Rewşa Ragihandinê û Azadîyên Rojnamegerîyê Li Sûrîyeyê 2008-2009: Bêdengîya Pênivîsan û Qelebalixa Çavdêrîyê

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandin û Azadîya Derbirînê

Rewşa Ragihandinê û Azadîyên Rojnamegerîyê Li Sûrîyeyê 2008-2009
Bêdengîya Pênivîsan û Qelebalixa Çavdêrîyê

 Bêdengîya Pênivîsan û Qelebalixa Çavdêrîyê

Bidawîbûna dema desthilatdarîya birêveberîya Amerîkayî destpêka vegerandina hevsengîya sincî ya di navbera pêwîstîyên ewlehîyê ji hêlekê ve û parastina azadîyên sereke ji hêleke din ve pêk anî. Windakirina vê hevsengîya hêvîkirî -li her çar alîyên cîhanê- wekî encameke objektîv a cîhangerîya rewşa awarte ya ku şêwaza birêvebirina şerê li dijî terorê di nava çend salên bihurî de derket holê ku gelek mafên takekesî û şarwer hatin binpêkirin, paşê çarçoveya mafê sereke yê azadîya derbirînê bi rengekî nerewa li jêr navên nepixandî yên têkoşîna li dijî sawgerîyê, bedkarîya li dijî hestên olî û heta bi parastina ewlehîya neteweyî û berjewendîyên niştimanî hate bendkirin, îcar gelek hikûmetan -çi ewên ku şer li dijî sawgerîyê meşand û çi ewên ku xwe wekî armanca sawgerîyê nîşan da- bendên tirsnak li pêş azadîya xwegihandina zanyarîyan û serbestîya belavkirina wan danîn.

Li welatên Ereban, vê rêbazê nakokî û dabeşkirinên sîyasî yên dijwar derxistin meydanê û pê re alîgirîyên dijber ên nakok û şerxwaz hem li ser asta hikûmetî û hem li ser asta civakî derketin û atmosferên tengijîna hizirî û ramyarî yên çêkirî berz bûn ku cihê cihêrengî û pirrengîyê tê de nebû û navgînên ragihandinê yên hikûmetî û taybet nêrînên cihê kirin nîşan û armanca valakirina hêsan a çekan heta ku azadîya derbirînê û serbixwetîya rojnamegerîyê bûn qurbanîyên hemû alîyan.

Li Sûrîyeya ku jixwe ji pêncî salî ve li jêr sîya rewşa awarte ye, peydabûna hemû xalên derbasbûyî û rewşa wê ya netebitî atmosfereke nimûneyî ya rewakirina çavdêrîkirinê û normalkirina binpêkirina mafên kesan û civakê bi xwe re anî ku pê re encamên bobelatane yên vê rewşê hatin paşguhkirin û êdî pênivîs di nava qelebalixa çavdêrîyê de bêdeng man…

Îroj, piştî ku ev hevsengîya sincî ya hêvîkirî hino hino li seranserê dinayayê peyda bû û hin destpêşxerîyên hander ên birêvebirina aqilane ya lêkdanên nava cîhana Erebî derketin holê û pê re Sûrîye hebekî bi ser hişê xwe ve hat; ji her demê bêhtir pêdivî bi lixabkirina serserîtîya çavdêrîya bêserûber heye ku pê re reng e pênivîs dîsa çalak bibin, çi ku zordestîya di warê zanînê de û serkutkirina azadîya derbirînê bidestketîyên şaristanîtîya mirovane badilhewa kirin û erzanî, nezanî û gendelî belav kirin, nirxên sincî bişaftin û nirxê mirov daxist pileya herî nizm.

Çarçoveya Qanûnî: (Sala Bêlebatî û Sozan)

 

  1. Qanûn û Qanûndanîn:

 

III – Qanûna Çapmenîyê ya 50yî ya sala 2001ê:

Di heyama ku bûye cihê şopandina raportê de, li gel hemû sozên hikûmetê yên ku ji rayedarên payebilind dihatin dayîn, qanûna çapemenîyê bi yekcarê nehate guhertin. Rayedarên hikûmetê di gelek boneyan de dîyar kiriye ku qanûneke nû ya çapemenî dê were amadekirin û xalên xerab ên qanûna çapemenîyê ya derbasdar dê bêne guhertin. Gelek bendên qanûna çapemenîyê ya xebitandî û derbasdar pîvanên navneteweyî yên azadîya derbirînê bi rengekî tirsnak binpê dikin ku Hikûmeta Sûrîyeyê her û her soz daye mafê azadîya derbirînê biparêze û payeberz bike. Qanûna derbasdar benda 38an a Qanûna Bingehîn a Sûrîyeyê binpê kiriye ku ew bend dibêje: “Mafê her welatîyî heye ku nêrîna xwe bi serbestî û eşkeretî di rêya axaftin, nivîsîn û hemû navgînên din ên derbirînê re nîşan bide.”

Navend teqez dike ku gerek e hikûmet sozên xwe yên der barê serrastkirina Qanûna Çapemenîyê ya 50yî ya sala 2001ê de bi cih bîne, nemaze ku ev qanûna tenha ye ya ku hema hema hemû alîyan -ji rojnameger û mafnasan heta bi berpirsên Wezareta Ragihandinê ya Sûrîyeyê- ji kêlîya pêşîn a danîna wê li ser pêwîstîya serrastkirina wê li hev kiriye, çi ku gelek bendên wê li pêş avakirina rojnamegerîyeke azad û serbixwe dibin asteng, ev jî ji ber ku bendên wê ji van sizayên jêrîn tijî ne:

– Zindankirina ku xwe dispêre hin zaravayên qanûnî yên pirwate.

– Zindankirina ku xwe dispêre sizaya bêrûmetkirin, dijûnbêjî û piçûkxistinê.

– Zindankirina ji bo her kesê ku dibe weşankar an belavkarê zanyarîyên ku hikûmet wan girêdayî handana tawankarîyê dibîne.

– Sizakirina weşanên ku doza çaksazîya makeqanûnî û ramyarî dikin.

– Derbaskirina lîsteyeke dirêj a mijarên ku weşandina wan qedexe ye.

– Derbaskirina pergaleke sergihayî ya çavdêrîyê.

– Zindankirina ji ber weşandina reklamên karciv an sazîyên bîyan.

– Destûrdayîna li ser bingeha celeb û kategorîya weşanê da ku mijarên ramyarî bêne qedexekirin.

– Mafê reha û bêsînor ê wezîrê ragihandinê di warê rêlibergirtina derbaskirina weşanên bîyan bo Sûrîyeyê de.

– Cihêkarîya neteweyî ya neyînî.

– Qedexekirina bidestxistin û birêvebirina weşanên ji hêla girtîyên sîyasî ve.

– Mafê reha û bêsînor ê serokê encûmena wezîran di warê destrûrnedayîna weşanê de.

– Qeyd û bendên hikûmetî li ser rojnamegeran.

– Neqanûnîkirina guhertina xwedî yan birêveber an sernivîskarê weşanê bêyî erêkirina wezareta ragihandinê.

– Merc û pîvanên kargerîyane ji bo xwedîtî û birêvebirina her weşanekê.

III – Qanûna Yekîtîya Rojnamegeran a 1ê ya 14.01.1990î:

Di heyama ku bûye cihê şopandina raportê de, tu guhertin di vî warî de jî çênebûye. Li gel ku berî demekê komîteyeke rojnameger û mafnasan hate pêkanîn û xwest reşnivîsa qanûneke nû deyne da ku Yekîtîya Rojnamegeran bibe sendîkayeke rastîn û karîbe rojnamegerîyê biparêze û berjewendîyên rojnamegeran li gor prensîpên sendîkayan biparêze, lêbelê li gel ku wê komîteyê xebatên xwe bi dawî kirin û pêşnîyaz û serrastkirinên xwe berî çend mehan danîn, heta kêlîya weşandina vê raportê jî qanûn bi tu rengî nehate serrastkirin û me çarenivîsa serrastkirinên pêşnîyazkirî nas nekir. Encûmena yekîtîyê her weha pêşnîyazeke nû di dewreya xwe ya dawî de pêşkêş kir da ku sendîkayeke nû ya xebatkarên ragihandinê yên mîna karkerên çapkirinê, pîşekaran..hwd were sazkirin, lêbelê ew jî neçû serî. Ji nuha heta ev qanûn were serrastkirin, ev qanûn -bêyî zêdebêjî-qanûna herî bed a seranserê cîhanê ye, ev yek jî ji ber van sedemên jêrîn:

– Nasnekirina rojnamegerê ku li çapemenîya taybet dixebite.

– “Girêdana bêsînor” a bi armanc û hêzên partîya desthilatdar.

– Mafên encûmena wezîran di warê jikarxsitina kongreya giştî, encûmenê, nivîsgehê û nivîsgehên şaxan de.

– “Cudakarî û kontrolkirina” di endamtîyê, tomarkirinê û meşandina karê rojnamegerîyê de.

– Hêzên rawestîner ên serokê yekîtîyê.

III. Qanûna 68an a 17.01.1951ê ya Pergala Bingehîn a Îzgehê û Serrastkirinên Wê Qanûnê:

Di heyama ku bûye cihê şopandina raportê de û ji dema ku Hikûmeta Sûrîyeyê sîyaseta gav bi gav a rakirina pawankarîya navgînên ragihandinê ji hêla dûgelê ve daye meşandin, tu guhertineke berbiçav çênebûye. Piştî bi salekê ji qanûna nû ya çapemenîyê (2001) ya ku rê da xebata weşanên taybet, qanûna 10an a 04.02.2002yan derket û bendek li qanûna 68an a sala 1951ê zêde kir ku li gor wê bendê îzgehên taybet û bazirganî ji biryara pawankarîya mafê bikaranîna weşana îzgehî ya girêdayî alîyên hikûmetî û leşkerî ya li gor benda 1ê ya qanûna 68an a sala 1951ê hatin awartekirin ku êdî benda 2yan a qanûna 68an bi vî rengî hat serrastkirin:

  1. Îzgehên bihîstbar ên bazirganî û taybet, ên ku tenê bernameyên muzîkê, bernameyên stranbêjîyê û reklaman diweşînin, ji vê taybetîya mafê weşanê têne awartekirin, ev jî li jêr merca xwegirêdana bi xalên benda 8an a qanûna 68an. Biryara destûrdayîna xebata van îzgehan -li ser pêşnîyaza wezîrê ragihandinê- ji serokê encûmena wezîran tê wergirtin.
  2. Rêgezên dayîna destûra xebata îzgehên bazirganî yên taybet, azînên wê, mercên wê û mercên xebat û erkên wê li ser pêşnîyaza wezîrê ragihandinê û bi biryareke sazker a serokê encûmena wezîran têne destnîşankirin.

Bi vî awayî, Hikûmeta Sûrîyeyê pawankarîya xwe ya weşana stranan, muzîkê, reklamên bazirganîyê, bernameyên xemrevandinê, kelûyên falnameyê û bernameyên civakî yên sivik rakir lê pawankarîya wê ya li ser beşên din dewam kir ku jixwe heta dema amadekirina vê raportê tu nîşan an sozên guhertina vê rewşê naxuyin.

IIII. Biryarnameya Qanûndaner a 15an a Sala 2008an a Girêdayî Damezirandina Sazîya Giştî ya Çapkirinê:

Ev biryarnameya qanûndaner ji 01.07.2008an ve kete dewra cîbicîkirinê û nîgerankerîya vê biryarnameyê ew e ku prosesa çapkirina rojnameyên hikûmetî dixe jêr birêveberî û serdestîya wezareta perwerdehî û hînkirinê ku benda wê ya 2yan dibêje: “Sazîyeke giştî ya aborî ya bi navê Sazîya Giştî ya Çapkirinê li Sûrîyeyê tê damezirandin. Ev sazî dê xwedî serbixwebûneke darayî û kargerî be û dê girêdayî wezîrê perwerdehîyê be. Navenda wê parêzgeha Şamê ye.”

Her weha benda 3ya dibêje: “Armanca sazîyê ew e ku: a. Pirtûkên dibistanê çap bike û li hemû şaxên xwe yên li parêzgehan belav bike û her weha hemû weşanên wezaretên perwerdehî û ragihandinê çap bike.”

Bi vî rengî, êdî hemû rojnameyên hikûmetê li vê sazîyê hatin çapkirin û pê re prosesa çapkirinê kete jêr destê wezareta perwerdehîyê ya ku bi her rengî dûrî warê çapkirina rojnameyan e.

Ji bilî vê yekê, qanûnê gelek bac ji ser vê sazîyê rakirin û takemafîyên darayî yên berfireh danê. Di vî warî de, benda 9an a vê qanûnê dibêje: “Hemû bac, pere, gumrik, bacên şaredarîyê û hemû bacên din ji ser hawirdeyên sazîyê yên wekî makîne, çaper û pêdivîyên çapkirinê têne rakirin.”

