Daxuyaniya Çapemeniyê Navenda Sûrîyayê bo Ragihandinê û Azdîya derbirînê digel Destpêşxeriya dadweriyê Arşêfa Sûriya yê yekem angeşt li ser navê ziyandîtên êrşa Sarîna kîmawî pêşkêş dikin

Parîs bo belavkirina bilez: Girûpek ji Rêxistinên Nehikûmî di nav wan da Destpêşxeriya Dadweriyê, Navenda Sûrîyayê bo Ragihandinê û Azdîya derbirînê (SCM), û Arçîva Sûriya, angaştên tawankirî li ser navê ziyandîtên êrîşên çekên kîmawî bo nivîsengeha dadiyarê giştî yê Almaniya Federal pêşkêş dikin. angaştnameyê tevahiya hûrbîniyên lêpirsînan derbarê êrîşên sarînê li ser Xota Rojhilat li parêzgeha gundewarên Şamê di Tebaxa/Gelawêj 2013an da û XanŞêxon li parêzgeha Îdilbê di Nîsana/Avrêl 2017an da rûda bûn pêşkêş dike. Ku belge û lêpirsînên nû pêşkêş dikin, û tê da diyar dike ku rejîma Sûriya yê tawanbara di êrîşan da.

Di herdû êrîşan da, pitir 1400 kesan hatin kuştin, di nav wan da gelek zarok hebûn, ew wek êrîşên herî xirab di şerê sûriya yê da tên destnîşankirin. Di heyama herdû êrşîan da bombebaran li ser navendên pijîşkî yên nêzîk hatin kirin, ku bû sedema rêgirtinê li hember çaresekirinên bilez. Bi daneheva delîlan ra û destnîşankirina ew şahidên ku karibin şehadeta xwe pêşkêşî dadwerê gitşî bikin, aramnca gilîkerên daxwazgerî yê ku berpirsên rejîma Sûriyaê û berpirsên van tawanan bînin li hember dadgehê.

Hadî AlXetîb, damezrêner û rêveberê Arşîfa Sûriya yê/ Syrian Archive, dibêje: li ser nave ziyabdîtîyan bi domahiya salan me lêpirsîn komkirin ku delîlên gelek yên li ber destê me nîşan didin ku rejîma Sûriyayê berpirs û tawanbara di êrîşên kîmawî- Xaza Sarînê-  da yên li ser Xota Rojhilat û Xanşêxûn, diyar dike ku ev kar wek beşek ji şêweyek berbelav û bi zanabûn ji aliyê rejîmê va, ku aramnca wê ew deverên di bin kontrola opozîsyonê da bi çekên kîmyawî ji 2012 va bombebarn dike. Her wiha berdewam kir: “Niha dem dema dozgerên Ewropî yên jêhatî ye ku bi hev ra li ser bernameya çekên kîmyayî ya Sûrî lêkolîn bikin û ji bo ew karbidestên Sûrî berpirsyar emrê girtinê bidin.”

Bi dirêjahîya şerê navxweyî yê Sûriyê, hikûmeta Sûriyê çekên kîmyewî bikar anîn wekî beşek ji şêweyek berfir ji êrişên bi zanebûn li dijî sivîlan û deverên bin destê opozisyonê da. Di Dema ku piraniya çekên kîmyewî yên ku Rjîmê bikar anîn ji cebilxaneyên klorê yên çêkirî da, bombeyên sarîn  ji bernameyek ku ji hêla hikûmetê ve tê piştgirîkirin derket hole hatin belavkirin. Navenda Lêkolîn û Xwendinên Zanistî (SSRC), saziyek hikûmeta Sûrî, di vê bernameyê da roleke sereke lîst.

Mazin Derwîş, damezrêner û rêveberê giştî yê Navenda Sûrîyayê bo Ragihandinê û Azdîya derbirînê, diyar dike: ku ne lojîke ku civata navdewletî bi vî awaê sivik digel tawanek wiha metirsêdar reftar dike, nebûna tevgerk cidî li dijî hikûmeta sûriya yê , ne tenê mafên sûriyan wenda dike lê belê mafên mirovên cîhanê tev. Û berdewam kir: sûriya wek mînakek cidî ye ji sizadana tawandarên şer, û têkçûn ne hilbijartine, lewra dibe karên navdewletî hemaheng bin daku çi kes ji van tawanan ne revê û carek din ev tawan dûbare nebin.

Çend welat, wek Almanya, Swêd û Norwêc ê, di derheqê tawanên şer, tawanên li dijî mirovahî û jenosîdê da xwedan dadrêsiya derveyî-herêrmî ne. lewra, ev welatan dikarin lêpirsînan li ser van bûyeran bikin, dema ku gumanbar ne li xaka wan bin jî.

Steve Kostas, şêwermendê serke di Destpêşxeriya dadweriyê da, dibêje: “Hevkariya Navneteweyî dê bibe kilîta hewildanên serkeftî da ku tawanbaran berpirsiyar bihesibîne,” û got jî: “ew Dewletên ku li ser bernameya çekên kîmyewî ya Sûrî û êrişên kîmyayî delîl hene, divê ku ew agahî ji dewletên xwedî rayedar re peyda bikin,  da ku serfermandar û karbidestên Sûrî berpirsyar lêkolîn û darizandin.”

Di Tîrmeha borî da, desteya cîbicîkar a çavdêriya çekên kîmyayî ya cîhanê, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), karanîna bombeyên sarin û klorê yên qedexe ji hêla hêzên azmanî yên Sûriyê ve şermezar kir. Civîna bê ya endamên OPCWê, Konferansa Dewletên endam, dê di dawiya Mijdarê/ çireya paşîn da dest pê bike, û dikare bibe sedema bersivek kolektîf ji welatên endam ji Sûriya re binpêkirina Peymana Çekên Kîmyewî ya sala 1997.

Bo xwendina angeşta derbarê XanŞêxûn di 4ê Nîsana/ Avrîl 2017an da, di rêya lînkê da, Arabî, Înglîzî

Bo xwendina angeşta derbarê Xota Rojhilatê di 21ê Tebaxa/ Gelewêj 2013an da, di rêya lînkê da, Arabî, Înglîzî

Bo pirsiyarên pitir peywendî bikin bi:  [email protected]