Hin Nîşe der barê Lêkolîna Gotara Kînê de

Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê (Rewangeha Gotara Kînê û Tundîyê) li gel Rêxistina Neteweyên yekbûyî ya Fêrkirin,  Perwerdekirin û Çandê (UNISCO)yê, lêkolîna “Gotara Kînê û Tundîyê di ragihandina Sûrîyayî de” weşand, ku puxteya qonaxa duyem a projeya ku sal û nîvekê dewam kir û qonaxa sêyem di sala 2019n de berdewam dibe.

Gelek bertek li ser lêkolînê hatin nîşandan, hin ji wan ji bo bipêşxistina kar bi sûd bûn, hin jî bertekên atifî bûn; nemaze yên ku li ser malperên medyaya civakî derketin holê, gelek nerîn bêyî xwendina lêkolînê hatin nîşandan li gel girtina hin beşan û şirovekirina wan li gor nerîna kesane ji bo teqezkirina nerînekê di çarçoveya nakokîyên siyasî yên li Sûrîyayî. Tu armanca siyasî ji vê projeyê nebû, lê armanca wê bi tenê bipêşxistina gotara ragihandinê li Sûrîyayê ye, bi rêya dûrketina ji bikaranîna gotara kînê ji ber ku bandorên wê yên civakî yên wêranker hene.

Tevî vê yekê jî; em bawer in ku ev nerîn xwedî nîşanake pak in û xaleke erênî ne, divabe em tev xwe bispêrin wan da ku em danûstendineke civakîya ya rêzdar û rexneyeke akadîmî ya zanistî ava bikin, ji ber ku di rewşa Sûrîyayî de ev xalên borî pêwîst in, çi di warê  gotara kînê de be an di warê dozen giştî de be.  Me ji alîyê xwe ve bersiva ji bo radyoya Arta FMê derdng kir da ku nekeve çarçoveya qayîşê her weha da ku em ji alîyê xwe ve bi hemû nîşeyan agahdar bin.

Xala yekem: “Lêkolîn Gotara Kînê û Cudakirinê Diçesipînê”

1-             Nivîsa hevkaran li Radyoya (Arta FMê) ya rexneya lêkolînê dibêje ku lêkolîn “Gotara Kînê Diçesipîne” em jî cardin pênaseyên gotara kînê ya lixwegirtî di lêkolînê de tînin ziman: “her gotara nivîsî, bihîstî, dîtbar an dîcîtalî, armanca wê kuştina rastîn an ya sembolî ye bo alîyê din yan jî cudakirin û piçûkxistina alîyê din e, ev pênase binpêkirinên mina dijûn, navlêkirin û cudakirinê heta bi sorkirina li ser kuştin û tundîyê li xwe digire.” Hevkarên ku nivîsa rojnamegerî amade kirine ji bîr kirine ku ev pênase girêdayî gotara ragihênerî ye, lê lêkolîn xebateke analîzekirina gotara ragihênerî ye li gor rêbaza analîzekirinê, ji lew re nabe pênase lêkolînê jî li xwe bigire, çi ku lêkolîn ne gotareke ragihênerî ye, lê analîzeya gotara ragihênerî ya dezgehênn ragihandina Sûrîyayî ye û encamên wê ji bo wan dezgehan bû, da ku bale bikişîne ser metirsîyên gotara kînê û karê dezgehan bipêş bikeve û ev yek di rêbaza lêkolînê de bi eşkeretî hetiye diyarkirin.

2-             Bi rêya encamên lêkolînê, lêkolîn diyar dike ku rêjeya bikaranîna gotara kînê di ragihandina Sûrîyayî de pir nizm e li gor dewletên Erebî tevî rewşa cengê li Sûrîyayê  lê lêkolîn şiroveya vê yekê nîşan dide û dibîne ku “Pêvajoya Çavdêrîyê” ne “Projeya Çavdêrîyê” di qonaxeke aramîyê de hatiye çêkirin û gihaştiye encama ku: “bi rêya diyarkirina grûpên ku gotara kînê û tundîyê  di ragihandina Sûrîyayî de tev li alîyên wan ên siyasî yên cûrbicûr , wan armanc dike (dezghên ragihandinê yên alîgir, dezgehên ragihandinê yên dijber, dezgehên ragihandinê yên Kurd) em digihêjin armanceke giring ew e ku gotar grûpên siyasî armanc dike, ne pêkhateyên nijadî yan etenîk li Sûrîyayê. Ev yek nîşan dide ku ev gotara encama cenga li Sûrîyayê ye ji berî heft salan ve û tu kîneke dîrokî di nav pêkhateyên Sûrîyayî de li xwe nagire. Ji lew re, gihaştina bo çareyeke siyasî ku sere leşkerî bi sawî dike û rêyeke niştîmanî bo dadmendîya veguhêz encamp dide dê bihêle asta bikaranîna gotara kînê û tundîyê li dezgehên ragihandina Sûrîyayê xwedî alîyên siyasî yên cûrbicûr kêm bibe.” Lêkolîn qewîtîya têkilîya bi dezgehên ragihandina Sûrîyayî re, yên ku beşekî lêkolînê bûn dide da ku bi encamên lêkolînê agahdar bin û perwerdeyên gotara kînê ji endaman re der bare gotara kînê  ji wan re çêbike her weha li ser ferhengekî biwêjên kînê bixebite ku di belgenameya rûmeta rojnamegerî de lixwegirtî be, her weha giringîya ku hemû rojnamegerên Sûrîyayî ji alîyên siyasî yên cûrbicûr li hev kom bibin da ku nerînên wan nêzî hev bibin û di encamê de asta bikaranîna gotara kînê kêm bibe. Gelo di xalên borî de tu tişt heye dikeve rêza gotara kînê de an naveroka wê li dijî dezgehên ragihandin Sûrîyayî ye ku ew bi xwe alîyê armanckirî ye ji lêkolînê?