Bi vî awayî, taybetmendîyeke wê ya bipêşvebir çêbû û êdî karîbû rikberîyeke xurt bide meşandin û bazara çapkirinê bi temamî bixe jêr kontrola xwe.

  1. Kontrolkirina Ragihandinê Ji Hêla Dûgelê Ve:

Li jêr hikimê benda heştan a makeqanûna Sûrîyeyê ya ku rewşa yeksankirina têgiha dûgelê û partîya desthilatdar derxist holê, hîn binyata hizirî, qanûnî û kargerî ya dûgela Sûrîyeyê xwe dispêre bingehên dûgela hêzdar a ku hemû beşên civakê di rêya dezgehên hikûmetî re kontrol dike. Pê re li gel ku ev binyat di dema dawî de heta radeyekê guherî belam ev guhertin bi giştî di çarçoveya aborî de asê ma û li gel ku medyayeke taybet çêbûye jî lê ragihandin wekî milkekî dûgelê û partîya desthilatdar tê dîtin û peywira wê di çarçoveya ravekirina sîyaset û helwestên dûgel û partîyê û avakirina cemawerekî alîgir de tê destnîşankirin. Girêdayî vê xalê, benda 3yan a rêziknameya Wezareta Ragihandinê ya Sûrîyeyê dibêje: “Peywira Wezareta Ragihandinê ew e ku hemû navgînên ragihandinê ji bo têgihandina raya giştî û rûniştandina rêbazên neteweya Erebî li Sûrîyeyê bi kar bîne û têkilîyên li gel dûgelên Erebî û yên heval li gor prensîpên Partîya Beisê ya Erebî ya Sosyalîst û sîyaseta dûgelê xurt bike.”

Hîn dûgela Sûrîyeyê hemû alîyên prosesa ragihandinê di rêya sazîyên xwe yên hikûmetî û dezgehên xwe yên cîbicîker re bi rê ve dibe. Di hemû qonaxan de, bipêşveçûna sêwî ya ku di heyama amadekirina raportê de qewimî ew bû ku kontrolkirin gurtir bû, çi ku serokatîya encûmena wezîran ji 17.11.2008an û pê ve, amadekirina lêgerînên statîstîkî yan weşandina zanyarî û serhejmaran -bêyî erêkirina nivîsgeha navendî ya serhejmarîyê- li hemû dezgehên giştî, deste û rêxistinên gelêrî û kes û sazîyan qedexe kir. Bi vî rengî, Nivîsgeha Navendî ya Serhejmarîyê jî kete lîsteya sazî û dezgehên hikûmetî yên ku bêhn li ragihandina Sûrîyeyê û serbestîya weşandina zanyarîyan çikandiye. Ev jî bi rêya van kiryarên jêrîn:

– Pawankarîya dûgelê ya belavkirina weşanan bi rêya sazîya giştî ya belavkirina weşanan a ku li gor biryarnameya qanûndaner a 42yan a sala 1975an hate damezirandin.

– Pawankarîya dûgelê ya di warê reklamgerîyê de ku ev jî bi rêya damezirandina Sazîya Erebî ya Reklaman di sala 1963yan de pêk hat.

– Pawankarîya dûgelê ya weşandina nûçeyan ku ew jî di rêya Ajansa Nûçeyan a Sûrîyeyê (SANA)yê re hate kirin.

– Pawankarîya di warê dayîn û kişandina destûrên xebatê de ku mafê bêsînor ê destûrdayînê û betalkirina destûrê bû para biryara serokê encûmena wezîran a li ser bingeha pêşnîyaza wezîrê ragihandinê.

– Kontrolkirina rê û rêzanên îdarî û rêzikên cîbicîker bi rêya biryara 297an a sala 2001ê ya ku ji hêla wezîrê ragihandinê ve hate wergirtin.

– Tunebûna qanûneke girêdayî mafê bidestxistina zanyarîyan.

Çarçoveya Fonksîyonel: (Berdewamîya Binpêkirina Mafan)

Li ser asta darayî, qeyrana darayî ya cîhanî bandoreke mezin li rewşa rojnamegerên Sûrîyeyê nekir çi ku ew berî qeyranê jî pir xerab bû. Mûçe û heqdest li Sûrîyeyê ji berê ve pir nizm bûn û heta bi rojnamegerê karserbest jî di heman rewşê de bû ku rêzemûçeya nivîsarên rojnamegerîyê -bi giştî- ji 300 W.S (an ku şeş dolaran) dest pê dike û hin caran digihe 5000 W.S (an ku nêzî 100 dolarî) ku ve jî ji bo raportên rojnamegerîyê yên mezin in.

Xala ku divê em li cem wê rawestin formên peymanên rojnamegerîyê yên Sûrîyeyê ne; çi yên ragihandina hikûmetî û çi yên ragihandina taybet ku mafên rojnamegeran bi temamî binpê dike.

Encamên dahûrandineke navendê ya li ser nimûneyeke ketûber a ji 50 rojnamegerên rojnamegerîya taybet nîşan daye ku % 97ê wan bêyî peymanên xebatê kar dikin û tenê bi lihevkirineke devkî li gel birêveberên xwe dixebitin ku ev yek wan dixe jêr dilovanîya birêveberan û dike ku her kêlî bi neheqî û li gor biryareke keyfî ji kar bêne avêtin, bêyî ku tu misogerîyên karmendîya wan hebe û bêyî ku mafên wan ên garantîya sîgortaya civakî yên wekî mûçeya karkenarîyê, mafê xwedermankirinê û bedela birîndarîyên li kar… hwd hebin. Ev hemû neheqî di nava bêdengîya Yekîtîya Rojnamegerên Sûrîyeyê, Wezareta Karûbarên Civakî ya Sûrîyeyê û Parlamentoya Sûrîyeyê de têne kirin.

Jixwe rewşa piranîya rojnamegerên di medyaya hikûmetî ya girêdayî wezareta ragihandinê de kar dikin ne çêtir e, çi ku gelek formên peymanan ên awarte û nelirê berbelav in û bendên Qanûna Kar û hîndekarîyên Wezareta Darayîyê ya Sûrîyeyê pêk nayînin, wekî peymanên kar ên sêmehî yan şeşmehî yan yeksalî û her weha pergala fatûreyê û pergala bonan ku hemû tu misogerîyên berdewamîya kar û dabînkirina sîgortayên civakî li xwe nagirin. Hejmara xebatkarên ku li gor van formên navbihurî di medyaya hikûmetî de dixebitin bi hezaran e; hin ji bîst salan ve li gor peymanên demdemî dixebitin ku peymanên wan sal bi sal têne nûkirin. Ev rewş jî di nava bêdengî û çavmiçkirina Yekîtîya Rojnamegerên Sûrîyeyê, Wezareta Karûbarên Civakî ya Sûrîyeyê û Parlamentoya Sûrîyeyê de li dar e.

 

  

Nexşeya Ragihandinê Li Sûrîyeyê (Pir Nehênî)

(Wezareta Ragihandinê -bêyî ku sedemên berbiçav nîşan bide- qebûl nekir ku lîsteyên rojnameyan û navgînên ragihandinê yên girêdayî sazîyên hikûmetî û her weha lîsteyên rojnameyan û navgînên ragihandinê yên taybet bide me)

(Zanyarîyên Nefermî)

  Hejmara rojnameyên taybet ên ku destûra xebata wan heta sala 2009an derbasdar bû nêzî 150 rojnameyî ye. Di sala bihurî de nêzî 120 destûrên xebatê hebûn û di nava vê salê de me karîbû 8 weşanên rawestîyayî destnîşan bikin ku rawestandina weşana wan bû sedema rawestandina kar û betalkirina destûra xebatê, ew jî ev in:

Hejmar Navê Weşanê Xwedîyê Destûra Xebatê Parêzgeh
1 El-Medîna Xalib Ebû Xirêş Şam
2 Elweten El-Rîyadî Xalid Hibo Şam
3 Tebîb El-Aila Yûsiv Eşqîta Heleb
4 Sewt El-Edala Mihemed Farûq Beşîr Laziqîye
5 El-Berq Mihemed Xêr Ebû Cêb Şam
6 Ehla Mihemed Welîd El-Ekawî Şam
7 Întişar Ewsei Xada Fakûş Laziqîye
8 Where to go Ebdilhelîm Xezal Şam

Encam ew e ku hejmara weşanên destûrdayî yên vê salê bi qasî 38 rojnameyan ji sala bihurî zêdetir bûye û hîn 250 destûrxwestin hene ku mercên xwestî bi cî anîne lê bersiva destûrxwestina wan nehatiye, li gel ku hejmareke mezin a weşanan heye ku merca betalkirina destûra xebatê li wan derbasdar e çi ku weşana wan sekinîye.

(Hin Dîmenên Giştî)

Ragihandina Hikûmetî:

Di vê salê de, hevala me ya rojnameger Semîra El-Mesalima wekî yekem jina Sûrîyeyî bû sernivîskara rojnameyeke hikûmetî ku ew jî Rojnameya Tişrînê ye. Ji bilî vê xalê, hîn ragihandina hikûmetî di nava himûguma qeyranên dijwar de dijî ku hin girêdayî rewşa giştî ya ragihandina Sûrîyeyê ji hêla serdestîya dûgelê û çarçoveya qanûnî ve ne û hinên mayî girêdayî barê giran ê ragihandinê di nava dehsalên dûrûdirêj de ne û her çendî Hikûmeta Sûrîyeyê hewl bide van qeyranan bi şûn de bixe û li bende tiştekî derasayî bimîne, gerek e planeke awarte ya niştimanî were danîn û bingehên wê ji hişmendîya serdest a îroroj dûr be da ku ji bo van xalên jêrîn kar bike:

– Guhertina nav û peywira heyî ya ragihandinê ji ragihandina dûgel û hikûmetê ber bi ragihandina xizmeta giştî ve.

– Jinûvesazkirina çavkanîyên mirovî û binyata îdarî da ku mezaxtina zêde ya pereyan, rewşa bêkarîyê û burokrasî bêne rawestandin û mafên xebatkaran bêne misogerkirin.

– Rawestandina prosesa navendîkirina navgînên ragihandinê û berfirehkirina hilberandina navgînên ragihandinê yên xwecihî û civakî da ku ragihandin bi awayekî dadmend di navbera hemû parêzgeh û herêmên Sûrîyeyê de were meşandin.

Ragihandina Partîtîyê:

Hîn ragihandina partîtîyê li Sûrîyeyê mîna partîyên sîyasî qels û bêbandor e. Partîyên opozîsyonê û rojnameyên wan ji hêla qanûnî ve nehatine naskirin û heta kêlîya amadekirina vê raportê jî tu qanûneke partîyan li Sûrîyeyê nehatiye danîn. Ev partî rojnameyên xwe bi çapkirin û teknîkeke sade çap dikin û bi awayekî razber, nehênî û bêserûber diweşînin. Ev rojname jî bi rengekî nehênî li endam û alîgirên nêz ên van partîyan têne belavkirin.

Ragihandina Sûrîyeyî ya Kurdî:

Hikûmeta Sûrîyeyê heta nuha rê nade weşana bi zimanê Kurdî, an ku qedexe li ser zimanê Kurdî bi xwe ye bêyî ku li navgîna ragihandinê û mijara weşandî binêre. Wekî din, em dibînin ku rêya weşana bi zimanên bîyanî yên mîna Îngilîzî û Fransizî vekirî ye. Jixwe derbaskirina weşanên çapkirî yên bi zimanê Kurdî qedexe ye. Rojnamegerîya Kurdî ya Sûrîyeyê bi rengekî sereke wekî rojnamegerîyeke partîzan a girêdayî parîyên sîyasî yên Kurdî yên qedexekirî derketiye pêş, heta bi ya çandî jî di vê çarçoveyê de ye. Vê yekê jî rengekî taybet da vê rojnamegerîyê û her weha mijar û şirovekirinên wê, çi ku ew bi giranî belavokên partîyan in an rojnameyine çandî ne ku girîngîyê didin çand û taybetmendîya Kurdî û hîn nebûne rojnameyine giştî, çi ku ji dema damezirandinê heta roja îroj bi rengekî nehênî û di rêya alav û teknîkên sade de têne amadekirin û weşandin.

