwazîyê dikin li ser ew dozên vekolînê yên ji aliyê saziyên dadwerî yê li her yek ji Alamniya, Fransa û Swîdê ku hatine vekirin dikin, van saziyên mafên mirovan, di heyama dû salan da 2020- 2021, digel rizgarbûyên êrşîa Xota yê da çend dozên dadwerî pêşkêşkirin. Her sê dewletan dozên vekolînê vekirin, ku li Fransa û Swîdê dadweran şehadetên ziyanpêketiyan û şahidan guhdarî lê hat kirin.

Ku ew dijwartrîn êrîşên kîmawî hatine kerên di sih salên dawî da, di bandor û ziyanên xwe da ku bi sedan zarok hatin kuştin. Her wiha çendên dewletên netweyên yekgirtî tekez kirin ku êrîş ji aliyê hikûmeta Sûriyayê va hatin kirin, digel çednîn vekolîn ku hati kirin diyarkirin ku amadekirin û çêkirina û fermandana bi karanîna çekên kîmawî ji aliyê serok Beşar Alasad va û çendîn pilebilindên berpirsên hukmetê vat ê birêvebirin.

Hadî Alxatîb, daner û rêveberê Arşîva sûrî dibêje: “ew berdewamin li ser bangekirina dewletan daku hevkar bin li ser vekolînan ku dê bike ku adaletî zû werê pêkanîn”, û berdewam kir:” saziyên dadwerî yê dibe ku armanca wan daneheva pitrîn delîl daku dozan avabikin li ser berpirsîtiya berpirsên pilebilind di hikûmeta Sûriyayê da di nav wan da Beşar Asad bi xwe jî”.

Mazin Derwîş, rêveberê giştî yê Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad, whia got: pir giringe, ku her sê dewlet dest bi vekrina van dozan kirin li gor derfetên di destên wan da, çi di bikaranîna Dadweriya Navnetewî, çi di dadweiya derveyî herêmê, lewra, ev dozên coracor, dikarin rolek temamkar bikin di tekez kirin li ser wehşîtiya van tawanan, û dibe dewletên din jî alîkar û hevkar bin di karên wiha da”.

Steve Kostea, berpirsê yasayî di saziya Destpexşeriya Adaletê da: “ heşt sal ji bikaranîna berferh ji çekên kîmawî li dijî kesên sivîl, ku Beşar Asad û berpirsên pilebilind berpirsin li ser lê ta niha nehatine sûcdarkirin”, û berdewam kir: “ku ta ew karbin ji vê yekê xilas bibin, dê cîhan di metirîsk da be ku ev çek bi azadî tên bikar anîn”.

Aida Samanî, şêwerdara yasayî ji saziya Parêzerên Mafên Sivîl, got: “dozên dadwerî yên li dadgehên navneteweyî û dadgehên navxweyî wekî pîvanekê çareya bo rêgirtin lê pêşiya felat kirin ji bêcezakirinê ji tawanên giran ku hatine kirin. Ji ber vê yekê em biryara rayedarên Swêd, Fransa û Almanyayê ya vekirina lêpirsîna van kiryarên hovane pêşwazî lê dikin”.