3-             Di heman demê de, kesên bi lêkolînê rabûn navên dezgehên ragihandinê û encamên her dezgehekê bi xwe  eşkere nekirin; nemaze di çapa erebî de, da bandore li dezgehê û karmendan neke her weha da ku lêkolîn nebe rêyeke navlêkirina dezgehê. Ji alîyekî din ve, daxwaznameyên têkilîyê bo hemû dezgehan hatin şandin û têkilî bi wan re hate danîn nû encamên her dezgehekê pê re hate şandin û nîqaşkirin ku rêjeya bikaranîna her dezgehekê bo gotara kînê tê de diyar e. Lê di çapa Îngilîzî de navê dezgehên ku lêkolînê ew li xwe girtine hatine diyarkirin bêyî ku encamp werin diyarkirin, ev yek jî encama şaşîtîyeke hhevrêzîya wergera û weşanê bû ji ber ku navend xwe disperse wergêran ji derveyî navendê, ji ber ku zimanên frmî yên Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê Erebî û Kurdî ne.

Xala Duyem: “Şaşîtîyên Ketegorîkirina Dezgehên Ragihandinê”

1-             Rexneya hevkaran li radyoya Arta Fmê tometa “nijadperestîyê li dijî pêkhateya Kurd” li xwe girt, ji ber ku lêkolîn li gor alîyên siyasî hatibû dabeşkirin (Dezgehên Ragihandinê yên Alîgir, Dezgehên Ragihandinê yên Dijber, Dezgehên Ragihandinê yên Kurdî) û paşguh kirin ku lêkolîn behsa dezgehê ragihandinê dike ne behsa nijadan dike, Navendê  ev dabeşkirin ji bo lêkolînê li xwe girt ew jî li gor alîyê gotara syasî lê gelê Sûrîyayî dabeş nekiriye, ev ji alîyekî, ji alîyekî din ve der barê navlêkirina ku lêkolînê di pênaseyan de li xwe girtiye û nivîsa rojnamegerî ew pê tometbar kirye ew e: “Navlêkirinên piçûkxistinê û wesfên ku mirov ji pejirandina civakî bêpar dikin, her weha çêkirin an çespandina wêneyeke qalibgir der bare alîyê din de.” Lêkolînê kes an grûp weke mijar negirtine dest lê dezgehên ragihandinê ji lew re ev navlêkirin lê nayê, nemaze gotina “Kurdî” ne xwedî wateyeke xirab e û ev wesif kurdan ji pejirandina civakê bêpar nake her weha wêneyeke qalibgir dernaxe hole, ku ew bi xwe ne (Alîyê din) e li gor vê lêkolînê an li gor Navendê.  Ji alîyekî din ve nivîsa hevkaran li Radyoya Arta FMê gotina navlêkirinê bikaranî ji bo tometkirina lêkolînê ji ber bikaranîna “Dezgehên Ragihandinê yên Kurdî” lê her şeş pîvanên lêkolînê yên nirxandina gotarê paşguh kiriye, ku pîvana çrem ev bû: “asta derbirînê û rewşa giştî weke naverok an forma ku gotar pê derdikeve hole û behaneyên bikarhatî tê de mîna di çarçoveya nwesifdayînê an vegotina dîrokî an diyarkirina rastîyên zanistî.” Di van çarçoveyan de lêkolîn bêguneh e ji ber ku gotina “Kurdî” di çarçoveya lêkolîneke zanistî de bi kar anîye û behaneyên xwe ji bo bikaranîna vê gotinê diyar kirine.

2-             Derbarê bikaranîna lêkolînê bo vê dabeşkirinê , ew li ser van xalan hatiye avakirin:

  1. a)              Lêkolînên pêşti: lêkolînên ku behsa rewşa ragihandina Sûrîyayî piştî 2011an dikin pir kêm in, nemaze yên ku dezgehên ragihandinê li gor gotara wan a siyasî ketegorî kirine, me di lêkolînê de behsa yên herî giring kiriye  û me xwe spart dabeşkirina “Institûya Rojnamegerîya Ceng û Aştîyê ” li gel lêkolîna “Institûya rojhilata Navîn” ku wan jî bi heman rengî dezgehên ragihandinê dabeş kiribûn (Dezgehên Ragihandinê yên Alîgir, Dezgehên Ragihandinê yên Dijber, Dezgehên Ragihandinê yên Kurd) û dema ku dezgehên serbixwe nîşan dide ew ketegorîya (Ragihandina Kurdî ya Serbixwe) jî tine ziman. Me xwe spart van her du lêkolînan ji ber ku:
  •         Ji hêla alîyên Navdewletî yên ne Sûrîyayî derketine ji lew re gereke di ketegorîkirina dezgehên Ragiohandina Sûrîyayî  de bêalî be.
  •         Her du alîyên ku lêkolîn belav kirine alîyên navdewletî ne û di warê lêkolînên rojnamegerî de pispor in, ji lew re xwespartina me bo ketegorîyên wan hêzeke û mafekî rewa ye di lêkolîna zanistî de û kesên pispor di vî warî de bi vê yekê agahdar in.
  1. b)              Di beşa dezgehên ragihandina Kurdî hejmareke dezgehên ku navê wan Kurdî ye, ew jî maf û îşê  wan e lê sembol û nîşanên navên dezgehên ragihandinê ji bo pisporên ragihandinê bêlî ne ku nîşaneke balkêş a wan dezgehan e.