Ragihandina Elektronîk

(Çavdêrîya Hesinî û Hiphişk Rêbazeke Neguhêrbar e)

Ji dema ku ragihandina elektronîk wekî nûzayekî bêjî hate dîtin û wezareta ragihandinê, dadgerîya Sûrîyeyê û Parlamentoya Sûrîyeyê lê xwedî derneketin, ev ragihandin kete jêr çavdêrîya hêzên ewlekarîyê. Pê re kete jêr sîya Şaxê Ewlekarîya Dûgelê heta ku qanûna ragihandina elektronîk a çaverêkirî were danîn. Şaxê Ewlekarîya Dûgelê jî girîngîyeke mezin da vê ragihandina elektronîk û ew spart şaxekî xwe yê navendî yê bi navê “Şaxê Zanyarîyan” ku pê re çavdêrîya geşîya vê ragihandinê û şopandina wê bû karê sereke yê wî şaxî û di vî warî de alîkarîya pisporên perwerdekar ên herî girîng ji dûgelên cîhana azad (Karciva Platinumê ya Kanadayî) hate xwestin, a ku teknîkên blokkirin, parzûnandin û çavdêrîyê di rêya bikaranîna cîgir/proxyê Thunder Cacheê re gihandin Hikûmeta Sûrîyeyê ku jixwe Karciva Platinumê der barê karê xwe yê Sûrîyeyê de digot: “Armanca me pir sade ye; razîkirina kiroxan merema me ye.”

Hîn çavdêrîya giran a li ser înternet-kafeyan bi her rengî derbasdar e, çi ji hêla pêngavên destûrxwestinê yên mîna erêkirina Şaxê Ewlekarîya Sîyasî ya Wezareta Karûbarên Hundirî ya Sûrîyeyê ve û çi ji hêla neçarkirina xwedîyên înternet-kafeyan -nemaze ewên nêzî zanîngehan û malên xwendekaran- ku zanyarîyên kesane yên bikarhênerên înternetê binivîsin û wan di lênivîskeke rojane de tomar bikin ku zanyarî jî ev bûn: Navê sêqolî yê bikarhênerê înternetê, navê dayîka wî, hejmareya nasname yan pasporta wî, hejmara komputerê ku li ser kar kiriye, saeta bikaranîna înternetê û saeta derçûnê. Şaxê Ewlekarîya Sîyasî her weha xwedîyên înternet-kafeyan neçar kirin ku wê lênivîskê bidin destê endamên dezgehên ewlekarîyê yên ku serî li wan didin.

Li gor hejmartin û şopandina me, heta 01.05.2009an hejmara malperên astengkirî giha 224an. An ku 65 malperan ji yên sala bihurî bêhtir. Her weha desttêwerdana rasterast a hêzên ewlekarîyê di karê malperên ragihandinê de berfirehtir bû, çi bi rêya pêwendîdanîna rasterê ya li gel birêveberên wan malperan û daxwazkirina jêbirin û rakirina nivîsarekê yan nûçeyekê û çi bi rêya qedexekirina nivîsarên hin nivîskarên destnîşankirî yan belavnekirina der barê alîyekî destnîşankirî de.

 

Lîsteya malperên ku ji hêla Sazîya Giştî ya Ragihanê ve hatine astengkirin:

 

Hejmare Navê Malperê Domeyn
1 Kordînatroîya Giştî ya Sazîyên Libnanî-Kanadayî 10452lccc.com
2 Adar-12 12avdar.com
3 Tevgera 14ê Adarê 14march.org
4 Tora Sekulerên Ereb 3almani.org
5 Foromên El-Zerqawî yên Cîhadîst 4law.co.il
6 Afaq aafaq.org
7 Aramnews aaramnews.com
8 Rojnameya El-Şerq El-Ewset aawsat.com
9 El-Şêx Ebdelah Ezam abdallaazzam.4t.com
10 Malpera El-Şêx Ebî Besîr El-Tertûsî abubaseer.bizland.com
11 Komîteya Erebî ya Mafên Mirovan achr.nu/achr.ar.htm
12 Rêxistina Asûrî ya Demokratîk ado-world.org
13 El-Hiwar El-Mutemedin ahewar.org
14 Partîya El-Ehrarê ahrar.org.lb
15 Ehrar Sûrîya ahrarsyria.com
16 Ah ya watan ahyawatan.wordpress.com
17 Pêrgîngeha Demokratîk a Sûrîyeyî airys.org
18 Exewîyet Sûrîya (Biratîya Sûrîyeyê) akhawia.net
19 Akhbaar akhbaar.org
20 Albalad online albaladonline.com
21 Albawaba albawaba.com
22 Alef today aleftoday.com
23 El-Hiwar alhiwaradimocraty.free.fr
24 Aljeeran aljeeran.net
25 Al-Kataeb al-kataeb.org
26 Alkomi alkomi.net
27 All4syria all4syria.org
28 All4truth all4truth.com
29 Almahatta almahatta.net
30 Almarfaa almarfaa.net
31 Almobahala almobahala.cjb.net
32 Almoslim almoslim.net
33 Almufleh (Xesan El-Miflih) almufleh.net
34 Rojnameya El-Musteqbelê almustaqbal.com
35 Alnazaha alnazaha.org
36 Alparty alparty.info
37 Partîya Demokratîk a Kurdî alparty.org
38 Alqanat alqanat.com
39 Rojnameya El-Qudis El-Erebî alquds.co.uk
40 Alsafahat alsafahat.net
41 Alsear alsear.cjb.net
42 Rojnameya El-Sîyaseyê ya Kuwetî alseyassah.com
43 Rojnameya Elîyasîyê ya Elektronîk alssiyasi.com
44 Tevgera Sûrîyeyî ya Neteweyî ya Civakî alwatan-alsouri.com
45 Amazon amazon.com
46 Malpera Amûdê amude.com
47 Malpera Amûdê amude.net
48 Anbaar anbaar.net
49 Tora Erebî ya Zanyarîyên Mafên Mirovan anhri.net
50 Rojnameya El-Neharê ya Libnanî annahar.com
51 Annaqed annaqed.com
52 Malpereke gera ewle ya li ser înternetê anonymization.net
53 Proxy anonymizer.com
54 Proxy anonymouse.org
55 Proxy anonymouse.ws
56 Arabtimes arabtimes.com
57 Rêxistina Ewropayê ya Partîya Çep a Kurdî ya Sûrîyeyê armanc.org
58 Arraee arraee.com
59 Rojnameya El-Şeriq El-Erebî asharqalarabi.org.uk
60 Rojnameya Elşeriq El-Ewset asharqalawsat.com
61 Malpera Foruma El-Etasîyê atassiforum.org
62 Babil babil.info
63 Beidipedia beidipedia.wikia.com
64 Rîsalet Beyrût (Peyama Beyrûtê) beirutletter.com
65 Bingeh bingeh.com
66 Kurdistana Binxetê binxet.com
67 Blogspot blogspot.com
68 Bonjour Sham bonjoursham.net
69 Cedarguards cedarguards.org
70 Rêxistina DADê dadkurd.com
71 Rêxistina Kurdî ya Bergirîya Li Mafên Mirovan û Azadîyên Giştî Li Sûrîyeyê dad-kurd.org
72 Malpera Danezana Şamê damdec.org
73 Tora Navenda Şamê dctcrs.org
74 Partîya Demokratîk a Kurdî ya Sûrîyeyê dimoqrati.com
75 Efrîn efrin.net
76 Efrîna Rengîn efrinarengin.net
77 Rojnameya Îlafê ya Elektronîk elaph.com
78 Elaphblog elaphblog.com
79 Facebook facebook.com
80 Fatehforums fatehforums.com
81 El-Qiwat El-Libanîya (Hêzên Libnanî) forces-libanaises.com
82 Forsan Al-Sham (Kombûna Neteweyî ya Yekbûyî) forsanalsham.org
83 Forsyria (Tevgera Dadmendî û Avakirinê) forsyria.org
84 Freelebanon freelebanon.org
85 free-syria free-syria.com
86 Televîzyona El-Musteqbelê future.com.lb
87 Tevgera El-Musteqbelê futuremovement.org
88 Ciwanên El-Musteqbelê (El-Herîrî) futureyouth.org
89 Gemîya Kurdan gemyakurda.net
90 Gilgamish gilgamish.org
91 Proxy guardster.com
92 Guluberin guluberin.net
93 Partîya Nûjenî û Demokrasîyê hadatha4syria.com
94 Bajarê Hemayê hamacity.com
95 Malpera Seed El-Herîrî hariri2005.com
96 Partîya Hevgirtina Gel a Kurdî ya Sûrîyeyê hevgirtin.wz.cz
97 Partîya Rizgarîyê ya Îslamî hizb-ut-tahrir.org
98 Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê hpg-online.net
99 Rêxistina Mafên Mirovan Li Sûrîyeyê-Maf hro-maf.org
100 Idlib idlib.org
101 Forumên El-Îxwan El-Muslimîn ikhwan.net
102 Navenda Ragihandinê ya Îxwanan ikhwansyria.com
103 Informer Syria informersyria.com
104 Navenda Kurdî ya Lêkolînên Îslamî islam-kurd.com
105 Islammemo islammemo.cc
106 Islammemo islammemo.com
107 Islamonline islamonline.net
108 Islamway islamway.com
109 Cidar (Dîwar) jidar.net
110 Cisûr Seqafîya (Pirên Çandî) josor.net
111 Bloga Katibê katib.org
112 Partîya Demokratîk a Kurdistanê-Sûrîye kdps.info
113 Malpera Keskesorê keskesor.eu
114 Keskesor keskesor.info
115 El-Xeyma El-Erebîya (Konê Erebî) khayma.com
116 Xîlafa khilafah.net
117 Tora Nûçeyên Kurdî knntv.net
118 Kurdistanax kurdax.net
119 Navenda Kurdî ya Lêkolînên Demokratîk kurdcds.com
120 Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan kurdchr.org
121 Kurdistana Binxetê kurdistanabinxete.com
122 Kurdistan Times kurdistan-times.com
123 Kurdistan Times kurdistan-times.org
124 Kurdmedya kurdmedya.com
125 Kurdnas kurdnas.com
126 Kurdroj kurdroj.com
127 Tora Lehzayê ya Erebî Lahdah.com
128 El-Qiwat El-Lubnanîya (Hêzên Libnanî) lebanese-forces.com
129 El-Qiwat El-Lubnanîya (Hêzên Libnanî) lebanese-forces.org
130 El-Qiwat El-Lubnanîya (Hêzên Libnanî) lebforces.org
131 Maktooblog maktooblog.com
132 Mandaee mandaee.cjb.net
133 Menassat menassat.com
134 Meta Cafe metacafe.com
135 Metransparent metransparent.com
136 Middleeast transparent middleeasttransparent.com
137 Moheet moheet.com
138 Mokarabat mokarabat.com
139 Multiproxy multiproxy.org
140 Muslm muslm.net
141 Nusairee mypage.ayna.com/nusairee
142 Nessrin nessrin.com
143 Tora Erebî ya Nûçeyên Libnanê netarabic.com
144 new-lebanese new-lebanese.com
145 news.ahrar news.ahrar.org.lb
146 Newsyrian newsyrian.net
147 Kurdên Feylî nidaakurd.cjb.net
148 Danezana Şamê ya Guhertina Niştimanî ya Demokratîk nidaasyria.org
149 Nowlebanon nowlebanon.com
150 Hevgirtina Wêjevanên Şamê odabasham.net
151 Dergehê Opozîsyona Sûrîyeyî opensyria.org
152 opl-now opl-now.org
153 Panoramasouria panoramasouria.net
154 Malpera Partîya Azadî ya Kurdî partiya-azadi.net.ms
155 Partîya Demokratîk a Kurdî ya Sûrîyeyê (El-Partî) pdksy.net
156 Şepêla Pêşerojê ya Kurdî ya Sûrîyeyê peseroj.net
157 Proxy proxify.com
158 Proxy proxy.org
159 Proxy proxyone.com
160 Proxy proxyweb.net
161 Sosyalîsta Bipêşverû psp.org.lb
162 Partîya Yekîtîya Demokratîk pyd.se
163 Qamişlo qamishlo.net
164 Qamislo Info qamislo.info
165 Rebîi Dîmeşq (Bihara Şamê) rabeadamascus.com
166 Radio Sawa radiosawa.com
167 Raye7wmishraj3 raye7wmishraj3.wordpress.com
168 Partîya Çaksazîyê ya Sûrîyeyî reformsyria.net
169 Rêkeftin rekeftin.com
170 Rezgar rezgar.com
171 Rojava rojava.net
172 Kombenda Mafên Mirovan û Civaka Şarwer sahrcs.com
173 Sandroses sandroses.com
174 Enîya Rizgarîyê savesyria.org
175 Semakurd semakurd.net
176 Şermola shermola.herforum.net
177 Şermola shermola.sos-forum.net
178 Komîteya Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan shrc.org
179 Komîteya Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan shrc.org.uk
180 Gihaneka zanyarîyên mafên mirovan li Sûrîyeyê shril.info
181 Rêxistina Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan shro-syria.com
182 Soparo soparo.com
183 sorea.jeeran (Sûrîya El-Mucahida) sorea.jeeran.com
184 Soriagate soriagate.net
185 Sotaliraq (Dengê Iraqê) sotaliraq.com
186 Sotkurdistan (Dengê Kurdistanê) sotkurdistan.net
187 Souriaheart (Dilê Sûrîyeyê) souriaheart.net
188 Malpereke gera ewle li ser înternetê surfola.com
189 Syriaalaan syriaalaan.com
190 Çavdêrgeha Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan syriahr.com
191 Syriakurds (Yekîtîya Xebata Kurdî) syriakurds.com
192 Syria My Love syriamylove.com
193 Syrianelector (Hilbijêrê Sûrîyeyî) syrianelector.com
194 Syrianforum (Foruma Sûrîyeyî) syrianforum.org
195 Syriatribune syriatribune.com
196 Syriatruth syriatruth.org
197 Tagged tagged.com
198 Tawhed (El-Şêx Ebû Mihemed Elmeqdisî) tawhed.ws
199 Tharwa community tharwacommunity.org
200 Tharwa community (Hilbijêrê Sûrîyeyî-Malpera bi zimanê Îngilîzî) tharwacommunity.typepad.com
201 Tharwa project (Cihêrengî saman e) tharwaproject.com
202 Proxy the-cloak.com
203 The Free Syria thefreesyria.org
204 Thesolidarity (Piştgirtin) thesolidarity.com
205 Third Alliance thirdalliance.net
206 Exbar El-Şerq (Nûçeyên Rojhilatê) thisissyria.net
207 Tîrêj tirej.net
208 Transparent Sham transparentsham.com
209 Transparent Syria transparentsyria.com
210 Malpereke gera li vîdeoyan truveo.com
211 Tevgera Sûrîyeyî ya Demokratîk tsdp.org
212 Belavoka Tevgera Ji Bo Çaksazîyê Li Sûrîyeyê upsyr.com
213 video.aol video.aol.com
214 Proxy webwarper.net
215 Welatê Me welateme.net
216 Wifaq Sûrîya wifaq-syria.com
217 Yasaree (Forumên Yesarî) yasaree.net
218 Çepgirîya Demokratîk yassardimocrati.com
219 Newroz yek-dem.com
220 Yekîtî yekiti-party.org
221 Youtube youtube.com
222 Zaman Alwsl zamanalwsl.com
223 Zaman Alwsl zamanalwsl.net
224 Zanoubia tv zanoubia.tv

