Komek ji ziyandîtiyên û rizgarbûyên êrîşên kîmawî digel Navenda Sûriya yî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad û bi piştgîriya Arşîfa Sûrî û Destbexşeriya Dadperwerî yê dozek dadwerî li Fransa pêşkêşdikin.

Beyanname

Parîs: 2 Avdara 2021

Îro, komek ji ziyandîtiyan û rizgarbûyan digel Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîza Azad (SCM), û bi piştgîriya destbexşeriya Dadperwerî yê û Arşîfa Sûrî, ragihandin ku ew hêvî dikin lêpirsînek dadwerî fransî derbarî êrîşên kîmawî li Sûriya yê li darbixin, û wek  piştgîriya xebata li dijî bê sizayî yê pêşkêşkirin. her wiha dozek sizayî hat pêşkêşkirin bo dadwerê lêpirsînê li Fransayê derbarî êrîşên kîmawî yên di tebax/ gelawêja 2013an da li ser bajarokê Domayê li Xotaya Rojhilat hatin pêkanîn, Doz li xwe digre şehadetnameyên giring ji hejmarek zaf ji rizgarbûyan, ku hêvî dikin lêpirsîna fransî destpê bike û di encamp da sizayê li dar bixe li dijî ew kwsên ku ferman van êrîşan dabû ku bû sedma kuştina ji hezar kesî pitir ku di nav wan da zarok jî hebûn.

Ji bilî şehadet nameyan, ku ew rengekî sivîl ji doze ye, doz li xwe digre,  şîrovekrina zincîra berpirsiyartî yê ya artêşa sûriya yê û bi sedan delîl û belege, wêne û vîdiyo jî. Zêdebarî ku zaniyariyên nû radestî dadwer hatin kirin, doz amaje dike ku deslatdariya Sûriya yê berpirse di pêkanîna êrîşan da, ku ew jî dikeve warê tawanên şer û tawanên li dijî mirovan.

Hadî Alxetîb, daner û rêveberê Arşîfa Sûrî di bêje: “me gelek delîl komkirin û yê berpirs li ser êrîşên Doma yê me dest nîşan kir, ku bandora xwe ta niha li ser rizgarbûyan heye, wiha jî, hikûmeta Sûriyayê li xwe mukur nehatiya derbarî berhemkirin û bi karanîna çekên kîmawî, ku ew jî dê wateya ew hîn gefdara li ser sivîlan, û li ser ewlehî û aştiya navdewletî, ku divê bê sizadan.“

Mazin Derwîş, rêveberê giştî yê Navenda Sûriyayî bo Ragihandinê û Derbirîna Azad dibêje: “ne tiştekî arê nîya ku bikaranîna çekên kîmawî bê sizadan be, û eger me lêpirsîna van kesan nekir, dê ev êrîş gelek caran bên bikar anîn li dijî mirovan, ku cihê metirsî yêye, Sûcdarkirina berpirsên van tawanan li Sûrîyê dê ne tenê pîvanek dadrêsî ya ji ziyandîtiyan ra peyda bike, lê di heman demê da aştî û ewlehîyek navdewletî jî peyda dike. Ji ber vê yekê, ji xeynî lêpirsîn û darizandina van tawanan dema ku ew bibin xwedan rayedarî, divê welat hevkar bin da ku dadgehek navneteweyî ya taybetî jî çêbikin ku van tawanan darizîne”

Prensîpa dadweriya destûrê dide dadgehên fransî daku tawanên navneteweyî li ser xaka biyanî ji hêla welatiyên biyanî ve, bên lêkolînkirin û darizandin. Di Çirîyê pêşîn/ kewçîra 2020 da, ji aliyê Destbexşeriya  Dadperwerî, Arşîva Sûrî û Navenda Sûriyayî bo Ragihanidnê û Derbirîna Azad gilînameyek bi heman rengî Derbarî êrîşên Sarînê yên 2013 û 2017 li Ghouta Rojhilat û Xan ykêxûn ji aliyê hikûmeta Sûriya yê va li ber Ofîsa Serdozgerê Komara Federal a Alman gilî kirin. Gilînameya li Fransa û ya li Almaniya yê di gel hev da delîlên herî berfireh hene derbarî berpirsên van êrîşan.

Stîv Kostas, parêzer li Destbexşeriya dadwerperwerî, di bêje: “Em daxwazê ji dadwerên Fransî dikin ku bi dozgerê Alman re bi hevre li ser êrişên li ser Xtaya Rojhilat lêkolîn bikin. Bi komkirina çavkanî û hewildanan, welat dikarin bi rehetî delîlên xurt li dijî karbidestên Sûrîyeyî yên berpirsiyar berhev bikin,  Ev dê bihêle ku rayedarên dadwerî li welatên cihêreng dozên tawanbar amade bikin ku bên dadgeh kirin her gava ku ev karbidestên Sûrî di dawiyê de werin girtin.”

Fransa Hevpeymana Navneteweyî ya Dijî Bêcezatiya Bikaranîna Çekên Kîmyewî bi rê ve dibe û karanîna çekên kîmyewî li Sûriyê bi hêz şermezar kir. Fransa her weha daxwaz kir ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) “maf û îmtiyazên” Sûriyê rawestîne, ku dê mafên wê yên dengdanê jî di nav rêxistinê de bigire, ji ber ku negihîşt ber muhleta Tîrmeh 2020 ji bo ragihandina çekên kîmyewî yên ku di 2017 êrişên li ser Latamneh û eşkerekirina stokên wê yên kîmyewî. Pêşniyara Fransa ya ku ji hêla 40 welatan ve tê piştgirîkirin, tê payîn ku di Civîna Bhara 2021an a partiyên dewletên OPCW de were gotûbêj kirin.

Aliyên sivîl ên dozê ji hêla parêzerên ku li Parîsê di rûnin, Jeanne Sulzer û Clémence Witt ve têne temsîl kirin.