3-             Encamên lêkolînê rastîya ketegorîyan diyar kir. Li gor xalên diyarkirî di xanxanikên gotinên kînê de yên ku dezgehên ragihandina Sûrîyayî li gor alîyê xwe yê siyasî bi kar tînin; dezgehên alîgir xwedî du gotarên kînê ji hêla alîyê armanckirî, yek ji wan li dijê opozisyonê ye, ya din li dijî Rêveberîya Xweser û alîyên wê yên leşkerî ye , ev yek li ser gotara kînê ya dezgehên ragihandinê yên opozisyonê jî pêk tê ku li dijî rêjîmê ji alîyekî p rêveberîya xweser û baskên wê yên leşkerî gotara kînê bi kar tine, heman xal li ser dezgehên ragihandina Kurdî jî pêk tê ku gotara wê ya kînê rêjîma Sûrîyayî û opozisyona Sûrîyayî di warê siyasî û leşkerî de armanc dike.

4-             Nivîsa rojnamegerî yak u havkaran li radyoya Arta FMê belav kirine dibêje ku ketegorîkirina lêkolînê û bikaranîna (Dezgehên Ragihandinê yên Kurdî) ne li gor xaknîgarîyê ye ji ber ku dezgehên ragihandinê yên ku di lêkolînê de lixwegirtî ne li herêmên cûrbicûr in, her weha ne ketegorîkirineke zimanî ye jî ji ber ku ew dezgeh bi gelek zimanan diaxivin; ne tenê bi Kurdî, paşê dibêje ku pirsgirêk ew e ku gotina Kurdî hatiye bikaranîn ji ber ku ev gotin nîşana neteweyekê ye û ne nîşana alîyekî siyasî ye, ji ber ku Kurd di nav xwe de dabeşkirî ne; alîgir, dijber, bêalî û serbixwe hene, gelekî seyr e ku hevkarên me van sideman bînin ziman ji ber ku ev Radyo bi xwe gotina (Kurdî) weke nîşana alîyekî siyasî û weke wesifekî rojnamegerî û ragihandina li herêmên cûrbicûr û pirzimanî bi kar tine, mînak radio nivîsa xwe ya bi vî serenavî: “bibîranîna 119an ya cejna rojnamegerîya Kurdî li Cizîr û kobanî” ku di 22yê nîsana 2017an de hatiye belavkirin, wisa dest pê dike “Yekîtîya Rojnamegerên Kurd ên Sûrîyayç di daxuyanîyekê de roja şemîyê ji partîyên tevgera siyasî ya Kurdî xwestin ku ji çarçoveya rojnamegerîya partîyan a teng derkevin.” Lînk  https://bit.ly/2I1eBsy

Ji gotinê û serenav diyar dibe ku radyoyê gotina Kurdî li dûv Rojnamegerîyê nexistiye nav dunikan de (” “) tevî ku gotina (Dezgehên Ragihandina Kurdî) xistiye nav dunikan de, di nivîsa ku tê de rexneyê li lêkolînê dike da ku diyar bike ku ew vê yekê li xwe nagire, ev yek nîşan dide ku gotina Kurdî li paş gotina rojnamegerîyê tiştekî normal e bo siyaseta weşana radyoyê. Ji alîyekî din ve biwêja Partîyên Tevgera Siyasî ya Kurdî dide diyarkirin ku gotina Kurdî dibe li paş “tevgera siyasî” were û wateyekê siyasî li xwe digire. Tê zanîn ku bikaranîna gotina (Kurdî) bo wesifdana raojnamegerîya Kurdî tiştekî belav e di hemû dezgehêm ku navê Kurdî li wan hatiye kirin di vê lêkolînê de ûji derveyî lêkolînê jî, weke mînak, me lînkên hin nivîsên rojnamegerî li jêrê rêz kirine ji dezgehên ragihandinê yên Kurdî û ne Kurdî jî, hin ji wan beşekî lêkolîna me bûn :