Polandina Malperên Astengkirî:

Rêjeya Ji Sedî Hejmar Polandin
% 21 48 Kurdî
% 15 33 Malperên sîyasî yên opozîsyonê
% 12 27 Ragihandin
% 12 26 Civakên elektronîk
% 10 22 Libnanî
% 7 16 Îslamî
% 6 14 Mafên mirovan
% 6 13 Proxy
% 4 10 Rojname, televîzyon û radyo
% 4 9 Çand
% 3 6 Iraqî
% 0 1 Filistînî

 

  

 

 

Berawirdkirina hejmara malperên astengkirî yên sala 2007an li gel ên sala 2008an (Polandina li gor cureyê malperê):

Hejmara malperên astengkirî yên sala 2008an Hejmara malperên astengkirî yên sala 2007an  

Polandina malperan

48 35 Kurdî
33 28 Malperên sîyasî yên opozîsyonê
27 21 Ragihandin
26 9 Civakên elektronîk
22 23 Libnanî
16 13 Îslamî
14 5 Mafên mirovan
13 9 Proxy
10 7 Rojname, televîzyon û radyo
9 9 Çand
6 0 Iraqî
1 0 Filistînî

 

Rewşa Hînkirina Ragihandinê Li Sûrîyeyê (Sala Lixwemikurhatinên Jandar)

Di nava Koleja Wêje û Zanistên Mirovane ya Zanîngeha Şamê de, li paş Nivîsgeha Cîbicîker a Yekîtîya Niştimanî ya Xwendekarên Sûrîyeyê, avahîyeke piçûk a duqatî heye ku sê hol, çend nivîsgehên desteya hîndekarîyê û çend nimînendeyên yekîtîyê li xwe digire… vê dawîyê hebekî hate guhertin; rengê dîwarên wê guherî û hejmara perwaneyên wê zêde bûn, tableteke piçûk li ser derîyê wê yê derve hate danîn ku ev yek li ser hatibû nivîsîn: “Beşê Ragihandinê û Pirtûkxaneyan”

Ji hêla kargerîyê ve, Beşê Ragihandinê yek ji her çardeh beşên Koleja Wêje û Zanistên Mirovane ya Zanîngeha Şamê ye ku ji nav her şeş zanîngehên fermî û her çardeh zanîngehên taybet tenê Zanîngeha Şamê ragihandinê li beşekî xwe dide hînkirin.

Beşê Ragihandinê di sala 1987an de li jêr navê Beşê Rojnamegerîyê hate damezirandin û paşê navê wî bû Beşê Ragihandinê. Nuha du bernameyên hîndekarîyê li vî beşî li dar in: Yekî normal û yekî serbest. Xwendekarên vî beşê di cihekî teng de li ser serê hev in, ne hol û ne salon têra wan dikin. Di sala 2008an de, hejmara xwendekarên Beşê Ragihandinê gihaşt 1300 xwendekarên hînkirina normal û 8000 xwendekarên hînkirina serbest. Desteya hînkirinê ji 20 mamostayan pêk tê ku ev hejmar têra hejmara zêde ya xwendekaran nake. Birêveber bi xwe li kêmasîyan mikur tên û sozên bêalîkirina xalên neyînî û dahînana alavine nû yên xebatê bi dawî nabin. Di rastîya xwe de jî hîn hîndekarîya ragihandinê wekî xwe ye: Derçûyîyên wê bêkar in û heger bextewer bin di karine dûrî ragihandinê de dixebitin, wekî sekreterî, bazirganî û heta bi hin karên destekarîyê, çi ku derfetên girêdayî karê wan li bazara ragihandinê ya berteng nayên peydakirin. Wekî din, rêzepirtûkên hînkirinê bipaşverû û nepsiporane ne, di nava rêzedersên çapkirî yên teorîk, bêrih û kevnikî de têne dayîn ku jixwe tu bingehên hebûna alîyê praktîkî yê hînkirinê jî nîne, ne alavên çapkirinê, ne taqîgeh, ne studyoyên televîzyon û radyoyan û ne jî pirtûkxaneyeke ragihandinê.

Xwendekarê Beşê Ragihandinê ji zanîngehê derdiçe lê dîsa jî nizane nûçeyekê binivîse yan jî cudatîyê bixe navbera nûçeyê û nivîsarê, şêwazeke klasîk a jiberkirina bêtêgihaştin tê dayîn, mamosta bi giranî ne amadekirî ne û tu pisporîyên wan tunene, piranîya wan ji zanîngehên dûgelên Yekîtîya Sovyetê ya berê yan Misirê derçûne û jixwe rêjeya wan li gor hejmara xwendekaran hindik e, xwendina pisporane ya di beşekî taybet de nîne, pileya masterê ya pisporîyê jî hîn xweş zelal nebûye û ramana avakirina pileya doktorayê jî dûrî pêşnîyazan e… ev in taybetmendîyên rewşa hînkirinê li Beşê Ragihandinê yê Zanîngeha Şamê.

Kolejeke Serbixwe Li Zanîngeha Şamê Nîne û Tu Beşekî Nû Li Zanîngeha Helebê Nîne:

Li gel lixwemikurhatina nedirustîya girêdana Beşê Ragihandinê bi Koleja Wêje û Zanistên Mirovane ve, çi ku avahîya wî beşî piçûk e û hejmara xwendekarên wî pir e û li gel ku gerek e Beşê Ragihandinê ji rêbazên Koleja Wêje û Zanistên Mirovane cuda be û pêdivîyên wî yên taybet bêne dabînkirin û wekî kolejên din ên zanistî xwedî teknîkên xwe yên serbixwe be û her wisa li gel ku hemû alî bang dikin ku ev beş bibe kolejeke serbixwe û gelek beşên hestyar û teknîkî yên warê ragihandinê lê bêne zêdekirin; hîn projeya kolejeke serbixwe ya Beşê Ragihandinê li jêr lêgerîn, gengeşekirin û lêkolîna kûr a komîteya hevbeş a Wezareta Ragihandinê û Wezareta Hînkirina Bilind e, a ku di nava çend mehên bihurî de hate sazkirin û xwest Beşê Ragihandinê bi pêş ve bibe. Seroka “berê” ya Beşê Ragihandinê yê Zanîngeha Şamê, dr. Feryal Mihena, eşkere kiribû ku pêdawîstîyên teknîkî yên vê projeyê amade ne lêbelê paşê bersiv gihaştê ku beş bi xwe bi pêş ve bibin heta ku ev projeya mezin bibe rastîyek û ev jî li gor nêrîna wê tê wateya ku ew ê dîsa li xala pêşîn biteqinin. Li vir jî hêjayî gotinê ye ku berî destpêkirina civîneke gengeşekirina projeya bipêşvebirina Beşê Ragihandinê, cîgirê wezîrê hînkirina bilind pirsa cihê Beşê Ragihandinê kir çi ku wî baş nizanîbû wekî ev beş li ku ye. Her weha hin hîndekarên beş daxwaza nisxeyên projeyê kir ji ber ku wan berê ne dîtibû ne jî bînabû. Li hêla din, birêveberên sazîyên ragihandinê jî demeke baş xwest da ku projeyê bixwînin çi ku tenê berî destpêkirina civînê li wan hate belavkirin. Birêvebera Televîzyona Sûrîyeyî daxwaza destnîşankirina dema civînê kir ji ber ku hemû girêdayî kar û xebatên xwe ne û wê her wisa di dawîya civînê de daxwaza naskirina kesên amade kir ji ber ku wê tu kes ji wan nas nedikir. Seroka Beşê Ragihandinê jî dîyar kir ku Beşê Ragihandinê yê Sûrîyeyê bûye hemkûfê beşên ragihandinê yên Somalya, Cîbûtî û Morîtanyayê -heger ne xerabtir be- û eşkere kir ku Sûrîye hêjayî tiştekî çêtir e. Di dawîya civînê de Beşê Ragihandinê lîsteyeke pêdawîstîyên lojîstîk û teknîkî yên bipêşvebirina di nava demeke kurt de danî. Lîsteyê giranî dabû pêdivîya dabînkirina skanerekê, çaperên rengîn, komputer, xetên înternerê, lalîkên dişê û televîzyonan (çi ku ev hemû alav nuha li Beşê Ragihandinê nînin). Beşê Ragihandinê her wisa pêşnîyazeke bi navê plana awarte ya bipêşvebirina rêzepirtûkên hînkirinê pêşkêş kir û daxwaz kir ku dezgeh û teknîk bêne derbaskirin, binyata Beşê Ragihandinê were bipêşvebirin û dezgeh û teknîkên di warên zanistî û pîşeyî de bêne dabînkirin. Civîn bi dawî bû û rewş ew rewş e; tu tişt neguherî.

Li hêla din, li gor nêrîna dekanê Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Helebê, tunebûna van pêdawîstîyan kelem xist rêya cîbicîkirina biryara wezîrê hînkirina bilind a 285an a 08.08.2007an a der barê vekirina beşekî ragihandinê li Fakulteya Wêjeyê ya Zanîngeha Helebê di sala xwendinê ya 2008-2009an de ku Zanîngeha Helebê bi dabînkirina pêdawîstîyên zanisît û madî yê vekirina wî beşî hate peywirdarkirin. Li gor vê biryarê, dihat pêşbînîkirin ku li kêlekea Beşê Ragihandinê yê Zanîngeha Şamê, beşekî din ê ragihandinê di sala 2009an de li Zanîngeha Helebê were vekirin, lêbelê nişkegavî ew bû dema ev beş li lîsteya beş û fakulteyên sala xwendinê ya bihurî nehate zêdekirin, çi ku ji ber nirxandina şaş, tunebûna binyateke guncan û tunebûna pisporîyên zanistî yên warê ragihandinê hîn ev biryara li jêr lêkolîn û nirxandinê ye û cîbicîkirina wê jî ne belî ye heta ku Zanîngeha Helebê peymanan li gel hîndekarên vî beşî girê bide çi ku tu destûrnameyeke doktorayê ya di warê ragihandinê de li temamê parêzgeha Helebê nîne, îcar ew ê paşê neçar bimîne ku hin derçûyîyên xwe yên masterê bişîne xwendina doktorayê li zanîngehên dûgelên pêşketî di warê ragihandinê de da ku karîbe beşê xwe yê ragihandinê veke.

Hêjayî gotinê ye ku zanîngehê daxwaza xwe şand Navenda Radyo û Televîzyonê ya Helebê da ku derçûyîyekî beşê ragihandinê yan derçûyîyekî zanîngehê bi giştî jê re bişînin lêbelê bersiva navendê ew bû ku piranîya kesên di warê ragihandinê yê Helebê de dixebitin tu bawernameyên ragihandinê bi dest nexistine. Kurt û Kurmancî, ev biryar weha di nîvê rêyê de teqinî heta ku lêkolînên kûr der heqê alav, desteya hînkirinê, plana hînkirinê, taqîgeh û pêdivîyên din de bêne kirin.