  •         Ragihandina Kurdî Li Sûrîyayê di nav Rewş û Xewnê de (ragihandina Îlêktronî weke mînak) https://bit.ly/2I5NEE3
  •         Rewşa Ragihandina Kurdî a Sûrîyayî

https://bit.ly/2Us2Rpy

  •         Rojnamegerîya Kurdî ya îlêktronî: destpêkeke fêmkirina taybetmendî û forman

https://bit.ly/2FFwhau

  •         Zehmetîyên Bipêşketina Ragihandina Kurdî

https://bit.ly/2FOLOWK

  •         Rewşa Rojnamegerîya Kurdî li Sûrîyayê … astengî û hêvî

https://bit.ly/2YBCLQt

  •         Puxteya Rewşa Rojnamegerîya Kurdî

 https://bit.ly/2UmXbND

Nivîsa hevkaran li radyoyê dibîne ku tiştê metirsîdar ew e ku lêkolîn ketiye “xefka cudakirina nijadî û neteweyî û li ser cudakirinê gur kiriye û bi vî rengî ew gotara kînê diçesipîne” , li gor nirxandina nivîsê, lînkên li jorê heman biwêj bi kar anîne, lê gelo rast e em weşanger û dezgehên ku lêkolînên li jorê belav kirine bi “cudakirinê û belavkirina gotara kînê” tometbar bikin û biwêjên mîna Yekîtîya Rojnamegerên Kurd an Hevgirtina Rojnamegerên Kurd weke gotareke kînê bihesibînin?

Hêjayî diyarkirinê ye ku gelek rexnegirên bikaranîna bieêja Ragihandina Kurdî yên ku em rêzdarîya wan digirin, ji nav wan jî rojnamegerên Arta FMê , bi xwe jî ev têgeh di hejmareke lêkolîn û raporên avenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê de bi kar anîne. Mînak:

  •         Rewşa Ragihandinê û Azadîya Derbirînê li Sûrîyayê

https://scm.bz/kmr/studies-ku/rewsa-ragihandine-u-azadiya-derbirine-suriye-2006an

  •         Saleke Çavdêrîya Hesinî li Sûrîyayê

http://cutt.us/6eLmF

  •         Bêdengîya Pênivîsan û Qelebalixa Çavdêrîyê

https://scm.bz/kmr/studies-ku/rewsa-ragihandine-u-azadiyen-rojnamegeriye-li-suriyeye-2008-2009-bedengiya-penivisan-u-qelebalixa-cavderiye

  •         Kedîkirina Înternêtê

https://scm.bz/kmr/studies-ku/kedikirina-internte-pencen-astengkirine

  •         Ragihandina li dijî Hemwelatînîyê

http://cutt.us/6BCDp

Gelek mînakên din jî hene lê em tenê van nîşan didin da ku em ji hevkarên xwe yên rêzdar re bibêjin ku salên cenga Sûrîyayî û rêyên wê yên siyasî, bêyî xwesteke me, kûr di hundirê me de kolaye.

Xala Sêyem: Bijartina Nimûneyê

1-             Nivîşa çapemenî ya hevkarên radyoya ARTA FMê hinek nakokî di bijartina nimûneya ku weke sernavekî ji lêkolîna xwe re girtine dest, hundirand ku ev lêkolîn ragihandina serbixwe û ya bêalî ji nimûneyê ve bi dûr xist. Li gorî bihaneyên lêkolînê, pênaseyên ragihandina bêalî di nava lêkolînên berî de biguman, tevlihev û di alîyên xwe yên sîyasî de ne deqîq in.  Nivîsa hevkaran xwest ku çi navgîna ragihandinê ku tê lêkolînkirin weke dezgeheke sîyasî serbixwe “heta ku têkilîyên xw bi şoreşê jî re hebin” were dîtin. Îcar li vir kî yê binakok e, lêkolîn an nivîsa çapemenî? Dêmek xuya ye ku ragihandina bêalî weke têgih di çarçoveya alîyê sîyasî yê giştî de ji hevkarên radyoyê re ne belî ye. Di heman bendî de, radyo ji me xwest ku hinek navgînên ragihandinê yên Sûrî xwedî li nirxandinên wê yên taybet derkeve. Ew nirxandinên ku ew bixwe gotarên kînê ne, berî hinek navgînên ragihandinê ku wan bi ” bikaranîna gotareke tayîfgerî û navtêdanî” tawanbar dikir, ev nirxandin daxkirin û tawan digirtin nava xwe.  Her wiha tawanbarên hinek navgînên din ku “ew nêzî yan jî ji PYDê re kar dikin” tawanbar kiriye, hişt lêkolîn ber bi nakokîyê ve biçe, nemaze gava “navgînên ragihandinê yên bi navê partîyên sîyasî tevdigerin û yên bi awayekî fermî yan jî eşkere alîyên xwe yên sîyasî nîşan didin, bi dûr xist. Dîyar e radyo û nivîsa xwe ya çapemenî cudahîya navbera navgîneke ragihandinê ya nêzî partîyekê û navgîneke ku bi awayekî fermî girêdayî partîyeke sîyasî ye ji hev dernexist ku bi vê yekê ji bîr kir ku lêkolîn xebateke zanistî ye û divê di komkirina agahîyên xwe de xwe bispêre belge û çavkanîyên piştrast û her wiha encamên lêkolînan, ne xwe bispêre axaftinên şandî yan nirxandinên kesayetî ku li gorî bayê serê xwe nivîsiye. Ev cewhera cudahîya di navbera lêkoîneka zanistî û nêrînên şandî de ye.

2-              Gava hevkaran dabeşkerina navgînên ragihandinê ku ew di nava beşên analîzê de ne, rexne kir ji bîr kirin ku dabeşkirina van beşan ta bigihêjen encamên xwe pir zû ye. Bi vê yekê gava wan bi tevlihevîyê tawanbar dikin ew bi encamên lêkolînê re eleqeder dibin. Tevlihevîya ku kî rêjeyeke bilind û rejîyeke kêmtir di gotara kînê de bi kar tîne, çi ragihandina Sûrî bi giştî be çi jî hemû şêweyên ragihandinê û alîyekî sîyasî yê navgînên ragihandinê be. Bi vê rexneyê ew xwe dispêrin hikumên hazir û piştevanîya bêalîbûna lêkolînê bêyî ku zanibin, dikin. Îcar çawa lêkolîneke ku yekem car di warê xwe de ji pirseke sereke dest pê dike mîna “Gelo navgînên ragihandina Sûrî gotara kînê bi kar tînin? Berî zanibe kîjan navgîn gotara kênê di rejîyeke bilind û kîjan rêjeyeke kêmtir bi kar tîne, ji lew re lêkolîn di dabeşkirina navgînên ragihandinê de di nava beşên analîzê de xwe spart hejmara wekhev ya di hindirê her beşî de.

3-             Lê eger navînî weke şêweyekî serjimarîyê werin bikaranîn ku pisporên van cure lêkolîn, giringî û pêwîstîya wan dizanin; ku ew pîvaneke dernavendî ye û ew şêwazê herî guncaw ê duristkirina datayên ku lêkolînê kom kirine ye, ku ev pîvan hemû nirxan di ber çavan re derbas dike. Her wiha navînî an jî navîniy jimarî tê wateya ew “nirxeke ku komek nirx li dorê kom dibin û di rêya wê re meriv dikare nirxên komên mayî nas bike,” li ser bingeha vê yekê jî çi kesê rêgezên serjimarîyê nas bike dê zanibe ku navînî ne nirxekî bi tena serê xwe ye, lê belê ew nirxekî ji encama komeke nirxan e. Bikaranîna rêjeya gotara kînê ya bilind û kêm bandorê li navînîya giştî ya ragihandin û alîyê sîyasî dike, ev tiştekî asayî ye ku pisporên serjimarîyê vê jî zanin; navînî bi nirxên şaş bandor dibe û tu şêwazekî serjimarî ji eyban ne xalî ye, eger lêkolîn ev yek derbas nekiribe. Ji lew re, lîkolînê di encamên xwe de tabloyeke taybet li jêr rêjeya beşdarbûna navgînê di gotara kînê ya giştî ya şêweyê ragihandinî û gava têkilî bi her navgîna ku tê lokîlînkirin hat danîn de rêjeya wê ya bikaranîna gotara kînê jê re hate kifişkirin, her wiha beşdarbûna wê ya di rêjeya giştî ya şêweyê wê yê ragihandinî jî. Ev tablo û encamên di lêkolînê belavkirî de ji ber sedemine ku berê hatine bibîrxistin, nehatin eşkerekirin. Her wekî lêkolînê dîyar kir ku wê rêbazê lêkolînê ji her navgînekê bi kar anîye û bi vê yekê encam û navgîn tev li hev nekir, lê belê encamên giştî tenê dîyar kir, ji ber ku ew bi gotara kînê ya di navgînên ragihandina Sûrî de bi giştî re eleqeder dibe û hewl dide weke rewşeke giştî di ragihandina Sûrî de were derketin weke çawa sernavê lêkolînê vê yekê diteyisîne û teşhîrkirina navgînên ragihandina Sûrî armanc nekiriye. Hevkaran di rexnekirina xwe ya lêkolînê de teqez kir ku Navenda Sûrî ya Ragihandinê û azadîya fikir berîya belavkirina lêkolînê peywendî bi navgînên ragihandinê yên tên lêkolînkirin re danî û encam ji wan re kifiş kir û ev tişt armanca lêkolînê ku ne teşhîrkirina navgînan, lê belê pêşxistina wan e, dide xuyakirin.

4-             Der barê ku lêkolînê “angaşt” kir wê her gotineke nimûneyê bi diqet bi kar anîye, hevkaran di navbera têgiha nimûne û beşê analîzê de şaş kiriye; gotin di zimanê lêkolîna zanistî de ew her navgîneke ragihandinê ji navgînên ji nimûneyê pêkhatî ye, lê beşê analîzê komeke gotinan e li ser esasê mînandina şêweyên ragihandinê yan alîyê sîyasî yê giştî hatiye dabeşkirin. Ji lew re gava lêkolînê got wê gotinên xwe bi diqet bijartiye; ev tê wateya pîvanên bijartina her navgînekê, pîvanên ku di dawîya lêkolînê de hatine nivîsandin de û tu têkilîya xwe bi dabeşkirina beşên analîzê ve tuneye.