Astnizmîya Rêzepirtûkên Hînkirinê û Tunebûna Alîyên Zanistî:

Koleja Wêjeyê xwendekarên sala dawî ya Beşê Ragihandinê (hînkirina normal) neçar dike ku tiştekî bi navê projeya derçûnê pêşkêş bikin, an ku tiştê xwestî ew e ku xwendekar -berî derçûnê- projeyeke akademîk amade bike û li pêş komîteke taybet an mamostayekî serperiştkar nîqaş bike. Xwendekarê ku wê projeyê raber nake, wekî medyakar ji zanîngehê dernaçe. Di vî warî de, ji encama rewşa bêhêvîtîyê ya salên xwendinê, tunebûna alavên herî sade yên amadekirina projeya derçûnê û tunebûna pirtûkên amadekirina lêgerînên zanistî -ji bilî pirtûka dersê ya bi navê Rêbazên Lêgerîna Medyayî ya ku xwendekarên sala yekem wê bi rengekî trorîk û motemot dixwînin û alîyên wê yên zanistî û pratîkî nabînin û her weha ji bilî çend spartkên lêgerînê yên ku xwendekar her dem ber bi bidestxistina pileyên guncan ve diajon da ku karîbin derbasî azmûnê bibin; xwendekarê Beşê Ragihandinê di dema amadekirina projeya xwe ya derçûnê de berê xwe dide projeyên kevn ên derçûnê û paşê hin guhertinên wekî guhertina navnîşana wê, gotinên wê û jinûvesazkirina hevokên wê dike û bêyî ku dest bide naverokê çap dike, an ku tiştekî nû raber nake ku pê re projeyên derçûnê yên amadekirî dibin nisxeyên dubarekirî. Armanca sereke ya xwendekar ew e ku pileyekê li rêjeya xwe ya derçûnê bar bike û gava mesele digihe alîyê pratîkî yê projeya derçûnê -wekî dagirtina formê, em dibînin ku xwendekar bi xwe dadigire yan alîkarîya heval, dost û merivên xwe dike yên ku dikevin cihê kesên nimûneya lêkolînê û jixwe di hemû rewşan de encamên dawîya projeya derçûnê bêhûde dibin. Ji ber ku hejmara mamostayên ku serperiştîya van projeyên derçûnê dikir li gor hejmara xwendekaran nizm e, em dibînin ku xwendekar di dema amadekirina projeyan de hema hema nayên şopandin û proje nayên xwendin, naverok nayên hilsengandin û nirxandin jî di nava çend xulekan de dibin û paşê pile têne dayîn. Jixwe heger xwendekarekî guh da projeya xwe dê rastî gelek zehmetîyan were, ji çetinîya bidestxistina zanyarîyê heta bi peydanebûna alavên guncan ên lêkolînê, peydanebûna lêvegerên nûjen, zehmetîya girêdana bi înternetê, tunebûna pirtûkxaneyeke medyayî ya taybetmend…hwd, çi ku Beşê Ragihandinê tu behremendî yan pisporîyên di warê xebata medyayî yan warê amadekirina lêgerîneke medyayî ya zanistî de pêşkêşî xwendekaran nake; tenê pirtûkên teorîk raberî wan dike.

Rêzepirtûkên hînkirinê yên Beşê Ragihandinê her tiştê girêdayî zanistên civakî û mirovî tev li ragihandinê bi giştî dike… êdî gava xwendekar derdiçe hema hema zanyarîyên wî der barê her tiştî de hene lê di tu tiştî de ne pispor e. Ev rêzepirtûk bi gelemperî guh didin teorîya rojnamegerîyê û hin zanyarîyên kevn û klasîk ên ku gerek e xwendekar wan bi motemotî ji ber bikin.

Bernameya Ragihandinê Di Hînkirina Serbest De:

Li ser asta hînkirina serbest a ku di sala xwendinê ya 2001-2002yan de wekî hêçaneke nûjen a li ser bingeha avakirina têgihaştineke nû ya xwendinê hate destpêkirin ku rê dide hemû xwendekaran ku xwendina xwe ya zanîngehê bidomînin. Ew jî ji bo wan xwendekarên ku rêjeya pileyên bawernameyên wan ên bakaloryayê nizm bûn an temenê bawernameyên wan kevn bû. Wan xwendekaran pereyekî tomarkirinê yê bi qasî 300 wereqeyên Sûrîyeyî didan û di ber her dersekê/pirtûkekê de jî 3000 hezar wereqeyên Sûrîyeyî didan. Ev sîstem di warê Beşê Ragihandinê de jî tijî şaşîtî û astengî ye ku rê li ber bipêşvebirina rewşa ragihandina Sûrîyeyê digirin û jixwe kêşeyên di vê sîstemê de zêdetir dibin çi ku mercên herî kêm ên hînkirinê tunene û tu rengên sepandinên pratîkî û lêgerînî di lêkolînê de nînin, tew wekî sîstema normal- tiştekî sembolîk û jiderve jî peyda nabe, îcar li vir kêşe li nik tunebûna alavên ku pêdivîya xwendekar bi wan heye (wekî studyo, makîneyên wênegirîyê, taqîgeh…hwd) nasekine, belam digihe binyat û naveroka rêzepirtûkan jî yên ku bi rengekî teorîk jî guh nadin sazgêrî û şêwazên pratîkî û teknîkî, ji ber ku rêzepirtûk bi temamî teorîk û vala ne û naveroka dersê ji çarçoveya zanyarîyên giştî yên sivik ên di warê çanda giştî ya ragihandinê de dernakeve. Her weha dema dersên xwendekarên hînkirina serbest pir kêm e, ew tenê rojekê di hefteyê de diçin dersan ku ew jî roja Înê ye (roja betlaneya fermî ya hînkirina normal) û roja Şemîyê heman ders têne dubarekirin. Ev dema han têra derhînana medyakarên jîr nake. Jixwe dersên van rojên Înê jî giranîyê didin xwendina teorîk, hevdîtin û pirsên ji hîndekarên ku ew bi xwe hîndekarên hînkirina normal in jî. Dîsa li gel ku biryarnameya damezirandina sîstema hînkirina serbest ev sîstem wekî hînkirineke akademîk a hemkûf bi nav kiriye, Parlamentoya Sûrîyeyê maf daye derçûyîyên hînkirina serbest ku sûdê ji bawernameya xwe bibînin û karekî li gor beşê xwe bikin û her weha li gel biryarên wezareta hînkirina bilind ên naskirina bawernameyên hînkirina serbest û wekhevkirina wan li gel bawernameyên hînkirina normal; xwendekarê hînkirina serbest her tim xwe kêm dibîne û -nemaze li nik sazîyên fermî- xwe wekî xwendekarê pileya duyem dibîne.

Tev li ku zanîngeh -li gor hin nirxandinan- pereyên pir -nêzî 2 mîlyar wereqeyên Sûrîyeyî- ji vî warê hînkirinê qezenc dike, ew heman binyat, alav û hînkerên hîndekarîya normal bi kar tîne û li gel ku ev pere têra avakirina zanîngehekê dikin, ew tu rajeyên zêdetir pêşkêş nake. Wê heta nuha tu pêngavên destekdêr an bipêşvebir bo vê sîstema hîndekarîyê pêşkêş nekirine. Pê re birêveberên wê tu helwest li hember zêdebûna hejmara xwendekarên hîndekarîya serbest wernegirt heta ku di sala xwendinê ya 2005-2006an de hêza sîstemê ya pejirandina xwendekaran gelekî li bin hejmara tomarkirî ket û êdî zanîngehê nema karîbû hejmareke pirtir qebûl bike, îcar çare ew bû ku ev hejmar were kontrolkirin û tomarkirina li Beşê Ragihandinê yê Hîndekarîya Serbest bi awayekî demdemî were rawestandin.

Çend Gavên Ber Bi Pêş Ve (Pir Kêm in… Lê Hene)

  1. Destpêkirina lêpirsîna li ser doza Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandin û Azadîya Derbirînê ya li ser astengkirina projeya bipêşvebirina Beşê Ragihandinê yê Zanîngeha Şamê ji hêla wezareta ragihandinê ve ku amadekirina vê projeyê berî du salan bi hevkarîya di navbera Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandin û Azadîya Derbirînê û Enstîtuya Fuegoyê ya Geşepêdana Ragihandinê ya girêdayî Ajansa Swêdî ya Geşepêdanê ji hêlekê ve û birêveberîya Beşê Ragihandinê yê Zanîngeha Şamê ji hêleke din ve hatibû destpêkirin.
  2. Biryardana di doza rojnameger Luey Hisên li dijî Rojnameya El-Wetenê de: Hûrgilîyên vê dozê ji destpêkê ve çend rêçik xêz kirin ku bûn mînakeke karê rojnamegerîyê li Sûrîyeyê. Di çîroka dozê de, Rojnameya El-Wetenê naveroka e-peyameke ku ji hêla Tevgera Neteweperwerên Ereb hatibû qutîya e-peyamên wê, wekî nûçeyekê li serrûpela hejmara 28.01.2009an de li jêr serenavê (Lîvnî Qewîtîya Weşandina Nivîsarên Çend Nivîskarên Ereb Li Ser Malpera Wezareta Karûbarên Derveyî Dide û Wan Wekî Balyoz Bi Nav Dike) weşand. Naveroka nûçeyê dibêje ku Wezîra Karûbarên Derveyî ya Îsraîlê qewîtîya weşandina nivîsarên çend nivîskarên Ereb -ku pênc ji wan Sûrîyeyî ne- li ser malpera Wezareta Karûbarên Derveyî ya Îsraîlê dide, çi ku herî baş ew nêrîna Îsraîlê li hember Tevgera Hemasê, Hizbullahê û dûgelên bereya liberxwedanê dinimînin û ew wekî balyozên Îsraîlê li cîhana Erebî bi nav kirine.

Dadgehê biryar da ku sernivîskarê rojnameyê, Wedah Ebd Rebû, birêveberê wê Corc Qeyser û birêz Seîd Elberxûsî (rêberekî Tevgera Neteweperwerên Ereb) qerebûyeke bi qasî sê sed hezar wereqeyên Sûrîyeyî bi hevpişkî û hevpiştgirî bidin û her yekî wan sizaya pereyan a bi qasî sê hezar wereqeyên Sûrîyeyî bide.

Behaneya dadgehê ew bû ku dozlêkirîyên bi navên Wedah Ebd Rebû û Corc Qeyser zanyarîyên bêbingeh weşandine û êdî divê ji ber weşandina nivîsarên li dijî jîyana taybet bêne darizandin, çi ku wan bi vê yekê xala 6an a benda 29an a biryarnameya qanûndaner a 50yî binpê kiriye û gerek e li gor benda 56an a heman biryarnameyê, paragrafa Byê bêne sizakirin. Der barê kesê dozlêvekirî birêz Seîd Elberxûsî de dadgehê eşkere kir ku wî bi rengekî rasterê dest werdaye mijarê û navnîşan û hejmara telefona xwe di dawîya nivîsarê de danîne ku ev yek cihê pirskirinê.

Vê dozê gelek rê dan ber xwe ku li gor me dadgerîya Sûrîyeyê karîbû heq jê derkeve, çi ku ji alîyekî ve dadgehê eşkere kir ku birêveberîya rojnameyê di kesayetîya sernivîskar û birêveber de zanyarîyên nepiştrastkirî weşandine û divê ji ber weşandina nivîsarên ku zîyanê digihînin jîyana taybet a kesekî bikevin ber pirskirinê û bi vî rengî wê bersiva pirsa pisporî û şaşîtîya rojnamegerîyê bide, armanc jî ew e ku rojname berî weşandina nûçeyeke der barê jîyana taybet a kesan de kedeke baş di ber piştrastbûna ji rastîya wê nûçeyê de bibexşîne, alîyê din jî ew bû ku dadgehê daxwaza dozveker a zindankirina rojnamegeran û girtina rojnameyê heta şeş mehan red kir.

  1. Jinûvebelavkirina Rojnameya El-Heyatê ya Londonî li Sûrîyeyê: Piştî ku belavkirina Rojnameya El-Heyatê di 15.07.2008an li ser biryara wezareta ragihandinê li Sûrîyeyê hate rawestandin, roja 27.01.2009an destûr hate dayîn ku rojname careke din li Sûrîyeyê were belavkirin.
  2. Rakirina astengkirina malpera Wikipediaya Erebî (www.ar.wikipedia.org) û malpera Tevgera Niştimanî ya Azad (www.tayyar.org).

Çavdêrgeha Azadîya Rojnamegerîyê Li Sûrîyeyê

  1. Binpêkirinên Der Barê Azadîya Rojnamegerîyê De: (Bê şirove)

– 05.05.2008: Rojnameger Humam Hedad, nivîskarê Heftenameya Bûrsat û Eswaqê, bi rengekî keyfî ji hêla dezgehên ewlekarîyê yên Sûrîyeyê ve hate girtin. Tê hizirkirin ku sedema girtinê girêdayî beşdarîya wî ya di kurseke rahêner a li Urdunê de ye, a ku Rêxistina Front Lineê der barê ewlehîya zanyarîyan li ser tora înternetê de li dar xistibû.

– 05.05.2008: Qedexekirina lidarxsitina şahîyeke xelatkirinê ji bo Heftenameya Bûrsat û Eswaqê li Yaneya Rojnamegeran a Şamê. Şahî dê bi boneya xelatkirina heftenameyê bi Xelata Nirxandinê ya Serbixwetîya Rojnamegerîyê ji hêla Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandin û Azadîya Derbirînê ve bihata sazkirin, lêbelê li gel ku Yekîtîya Rojnamegeran lidarxistin erê kiribû jî, şahî berî bi çar saetan ji dema lidarxistinê ji hêla dezgehên ewlekarîya Sûrîyeyê ve hate qedexekirin.

– 07.05.2008: Nivîskar Hebîb El-Salih bi zorê ji hêla Dezgeha Ewlekarîya Leşkerî ya Parêgeha Tertûsê ve hate windakirin. Dema ew li kolaneke bajarê Tertûsê dimeşîya hate revandin û ber bi cihekî nedîyar ve hate birin, paşê pêwendîya di navbera wî û derve de heta sê mehan hate birîn.

– 10.05.2008: Dadgeha Bilind a Ewlekarîya Dûgelê ya Şamê şeş salên zindankirinê li blognivîs Tariq Beyasê birîn û paşê daxist sê salan. Tawanbarî jî qelskirina hestên neteweyî û şikandina derûnîya milet bû. Tariq Beyasê ji ber nivîsîna şiroveyeke rexneyî der heqê dezgehên ewlekarîya Sûrîyeyê de li forumeke nîqaşê ya elektronîk di 07.07.2007an de ji hêla Dezgeha Ewlekarîya Leşkerî ya parêzgeha Tertûsê ve hatibû girtin.

– 25.05.2008: Dezgehên ewlekarîyê yên Sûrîyeyê lidarxistina semînereke ragihandinê ya li jêr serenavê “Azadîya Rojnamegerîyê” qedexe kir. Ev semîner dê roja Yekşemê 25.06.2008an, demhejmêr 4ê piştî nîvroyê, ji hêla rojnameger Mazin Derwîş ve li Navneda Çandî ya Erebî ya Taxa Mezayê ya Şamê bihata lidarxistin. Li gel ku pêşdestûra fermî ji hêla wezareta çandê li gor biryara 311an a 15.05.2008an hebû, semîner bêyî dîyarkkirina sedeman, berî bi 15 xulekan ji civana fermî ya li gor vexwendinnameyê hate betalkirin.

– 08.06.2008: Bişûndexistina rûniştina darizandina blognivîs Kerîm Erbecî li pêşberî Dadgeha Bilind a Ewlekarîya Dûgelê bo demeke nedîyar. Darizandin dê ji ber tawanbarîya belavkirina nûçeyên derewîn û qelskirina hestên neteweyî bihata lidarxistin. Kerîm Erbecî di 07.06.2007an de ji encama beşdarîya di birêveberîya Foruma Exewîyet Sûrîya (Biratîya Sûrîyeyê) de bi awayekî keyfî hatibû girtin.

– 15.06.2008: Belavkirina hejmara 28an a Kovara Syria Todayê li gor biryareke devkî ya ji wezareta ragihandinê ve hate qedexekirin. Derbaskirina hevokekê di hevpeyvîneke li gel Sekreterê Giştî yê Partîya Yekîtîya Sosyalîst a dijber, parêzer Hesen Ebdilezîm, bûbû sedema qedexekirina belavkirina hejmarê.

– 20.06.2008: Desthilatdarîya Sûrîyeyê rojnamegerê Sûdanî, sernivîskarê Kovara Fedaat Diwelîyayê -ya ku li Şamê dihat çapkirin- bi rengekî keyfî û bêyî dîyarkirina sedeman û bêyî tawanbarkirin girt.

– 23.06.2008: Dadgeha Leşkerî ya Şamê zindankirina deh rojan li rojnameger Mazin Derwîş birî û paşê daxist zindankirina pênc rojan. Daraza zindankirinê li gor benda 387an a Qanûna Sizayan bi tawanbarîya piçûkxistin û kêmkirina birêveberîyên giştî yên dûgelê hatiye birîn. Sedema darazê ew bû ku rojnameger Mazin Derwîş dest bi nivîsîna raporteke rojnamegerîyê ya der barê tevlihevîyên devera Edrayê de kiribû.

– 24.06.2008: Hikûmeta Sûrîyeyê biryara qedexekirina derbasbûna rojnamgerên Ereb û bîyan bo Sûrîyeyê da û dema biryarê heta dawîya vê mehê destnîşan kir. Çavkanîyên dîplomatîk eşkere kir ku biryar demdemî ye û dê heta bidawîbûna peywira şandeya Ajansa Navneteweyî ya Wizeya Atomê ya ku nuha seredana Sûrîyeyê dike, were rakirin.

– 29.06.2008: Dadgeha Leşkerî ya Şamê şeş mehên zindankirinê li nivîskar û çalakgerê mafnas Mihemed Bedîi Dek El-Bab birîn. Daraza zindankirinê ji encama belavkirina nivîsara “Şam Paytexta Çanda Erebî” li ser malperekê hatiye wergirtin û bi tawanbarîya kêmkirina heybeta dûgelê li gor benda 278an a Qanûna Sizayan a Sûrîyeyê hatiye wergirtin.

– 14.07.2008: Rê nehate dayîn ku nûçegihana malpera Aljazeeratalkê, Lava Xalid, biçe Urdunê da ku li gor vexwendinekê beşdarî kurseke rahêner bibe.

– 15.07.2008: Nivîsgeha Şamê ya Rojnameya El-Heyata Londonî hate girtin û belavkirina rojnameyê di nava Sûrîyeyê de bi biryareke devkî ya wezareta ragihandinê hate qedexekirin. Belavkirina nivîsareke nivîskarê Siûdî, Dawûd El-Şeryan, a der barê beşdarîya Sûrîyeyê di Lûtkeya Yekîtîya Ji Bo Deryaya Spî ya ku li Barîsa payetexta Fransayê hatibû lidarxistin de bûye sedema vê biryarê.

– 16.07.2008: Malpera çandî (www.aleftoday.net) ji ber hevokeke pêşnivîsara sernivîskarê malperê Sehban El-Sewah hate astengkirin. Dezgehên ewlekarîyê dît ku ew hevok tengijînên tîrebazîyane û mezhebî tev dide û jixwe nivîskar Sehban El-Sewah bi xwe ew hevok nas nekiriye.

– 20.07.2008: Ji encama belavkirina hin nivîsarên ku doza parastina mîrata dîrokî ya bajarê Şamê dikir, Dadgeha Yekem a Destpêka Sizayê ya Şamê daraza du mehên zindankirinê, sizaya pereyan a bi qasî sed hezar wereqeyî û neçarkirina dana pênc sed hezar wereqeyî bo dozveker Wezîrê Çandê Rîyad Neisanaxa di rewşa neamadebûnê de li rojnameger Weed Mihena birî.

– 30.07.2008: Şaxê Zanyarîyan ê Birêveberîya Ewlekarîya Dûgelê ya Şamê parêzer Ebdelah Elî girt û ew heta êvara roja Sêşemê 12.08.2008an di hundirê odeyeke Şaxê Zanyarîyan de girtî hişt da ku wî neçarî girtina malpera (alnazaha.org)ê bikin.

– 10.08.2008: Ji encama weşandina nivîsara bi navê (Kî Dizîya Kê Dike: Hikûmet an Welatî?), hejmara 8an a Heftenameya Qedayayê li gor biryareke devkî ya wezareta ragihandinê hate qedexekirin.

– Dadgeha Tawankarîyê ya Duyem a Şamê daxwaznameya desteya bergirîya rojnameger Mîşêl Kîlo ya rawestandina daraza der heqê wî de nepejirand. Li gel ku maf di Qanûna Sizayan a Sûrîyeyê re derbas dibe û mercê bidestxistina bexşandina çaryeka darazê hebû, lê dadgehê -bêyî dîyarkirina sedeman- daxwazname red kir.

13.09.2008: Birêveberîya Koçkirin û Pasportan a li ser sînorê Sûrîye-Libnanê rê neda şandeya Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor ku derbasî axa Sûrîyeyê bibin. Li gor gotina hin karmendên Wezareta Ragihandinê ya Sûrîyeyê, rêya derbasbûnê li ser bingeha biryara (alîyên têkildar) hatiye girtin. Karmendan nexwest wan (alîyên têkildar) destnîşan bikin. Şande ji hêla Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandin û Azadîya Derbirînê ya Şamê ve hatibû vexwendin û dixwest serî li malbatên rojnamegerên girtî bide û hevdîtinekê li gel rojnamegerên Sûrîyeyê pêk bîne.

– 14.09.2008: Ji ber weşandina nivîsara bi navê (Xizanî Para Xelkê… Qezenc Para Bazirganan… û Daxuyanî Para Hikûmetê), belavkirina hejmara 174an a Heftenameya Bûrsat û Eswaqê li got biryareke devkî ya wezareta ragihandinê hate qedexekirin.

– 17.09.2008: Rojnameger Dawûd Xelîl Dawûd Elmanî ji ber weşandina raportên der barê gendelîya li parêzgeha Laziqîyeyê de şeş rojan (17-22ê Rezberê) li Zindana Laziqîyeyê hat binçavkirin û paşê 23yê mehê nîvroyê ber bi sînorê Urdunê ve hat dûrxistin, ev hemû jî bêyî ku were tawanbarkirin an bikeve ber lêpirsînê.

– 17.09.2008: Birêvebrîya Ewlekarîya Dûgelê, bêyî tu palpişteke qanûnî, lîsteyên giştî yên qedexekirina derketina ji Sûrîyeyê derandin. Qedexekirinê gelek rojnameger, xebatkarên di warê hizirî de û bergirên mafên mirovan li xwe girtin ku hejmara wan bi sedan bû.

– 28.09.2008: Piştî ku hewldanên astengkirina şaxê Sûrîyeyê yê malpera Tora Erebî ya Zanyarîyên Mafên Mirovan (www.anhri.net/syria) di 25.09.2008an de dest pê kiribû, derbasbûna bo malpera torê (www.anhri.net) bi temamî hate astengkirin.

– 12.10.2008: Ji encama nivîsareke birêveberê giştî yê Kanala Dinyayê ya Taybet, Fuad El-Şerbecî, Dadgeha Duyem a Destpêka Sizayê ya Şamê darazek der heqê wî de birî. Naveroka daraza dadger Ebîr Xalid weha bû: “Ji ber tawana piçûkxsitinê ya li gor bendên 568 û 570yî yên Qanûna Sizayan a Sûrîyeyê, em sizaya zindankirina sê rojan û sizaya pereyan a bi qasî sed wereqeyên Sûrîyeyî li birêz Fuad El-Şerbecî dibirin.”

– 12.10.2008: Ji ber hevpeyvîna li jêr serenavê (Qanûndanîn û Lîstika Qayîşkêşîyê Di Navbera Tîma Aborî ya Hikûmetê û Sandîkayan De) ku li gel sendîkager Îbrahîm El-Lûzî hatibû kirin, belavkirina hejmara 177an a Heftenameya Bûrsat û Eswaqê li gor biryareke devkî ya wezareta ragihandinê hate qedexekirin.

– 25.10.2008: Ji encama (acizî)ya wezareta ragihandinê ji nivîsara Kovara El-Muctemei El-Îqtisadî (Civaka Aborî) ya der heqê gera li nav gilêşê de û gotinên parlamenter Henîn Nemir ên li ser tunebûna biryareke Parlamentoyê di vî warî de, wezaretê xwedîyên kovarê dan ber bijaran: An betalkirina destûra xebata kovarê yan gerek e xwedîyê wê weşana kovarê du mehan bi behaneya qeyraneke aborî rawestîne.

– 29.10.2008: Di nava darizandinên koma Danezana Şamê ya Guhertina Demokratîk de, li gel komeke sîyasetmedar û çalakgerên mafên mirovan ên mîna nivîskarê rojnameger Ekrem El-Bunî û nivîskarê rojnameger Elî Ebdelah, daraza zindankirina du sal û nîvan, destbendî û bêparkirina ji mafên şarwer li rojnameger Fayiz Sara hat birîn. Fayiz Sara ji encama beşdarîya di bernameyeke Kanala El-Hiwarê ya der barê girtina endamên Encûmena Niştimanî ya Danezana Şamê de hatibû girtin.