Xala Çarem: Makanîzmaya Çavdêrîyê

1-             Di radyoyê de, di rexnekirina makanîzmaya çavdêrîyê de, “bi mikurhatina serperiştekî” nivîsa hevkarên me di ber xwîner re diavêt ku “Şaşîtîyeke rêbaz” heye, sedema wê jî ew e ku çavdêr di qonaxa yekemîn de baş nehatibûn perwerdekirin. Ji ber ku em hevkarên hev in, em dibînin ku ji ber têgihiştina şaş ev yek pêk hatibû. Tevî ku di xala 12ʹan a rêbazê girêdayî pêvajoya çavdêrîyê de, bi zelalî hatibû ziman û em ê vî parçeyî jê hilbijêrin: ” Proje dabeşî du gerên çavdêrîyê bû, a yekemîn ezmûnî bû, tê de 24 çavdêr li ser makanîzmaya çavdêrîyê û bikaranîna ferhenga têgihên kînê hatin perwerdekirin, her wiha perjnameya girêdayî her rengekî ragihandinê hate dagirtin. Piştî ku ji amadebûna çavdêran hat piştrastkirin gera duyemîn a çavdêrîyê hat destpêkirin û heft rojan dirêj kir ( ji 24 Gulana 2018ʹan heya 30 Gulana 2018ʹan)” mijara girîngtir ew e ku radyo dîyar nekir ku “gera yekemîn” an “qonaxa yekemîn”- weke çawa wê ew bi nav kir- gereke ezmûnî ye, da ku ji amadebûna çavdêran, çalakiya elektronîk û pirsgirêkên wê piştrast bibin û encamên wê neketin nava lêkolînê, ji ber wê jî piştî ji amadebûna çavdêran pişrast bûn û gera duyemîn a ku encamên wê hatin pejirandin, hate ragihandin nivîsa hevkaran ev rastî dîyar nekir.

2-             Têkildarî çavdêran, em dixwazin li ser tiştê ku di lêkolînê de hatibû nivîsîn de teqez bikin ku çavdêr “ji rojnamegerên ku karê rojnamegerîyê dikin” bi baldarî û li gorî pîvanên pispor û serperiştên çavdêrîyê, hatibûn bijartin û em matmayî dimînin ku çawa nivîseke hevkarên me yên radyoyê angaşt kir ku rojnamevan nikare cudahîyê di navbera mêvanê dezgeha ragihandinê û karmendên dezgeha ragihandinê de binase? Her wiha ew li ser makanîzmaya çavdêrîya her navgînekê bi tena serê xwe û çawanîya valakirina encamên çavdêrîyê di perijnameya teybet de, hatin perwerdekirin, di pişt re çavdêrîyeke ezmûnî hate çêkirin û li gorî wê beriya çavdêrîya dawîn, ji amadebûna çavdêran hate piştrastkirin.

3-             Der barê çavdêrên navgînên ragihandinê yên Kurdî de, zimanê Kurdî ji bo hemûyan zimanê dayîkê ye û hemû xwedî serpêhatîyeke dirêj di çapemenîya Kurdî de ne, da ku bikarin baş wateya rast a bi Kurdî yan jî bi Erebî ya gotinên kînê bizanin. Her wiha di nîvê gera çavdêrîyê de çavdêr di nava navgînên ragihandinê de hatin pevguhertin, di pişt re encamên çavdêrîyê yên her navgînekê berî û piştî pevguhertinê hatin beramberkirin, da ku bêalîtîya çavdêr were misogerkirin.

Xala Pêncem: “Dualîtîya Pîvanan”

1-             Nivîsa rojnamegerî ya hevkaran li Arta FMê amade kiribû, biwêjinan bi kar tîne ku mejîyê xwîner tevlihev dike mîna “Dualîtîya Pîvanan” ji ber ku tu rexneya pratîk di vî warî de nedaye pêş lê hewl dide me bi nerîna û nirxandina xwe bo gotinên kînê pabend bike.

2-             Lêkolînê di destnîşankirina gotinên ku gotara kînê dinimînin, xwe spartibû pîvanên cîhanî ji bo bijartina wan gotinan li gor rewşa Sûrîyayî, her weha xwe sparte workşopên kesên pispor di warê gotara kînê de li gel beşdarîya çavdêran  ku 24 çavdêrên di warê rojnamegerîya Sûrîyayî de kar dikin, biwêj ne bi awayekî tekane, ji hêla kesekî an li gor alîyekî siyasî û îdyolojîk hatine destnîşankirin. Ya giringtir pêvajoya çavdêrîyê xwe sparte şeş pîvanan li gor derbirîna kes an desteyê, li gor ku di lêkolînê de diyar kiriye, Yek: Pêvajoya Derbirînê. Du: kesê ku bieêjê dibêje an yê ku şêwazê veguhestina bo cemaweran control dike. Sê: nêta bêjerê biwêjê ji ber ku xemsarî û serserîtî ne pîvanên bûyîna tawana kînê û gurkirina ser tundî û cudakirinê. Çar: asta derbirînê û xwezaya  wê ya giştî. Pênc: Belavbûn. Şeş: asta derketina encamên gurkirina ser tundîyê. Pîvana dawî bandora gotara kînê û gurkirina ser tundîyê. Li gor van xalên borî, lêkolîn weke xebatekê bi hewldanên dîtina behaneyên bikaranîna gotinên kînê ji ber sedemên siyasî an îdyolojîk ne têkildar e.