– 03.11.2008: Ji ber nivîseke wî ya der barê Encûmena Bajarê Safîtayê, gendelî û birêveberîya wê ya bed de ku di malpera (www.safitaclub.com)ê de hatibû weşandin, ciwanê bi navê (A. M) li ser daxwaza serokê Encûmena Bajarê Safîtayê ji karê xwe hat avêtin.

– 17.11.2008: Ji ber ku karmendê bi navê Eymen Dîb, ê ku di Şaxê Sîgortaya Şamê de kar dikir, nivîsareke xwe di Rojnameya Tişrînê de weşandibû û eşkere kirbû ku ew e yê sextekarîya di hin dosyayên şaxê sîgortayê de kifş kirine; bi behaneya derketina li dijî biryara 1/1602yan a wezîra karûbarên civakî û kar a di sala 2005an de a ku gihandina zanyarîyên li ser karûbarên hundirî yên wezaretê bo rojnamegerîyê li karmendan qedexe dike, birêveberê giştî yê şaxê sîgortayê maweya çar mehan % 4 ji mûçeya wî karmendî birî û mijar ji birêveberê çavdêrîya hundirîn re şand da ku sizaya mûçebirînê were cîbicîkirin.

– 10.11.2008: Li gor hîndekarîyên birêveberê Mihrîcana Şamê ya Şazdehan a Sînemayê. Mihemed El-Ehmed, endamên ewlekarîya Sûrîyeyê nehişt tîma xebata “Dinya”yê derbasî cihên çalakîyên mihrîcanê bibin ku birêveberê mihrîcanê paşê gotibû: “Ji ber ku ew bi heman hezkirina ku me berî destpêkirina mihrîcanê nîşanî wan dabû, nêzî me nebûn, me rê li ber “Dinya”yê girt.”

– 17.11.2008: Bêyî erêkirina nivîsgeha navendî ya serhejmartinê, serokatîya encûmena wezîran, amadekirina lêkolînên serhejmartinê yan weşandina belavokên ku zanyarî yan statîstîk tê de hene li hemû sazîyên giştî, deste û rêxistinên gelêrî û kesên asayî û qanûnî  qedexe kir.

– 04.12.2008: Ji encama weşamndina raporteke der barê arêşeyeke gendelîya dadgerî ya li parêzgeha Helebê de, belavkirina hejmara 107an a Kovara Buqet Dewiê li gor biryareke devkî ya wezareta ragihadninê hate qedexekirin.

– 11.12.2008: Rê nehate dayîn ku rojnameger Mazin Derwîş biçe Beyrûtê da ku beşdarî Foruma Erebî ya Sêyem a Rojnamgerîya Azad bibe, a ku ji hêla Yekîtîya Cîhanî ya Rojnameyan û Rojnameya El-Neharê ve hate lidarxistin. Li gel ku wî vexwendinnameya fermî ya ji alîyê Yekîtîya Cîhanî ya Rojnameyan ve nîşan dabû û dîyar kiribû ku ew ê biçe gotinekê li wê foruma ku dê di 12 û 13ê Kanûna Pêşîn de li Beyrûtê were lidarxistin bibêje, rê li pêş çûna wî hatibû girtin û tu şirovekirina qedexekirinê jî jê re nehatibû pêşkêşkirin.

– Dadgeha pêdeçûnê (court of cassation) di rûniştina xwe ya komî de daxwaznameya serbestkirina rojnamegerê çalakger Mişêk Kîlo red kir. Dadgeran biryara dadgeha pêdeçûnê ya rê dide Mîşêl Kîlo ku -li gor qanûnê- sûdê ji lêbihurîna li çaryeka dema zindankirinê bigire, betal kir.

– 26.12.2008: Ji encama mijara qunciknivîsa wî ya quncika rojane ya bi navê Ebcedhewezê ya ku di 25.12.2008an de der heqê sersalê de nivîsîbû, wezîrê ragihandinê, Mihsin Bilal, fermaneke devkî da desteya sernivîskarîya Rojnameya El-Sewrayê da ku karê rojnameger Fewaz Xeyo rawestîne.

– 10.01.2009: Ji ber nivîsara bi navê (Tenê Xêr û Hewtimê Em Ji Korsanên Somalyayê Dûr Xistine), belavkirina hejmara 40î ya Kovara Malê li gor biryareke devkî ya wezareta ragihandinê hate qedexekirin.

– 11.01.2009: Birêveberê giştî yê Banka Xanûmanî ya Hikûmetî kaxezek bi derîyê derve yê bankê û her weha bi hin derîyên hundirîn ve kiribû û tê de nivîsîbû: “Em lêbihurîna xwe dixwazin, em nikarin pêşwazîya rojnamegerên ji ber sedemên reklam û abonetîyê bikin. Em her weha lêbihurîna xwe ji rojnamegerên dixwazin hevdîtinan pêk bînin dixwazin; em ê di dema pêwîst de pêwendîyê li gel we deynin.”

– 12.01.2009: Parêzgarê Helebê biryara destnîşnakirina demhejmêra vekirin û girtina înternet-kafeyên Helebê derand: Zivistanê ji 9ê sibehê heta 12ê şevê û havînê ji 9ê sibehê heta 1ê şevê.

– 22.01.2009: Encûmena Parêzgeha Bajarê Şamê rê neda rojnamegerên Rojnameya El-Sewrayê ku xebatên rûniştina encûmenê bişopînin û ji wan daxwaz kir ku zanyarî û agahîyan tenê ji nivîsgeha rojnamegerîyê ya parêzgehê bixwazin.

– 29.01.2009: Nûçegihana malpera Aljazeeratalkê, rojnameger Lava Ehmed Xalid, rastî zext û fişarên hêzên ewlekarîyê hat. Şaxê Şamê yê Ewlekarîya Leşkerî çar caran şand pey wê ku cara dawî di 29.01.2009an de bû.

– 07.02.2009: Wezîrê Geştyarîyê, Seidelah Axa El-Qelia nexwest rojnameger li civînekê amade bibin û ji wan daxwaz kir ku ji hola civîna birêveberên birêveberîyên navendî yên wezaretê, birêveberên geştyarîyê yên parêzgehan û odeyên geştyarîyê derkevin.

– 18.02.2009: Dema wî li înternet-kafeyeke Himisê înternet bi kar dianî, hêzên ewlekarîya Sûrîyeyê rojnameger Mihyedîn Îso binçav kir.

– 03.03.2009: Hêzên ewlekarîya Sûrîyeyê sernivîskara Rojnameya El-Mesarê ya Iraqî û birêvebera nivîsgeha Kanala El-Feyhayê ya Iraqî, rojnamegera Iraqî Heyfa El-Huseynî, li Şamê di nava rewşeke nedîyar de desteser kir û rê li pêş hemû hewldanên naskirina çarenivîsa wê girt.

– 05.03.2009: Sazîya Giştî ya Ragihanê, li ser daxwaza dezgehên ewlekarîyê yên Sûrîyeyê, malpera Rêxistina Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan “Sewasîya” (www.shro-syria.com) asteng kir.

– 11.03.2009: Birêveberê Giştî yê Şûnewar û Muzexaneyan, dr. Besam Camûs, biryara 51ê deranî ku li gor wê biryarê, tîmên televîzyonê nema karîbû dîmenên muzexane û şûnewarên dîrokî bêyî destûreke fermî ya Birêveberîya Karûbarên Muzexaneyan a Birêveberîya Giştî ya Şûnewar û Muzexaneyan ya Şamê bikişînin.

– 11.03.2009: Serokê Komîteya Rojnamegerên Werzişê yên Sûrîyeyê, Mihemed Ebas, di bernameya (Elmekşûf)ê, a ku rojnamegerê Sûrîyeyî Fayiz Wehbê li ser ekranê radyo û televîzyona El-Erebê pêşkêş dike, daxwaza girtina forumên werzişê yên elektronîk kir û berdevkê ragihandinê yê Yaneya Sûrîyeyî ya Gogelingê, Nedîm El-Cabî, daxwaza astengkirina wan kir; tenê astengkirin.

– 15.03.2009: Piştî ku xwînerekî şiroveyek li ser nivîsareke Hebîb Salih a bi navê (Gelo Rejîma Sûrîyeyê Liberxwedêr e? Kengî, Li Ku û Çawa?) a ku li malperekê hatibû weşandin û ji yekî werê ku ew şirove girêdayî nivîskar bi xwe ye, Dadgeha Tawanan a Şamê ew li gor benda 285-298an a Qanûna Sizayan a Sûrîyeyê bi belavkirina nûçeyên derewîn di dema şer de ku armanca wan qelskirina hestên neteweyî, geşkirina agirê şerê nijadî û mezhebî û fitebazîya ji bo gurkirina şerê tîrebaz tawanbar kir û sê salên zindankirinê lê birîn.

– 31.03.2009: Piştî ku blognivîs û mamostayê zimanê Îngilîzî Usama Êdward Qeryo di 27.02.2008an de ji ber nivîsara xwe ya bi navê (Ne Gaz, Ne Mazot û Ne Kehreba) ji hêla Saloxgerîya Giştî ya Şamê ve hate girtin, cihê karê wî yê mamostatîyê li gor biryara keyfî ya 1486an a 31.03.2009an ji devera Tel Temirê bo Sazîya Perwerdehîyê ya Qamişloyê hate veguhastin ku 100 kîlometrî dûrî mala wî ye.

– Di nava xebatên Encûmena Navendî ya Şeşan a Sendîkaya Hînkeran di dewreya sendîkayî ya nehan de, li gel ku Rojnameya El-Wetenê ji bo şopandinê hatibû vexwendin, piştî ku nîqaşên di hola civîna Encûmena Navendî de dest pê kir, serokê Sendîkaya Hînkerên Sûrîyeyê, Zîyad Mihsin, nûçegihanê Rojnameya El-Wetenê ya Sûrîyeyî, rojnameger Cabir Bekir, qewirand û gotê: “Em te naxwazin, em tu rojnamegeran li kongreya xwe naxwazin.”

– 03.04.2009: Dezgeheke ewlekarîyê di rêya merivekî nûçegihana Enstîtuya Rojnamegerîya Şer û Aştîyê, rojnameger Henadî Zehlût, gef lê xwar. Wê gefxwarinê bi zelalî gotê: “Divê nema binivîse, an jî bi rastî em ê wê aciz bikin.”

 05.04.2009: Bi gumana ku wî rêhevaltîya rojnamegereke Alman di gera li nava parêzgeha Hisiçayê de kiriye, nivîskarê rojnameger Farûq Hec Mistefa bi awayekî keyfî ji hêla Dezgeha Ewlekarîya Sîyasî ya Parêzgeha Helebê ve hate girtin û hîn çarenivîsa wî nedîyar e.

 – 22.04.2009: Wezareta Ragihandinê ya Sûrîyeyê daxwaza hin rojnamegeran a lîsteya rojnameyên taybet û rojnameyên hikûmetî yên ku li Sûrîyeyê têne weşandin red kir.

– 02.05.2009: Rêgirtina li pêş derbasbûna weşanên ji derveyî Sûrîyeyê: Di dema bihurî de, hejmara weşanên ji derveyî Sûrîyeyê yên ku rê li pêş derbasbûna wan hatiye girtin, zêde bûye. Li kêleka weşanên ku derbaskirin û belavkirina wan ji binî ve qedexe ye, wekî Rojnameya El-Sîyasayê ya Kuweytî, El-Musteqbel, El-Nehar û El-Enwara Libnanî, El-Muherir El-Erebî ya Libnanî, Elşeriq El-Ewset a Londonî, El-Heqîqa El-Diwelîya ya Urdunî û her wisa gelek rojnameyên Iraqî û Misirî, belavkirina hejmarine destnîşankirî yên gelek rojnameyên Erebî û bîyan ji ber dijberîya sîyaseta Sûrîyeyê hate qedexekirin, mîna gelek hejmarên El-Heyat, El-Sefîr, El-Dîyar û El-Heqîqa El-Diwelîya ku jixwe hîn ev biryar dikevin jêr desthilatdarîya bêsînor a wezîrê ragihandinê.

– 21.02.2009: Hikûmeta Îsraîla dagirker daraza zindankirinê li rojnameger Eta Necîb Ferhat dibire: Daraza zindankirina şeş salên ku paşê daketin nîvî û sizaya pereyan a bi qasî şeş hear dolarî li nûçegihanê Rojnameya El-Wetena Sûrîyeyî ya taybet, nûçegihanê Televîzyona Sûrîyeyî yê Colana dagirkirî û sernivîskarê malpera Golan Timesê, Eta Ferhat hate birîn.