3-             Der barê gotinên kînê yên ku nivîsa hevkaran li Arta FMê nepejirandiye, em xalên li jêre tînin ziman:

  •         Der bare hin biwêjên ku nivîsê diyar kirine û dîtiye ku lêkolînê cudahî nexistiye navbera komên opozisyonê yên radîkal û navîn, em nizanin radyoyê nerîna xwe li ser çi ava kiriye ji ber ku navên komên ku ji hêla dezgehên Kurdî bi navê (DAIŞî, terrorist .. hwd) di lêkolînê de nehatiye diyarkirin lê em dizanin me her şeş pîvan bi cih anîne û di serî de bêjer û pêvajo.
  •         Der barê gotinên (bicihbûyî, bicihkirina malbatên Erebî .. hwd) de ku ji bo kesên koçberkirî  ji Xûtayê hatibû bikaranîn, ew weke gotineke kînê hate hesibandin ji ber ku li dijî sivîlan hatibû bikaranîn û ev sivîl ne bi dilê xwe ji malên xwev derketin, mîna  xelkên Efrînê yên ku ji warê xwe hatin bidprxistin. Nemaze ji ber ku xelkên Xûtayê Sûrîyayî ne. Biwêja (Bicihbûyî) rewşa Filestînê dinimîne û nîşaneke kînê ye ji ber wateya dagîrkirina xakê di nav xwe de dihewîne.
  •         Der barê (dagîrkerîya Turk) an (dijminê Turk) lêkolînê diyar kiriy ew di warê wesifdana komên opozisyonê yên ku Turkya piştgirîya wan dike, hatiye bikaranîn, yan jî ne di wesifdayîna artêşa Turk de bi kar hatiye.
  •         Der bare (Kurdistana Sûrîya, Rojava) de û diyarkirina wan di lêkolînê de, nivîsa hevkaran li radyoya Arta ji ber vê yekê mat dimîne ku me ew weke gottineke kînê di nav yên (Cudakirinê) de hesibandiye, tevî ku ew biwêj “Xaknîgarî – Siyasî” ev yek jî dualîtîyeke nivîsa hevkaran e ji ber ku dibîne navlêkirinên Kurdî li herêmên Bakurrojhilatî Sûrîyayê “Normal e, nemaze dema ku navgînên ragihandinê yên cîhanî bi kar tînin.” Lê ew di xala xwe ya yke, de dibêje ku bakurrojhilatî Sûrîyayê herêmeke pirzimanî ye û gelek pêkhate lê hene mîna Kurd, Ereb, Suryan û Ermen, ji lew re bikaranîna biwêjê ji bo axaftina li ser herêmê dikeve çarçoveya cudakirinê.
  •         Der barê şirovekirina ketegorîkirina “Mîlîtayên Şîeyê” di xanxanikên navgînên ragihandinê yên opozisyonê de, ev nayê wateya ku em bi alîyên wan ve diçin lê şiroveyeke biwêjê ye.
  •         Nivîsa hevkaran li adyoya Arta FMê xwe dispêre raporeke Human Rights Watchê û ji bîr dike ku rêxistinên navdewletî di hin raporên xwe de gotina “Kurdî” bi kar tînin dema ku behsa binpêkirineke Partîya Yekîtîya Demokrat dikin, lê nivîsa rexnegir ev yek weke kêmanî bo lêkolînê dît, em ê berê hevkarên amadeker bidin raporeke Human Rights Watch ku di 2014an de hatiye belavkirin li jêr serenavê “li jêr serwerîya Kurdî .. binpêkirinên li herêmên li jêr birêveberîy Partîya Yekîtîya Demokrat li Sûrîyayê” tevî ku swerenavekî bi vî rengî li gor pîvanên lêkolînê gotareke kînê ye. Lînka rapora Human Rights Watch https://bit.ly/2CKykJG .

Xala Şeşem: “Şîroveyê ne rast”

1-             Nivîsa hevkaran li radyoya “Arta FM”ê di warê rastîya encamên lêkolînê de gumanbar e, bê ku tu peyt an şîroveyekê pêşkêşî me bike! Her weha şîroveyên lêkolînê bo encaman jî şaş dît ji ber ku lêkolînê navê alîyê pispor di warê çavdêrîya ser ragihandinê de nivîsî ye “desteya çand û hunerê” lê ew bi xwe “Meclisa Bilind a Ragihandinê” ye, nivîs diyar dike ku desteyeke çavdêrîyê heye û ev e mebesta lêkolînê. Der bare şaşîtîya di navan de; em du lînkên ji rojnameya “Ineb Beleî” li jêrê datînin, di wan de biryara desteya çand û hunerê ya Rêveberîya Xweser ya qedexekirina belavkirina rojnameyên “Ineb Beledî, Temedun û Kuluna Sûrîyûn û Eyn Elmedîna” tê diyarkirin ji ber ku wan berî çend salan êrîşî Rêveberîya Xweser kiribû, li gel wêneya biryara qedexekirinê bi navê “Desteya Çandê”. Navend dê li alîyê fermi bigere û dê şaşîtîya di nav de rast bike. https://enabbaladi.net/archives/35427, wêneya biryara qedexekirinê bi navê desteya çandê: https://www.enabbaladi.net/archives/53252

2-             Rexneya hevkaran dibîne ku lêkolîn bi alîyê navgînên ragihandina opozisyonê ye ji ber ku ev şirove pêşkêş kiriye”dezgehên ragihandinê yên opozisyonê heta astekê azad in ji ber ku ne girêday tu desthilatdarîyeke navendî ku rêya wê ya giştî û siyaseta wê ya weşanê destnîşan bike.” Nivîs dibîne ku ev gotin ne rast e lê ji alîyekî dibêje rojnameya (Ineb Beledî) pîşe û serbixwe ye û ji alîyekî din ve dibêje ku navgînên ragihandinê yên li Turkîyauyê  li jêr çavdêrîya Turkî ne û ev bi xwe şaşîtîyeke ji ber ku navgînên ragihandinê yên li Turkîyayê li jêr navên dezgehên sivîl an kompanîyan kar dikin, ji ber gelek sideman. Ji lew re ew bi tu awayî ne li jêr çavdêrîya wezareta ragihandinê a Tûrkîyayê ye. Der bare navgînên ku peredayîna wan ji dewletên kendavê ye, nivîsa hevkaran şîroveyên lêkolînê ber çav negirtine, em li vir hin şiroveyan diyar dikin:

  •         Ji alîyekî din ve, gotara kînê û gurkirina ser tundîyê bi helwestên dewletên piştgirîya opozisyona Sûrîyayî dikin; mîna Qeter û Turkîyayê, bandor dibe.Ragihandina Opozisyona Turkîyayê di gotara xwe ya kînê li dijî Partîya Yekîtîya Demoqrat de, navê “Mîlîtayên Kurdî” bi kar tîne her weha ev gotar dema ku bi sponserên li ser asta navxweyî bandor dibe, alîuyên herêmî bi rêya bikaranîna biwêjên mîna “alava Îmaratê” û “zilamê Seûdîyê” armanc dike.
  •         “hate diyarkirin ku navgînên ragihandina opozisyonê yên ku alîyên navdewletî sponserîya wan dike, yên herî kêm gotara tundîyê bi kar tîne lê yên ku karbidest sponserîya wan dikin asta gotara kînê di wan de bilind bû, her weha navgînên ragihandinê yên ku hikûmetên di şerê Sûrîyayê de piştgirîya wan dike asta bikaranînê nêzî ya dezgehên karbidestan bû.”

Gelo piştî wê lêkolînê alî girtiye an nivîsê ev yek pşguh kiriye! Encamên lêkolînê bêalîtî diyar kiriye ji ber ku asta bikranîna gotara kînê li her alîyekî hatiye çavdêrîkirin û gotinên bikarhatî jî hatine pêşkêşkirin bêyî ku tu alî bêguneh bimîne, der bare şîroveyên u lêkolînê bo encaman pêşkêş kir, em napirsin gelo derdorê razî dikin an na, ya giring ku li gor rêbazekî zanistî rast hatibe avakirin.

Xala Heftem: Pisporî

1-             Hevkarên ku nivîsa rojnamegerî amade kirine, Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê bi nepisportîyê tometbar kirine ji ber ku ne dezgeheke ragihandinê ye li gor wan û ev yek dualîtî ye ji hêla hevkaran di rexneya wan de, eger Navend ne dezgeheke ragihandinê be, çawa lêkolîna wê gurkirina ser cudakirinê ye?  Eger em xala ku Navend ne xwedî pisporîyeke ragihênerî ye paguh bikin , em dixwazin bibîra hevkaran de bînin ku Navend xwedî dîrok e di vî warî de . lê der bare pisportîyê de;  (rewangeha gotara kînê û gurkirina ser tundîyê) bi vê lêkolînê rabûye, ku ew beşekî Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê ye û bi rêya hevkarîyên navdewletî  û lêkolîneran hatiye avakirin li gel ku lêkolîn bi hevkarîya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerdekirin, Fêrkirin û Çandê (UNISCO) bû.

2-             Yek ji şaşîtîyên rexneya hevkaran li ARTA FMê, daxwazên beşdarkirina dezgehên ragihandina Sûrîyayî yên nimûneyeke lêkolînê ne, di amadekirina lêkolînê de û ev yek di warê pratîk de ne rast e. Navendê jî bi eşkeretî diyar kir ku encamp dê ji bo avakirna hevkarîyan bi navgînên ragihandina Sûrîyayî re were bikaranîn da ku bi pêş bikevin û gotinên kînê yên bikarhatî bikevin nava ferhengekê û di belgenameyên rûmeta rojnamegerî de were zêdekirin.

3-             Em dixwazin hin rastîyên lêkolînê pêşkêşî xwîneran bikin ku rexneya hevkaran ev xal paşguh kirine; “amadekirina lêkolînê sal û nîvekê dewam kiriye û derdora sîh kesî li jêr serpereştîya Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê/ Rewangeha Gotara Kînê û gurkirina li ser Tundîyê kar kirine, bi hevkarîya UNISCOyê. Kesên ku li ser lêkolînê xebitîn ji pêkhateyên Sûrîyayî yên cûrbecûr bûn  li gel ku proje di gelek qonaxan de derbas bû heta ku giha asta çavdêrîyê (hun dikarin qonaxan di lêkolînê de bibînin.

Dawîyê:

Em dixwazin li ser qewîtîyên lêkolînê teqez bikin  û em vê hevokê jê digirin: “ev lêkolîn lêkolîneke avaker e û hazirîya avakirina beşekî lêkolînên nû di warê ragihandina Sûrîyayê de dike, ji lew re divabe em piştgirîya lêkolînên di vî warî de bikin.” Ji lew re Navenda Sûrîyayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînêdi encamên xwe de ne dogmatîk bû lê armanca wê ew bû, bipêşxistina karê ragihênerî bû û vekirina derîyê danûstendina  di vî warê ku ragihandina Sûrîyayî lê ne miqate ye. Di meha gulanê de, Navend dê rûniştinekê bi hazirîya nûnerên ragihandina Sûrîyayî li dar bixe da ku encamên lêkolînê bi pêş bixe.