Rojnameger Eta Necîb Ferhat

Hûrgilîyên Arêşeyê:

Hêzên dagirkerîya Îsraîlê di 30.07.2007an de rojnameger Eta Ferhat binçav kir. Yekîneyên polîsan di saet 5ê berbangê de girt ser mala wî ya li gundê Beqiatayê û mal pişkinand, dest danîn ser komputer û telefona wî ya berîkê û ew bir cihekî nedîyar. Dadgeheke Îsraîlê daxwazeke polîsên Îsraîlê ya dirêjkirina dema binçavkirina wî heta roja Yekşemê ji bo dewamkirina lêpirsînê pesend kiribû. Rojnameger Eta Ferhat nûçegihanê Rojnameya El-Wetena Sûrîyeyî ya taybet e, nûçegihanê Televîzyona Sûrîyeyî ye û sernivîskarê malpera (www.golantimes.com)ê ye. Li gundê Beqiatayê yê Colana dagirkirî ji dayîk bûye û xwendina xwe li Fakulteya Rojnamegerîyê ya Şamê kuta kiriye.

Rojnameger Eta di dema meşandina karê xwe yê rojnamegerîyê de hate binçavkirin. Di nava atmosfera sîyasetên cudakar ên ku hikûmeta dagirkerîyê li dijî xebatkarên rojnamegerîyê yên ji Colana Sûrîyeyî ya dagirkirî didin meşandin; nemaze li dijî xebatkarên ku li navgînên ragihandinê yên Sûrîyeyî yan Erebî dixebitin.

Rojnameger Eta Ferhat di dema şopandina nûçe û çalakîyên şênîyên Colanê de rastî gelek astengkirin û binpêkirinan hatibû; çardeh mehan hatibû girtin lêbelê piştî heşt mehan hatibû serbestkirin û dema mayî li jêr destbendîya li malê derbas kiribû. Hikûmeta Îsraîla dagirker her weha rê nedayê ku ew beşdarî kongreya navneteweyî ya li jêr navê “Colan… Bidawîkirina Dagirkerîyê Ji Bo Pêkanîna Aştîyê” bibe ku di 20.06.2007an de li Koleja Lêkolînên Rojhilatî û Afrîkayî ya Zanîngeha Londonê hatibû lidarxistin. Di nava pêvajoyeke berdewam a sîyasetên dûgela Îsraîlê ya nixumandina binpêkirinên li hember welatîyên Sûrîyeyî û astengkirina xebata rojnamegeran de da ku karîbe Colana Sûrîyeyî ya dagirkirî ji cîhanê veder bike û şênîyên wê ji mafê derbirînê bêpar bike.

Di vê çarçoveyê de, Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandin û Azadîya Derbirînê û Federalîya Navneteweyî ya Mafên Mirovan gilînameya xwe ji bo kes û alîyên jêrîn dişîne:

Birêz Leila Zerrougui: Serok-raportora Tîma Xebata Neteweyên Yekbûyî ya Arêşeya Girtina Keyfî.

Birêz Ambeyi LIGABO: Raportorê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Xurtkirin û Parastina Mafê Azadîya Derbirînê

Parîs-Şam, 11ê Çirîya Pêşîn, 2007

Mijar: Îsraîl-Sûrîye/Girtina Keyfî ya Rojnameger Eta Ferhat

Birêza hêja, birêzê hêja:

Federalîya Navneteweyî ya Mafên Mirovan (FIDH) û hevpara wê Navneda Sûrîyeyî ya Ragihandin û Azadîya Derbirînê (SCM) li ser pêşnîyaza malbat û parêzerê birêz Eta Ferhat, em dixwazin dilgiranîya xwe ya ji ber girtin û binçavkirina keyfî ya rojnameger Eta Ferhat ji hêla yekîneyên taybet ên polîsên Îsraîlî (Yasam)ê ve bi we re bi par ve bikin. Di vê daxwaznameya ji Neteweyên Yekbûyî de -tîma xebata ji bo girtina keyfî û raportorê taybet ê azadîya derbirînê- em daxwaza avêtina pêngaveke lezgîn der barê vê mijarê de dikin.

Birêz Eta Ferhat, 35 salî, rojnamegerekî Sûrîyeyî ye, li devera Colana Sûrîyeyî ya dagirkirî rûdine ku Îsraîlê ew ji sala 1967an dagir kiriye û di sala 1981ê de biryarên Encûmena Ewlekarîyê ya Neteweyên Yekbûyî binpê kirine û ew tev li erda Îsraîlê kiriye. Eta Ferhat di 30 Tîrmeha 2007an de ji hêla yekîneyên taybet ên polîsên Îsraîla dagirker ve hatiye girtin.

Birêz Eta Ferhat li Beqiataya ku gundekî Colanê ye ji dayîk bûye û xwendina xwe li Fakulteya Rojnamegerîyê ya Zanîngeha Şamê kuta kiriye. Ew endamê Yekîtîya Rojnamegerên Sûrîyeyê ye, nûçegihanê Rojnameta El-Wetena Sûrîyeyî ya taybet e, nûçegihanê Televîzyona Sûrîyeyî ye û sernivîskarê malpera Golan Timesê ye. Ji encama biryara girêdana Colanê bi erda Îsraîlê ve, welatîyên Sûrîyeyî yên Colanê ketine jêr hikimê qanûna Îsraîlê û êdî her kesê pêwendîyê bi rojnamegerîya Sûrîyeyê yan Televîzyona Sûrîyeyî re dideyne tê şopandin. Ji sala 1967an ve, yekem rojnamegerê Colanê yê ku pêwendî bi navgînên ragihandinê yên Sûrîyeyê re danîye Eta Ferhet e, ew nûçe û nivîsên der barê jîyana Sûrîyeyîyên Colana dagirkirî li navgînên ragihandinê yên Sûrîyeyî diweşîne.

Di 30ê Tîrmeha 2007an de, demhejmêr di 5ê berbangê de, yekîneyên polîsên dagirkerîyê girte ser mala wî, mal pişkinand, dest danîn ser komputer û telefona wî ya berîkê û ew girt. Piştî bi du rojan, dadgeheke Îsraîlê biryara polîsên Îsraîlê ya dewamkirina girtinê pesend kir û ew heta nuha li Girtîgeha El-Cemlayê ya Îsraîlê (14 kîlometran başûrrojhilatê Heyfayê ye) girtî ye. Wan ew çend caran bir pêş dadgerê lêpirsînê lêbelê hîn ew bi tu tiştî tawanbar nekiriye. Li bende ku wî bibin pêşberî dadger, dadgerê lêpirsînê daxwaza serbestkirina wî ya demdemî napejirîne. Sedemên desteserkirina wî heta nuha jî nehatine eşkerekirin. Parêzer û rojnamegerîya Îsraîlê nikarin behsa doza wî bikin, lê li gor Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandin û Azadîya Derbirînê dibe ku Eta Ferhat ji ber pêwendîdanîna li gel dûgeleke dijmin hatibe desteserkirin. Federalîya Navneteweyî ya Mafên Mirovan û Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandin û Azadîya Derbirînê hewldanên Hikûmeta Îsraîlê ya vederkirina Colana Sûrîyeyî ya dagirkirî ji cîhanê û bêparkirina gelê Colanê ji mafê azadîya derbirînê şermezar dikin.

Bi rengekî zelaltir, Federalîya Navneteweyî ya Mafên Mirovan û Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandin û Azadîya Derbirînê desteserkirin û girtina Eta Ferhat wekî reftareke keyfî dibînin ku li gor benda 19an a Danezana Cîhanî ya Mafên Mirovan, têkilîyeke wê ya rasterast li gel azadîya nêrîn û derbirînê heye. Em hêvîdar in ku tîma taybet a girtina keyfî û raportorê taybet ê xurtkirin û parastina mafê azadîya nêrîn û derbirînê bikarîbin di demeke herî nêz de gavinan biavêjin û vê arêşeyê li gel Hikûmeta Îsraîlê çare bikin.

Em ji nuha ve spasîya we dikin û heger pêdivîya we bi tu zanyarîyan çêbû, em hêvîdar in ku hûn bêyî dudilî pêwendîyê li gel me deynin:

Mazin Derwîş

Serokê Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandin û Azadîya Derbirînê

 

Suhêr Bilhesen

Seroka Federalîya Navneteweyî ya Mafên Mirovan 

 

  1. Azadîya Rojnamegerîya Sûrîyeyê Bi Çavên Rêxistinên Navneteweyî:

Li gor polandina sala 2008an a Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor, ji nav 173 dûgelan, Sûrîye di rêza 159an de ye.

Li gor Rêxistina Nûçegihanên Bêsînor, Sûrîye yek ji wan her deh dûgelên cîhanê ye yên ku herî zêde dijminatîya înternetê dikin.

Li gor polandina sala 2009an a Rêxistina Mala Azadîyê, ji nav 195 dûgelan, Sûrîye di rêa 177an de ye.

Li gor raporta 2009an a Komîteya Parastina Rojnamegeran, ji nav her deh dûgelên herî xerab ên blognivîsan, Sûrîye di rêza sisêyan de ye.

Sûrîye yek ji dûgelên dûrî azadîya ragihandinê ye. Azadîya rojnamegerîyê nakeve rojeva hemû dûgelên Bakurê Efrîkayê û Rojhilata Navîn. Li vir jî em dikarin hin mînakan di nava vê çarçoveya ji qanûnên bipaşverû û yên ku azadîyan serkut û bipê dikin de bidin, mîna (Erebistana Siûdî, Qeter, Sûrîye…).

Qewîtî

Ji bo ku azadîya nêrîn û derbirînê biafire û pê re ragihandineke azad çêbibe û karîbe peywirên rojnamegerîyê bi rengekî serbixwe bi cih bîne, gerek e hin mercên sereke bêne peydakirin ku ew jî ev in:

– Hebûna pergaleke demokratîk a li ser bingehên welatîbûn, hikimdarîya dirust û hişmend û veguhêzkarîya aştîyane ya desthilatîyê di hemû astên wê de.

– Binyateke qanûnî ya ku gerek e serbestîya bidestxistina zanyarîyan û azadîya weşandina wan bi hemû şêwazan misoger bike, li gel pîvanên cîhanî yên azadîya nêrîn û derbirînê bigunce û pergaleke dadgerîyê ya serbixwe li pişta wê hebe.

– Atmosfereke civakî ya ku rêza cihêrengîyê, pirrengîyê, azadîya bawerîyê û nêrîna din bigire û dûrî hişmendîya hizirxerabî û taboyan bikeve.

Nexwe heger mercên jorîn neyêne dabînkirin, em nikarin behsa ragihandineke azad û serbixwe bikin, lê dîsa jî gerek e gavine sereke di vê çarçoveyê de bêne avêtin:

  1. Divê xebateke lezgîn di warê serrastkirina rewşa karmendîya rojnamegerên Sûrîyeyê de bê meşandin, mafên wan ên darayî bêne parastin û bikevin nav sîstema garantîya civakî ya li gor formên destûrî û qanûnî.
  2. Gerek e qanûna çapemenîyê ya derbasdar were betalkirin û qanûneke nû ya li gor pîvanên navneteweyî yên azadîya derbirîn û ragihandinê were danîn ku pê re karê rojnamegerîyê û rojnameger bêne parastin û sazîyên rojnamegerîyê yên azad û serbixwe bêne damezirandin.
  3. Betalkirina rêziknameya Yekîtîya Rojnamegerên Sûrîyeyê û veguherandina yekîtîyê bo sendîkayeke pispor a serbixwe û negirêdayî tu alîyî da ku rojnamegerîyê bi pêş ve bibe, wê biparêze, li ser bingehên sendîkayî û li gor nirxên sincî yên rojnamegerîyê li ber berjewendîyên rojnamegeran bide û rê bide avakirina gelek sendîkayan.
  4. Rizgarkirina ragihandinê ji bin destê dûgelê, ev jî di rêya şikandina pawankarîya desteyên hikûmetî li ser alîyên bingehîn ên prosesa ragihandinê, wekî belavkirin û reklamgerîyê. Her weha gerek e xebat ji bo rakirina wezareta ragihandinê û avakirina encûmeneke serbixwe ya ragihandinê were meşandin.
  5. Danîna qanûna mafê bidestxistina zanyarîyan, meşandina prensîpa eşkerekirina bêsînor a zanyarîyan, rêdana serbestîya şandin û wergirtina zanyarîyan û parastina nûçebelavkerên hikûmetî li gor pîvanên navneteweyî.
  6. Serbestkirina azadîya xwedîtîya navgînên ragihandinê yên nivîskî, dîtbar û bihîstbar, bikaranîna sîstema haydarkirinê di warê damezirandinê de û danîna sazgêrîyên çalakkirina vê prensîpê di qanûnan de.
  7. Rakirina hemû bendên li ser înternetê, rawestandina rêbaza astengkirin û çavdêrîyê, handana geşkirina medyaya înternet û blognivîsîyê û avakirina civakên ragihandinê yên elektronîk ên azad.
  8. Rêdana damezirandina sendîkayeke taybet a belavkerên rojname û weşanan da ku guh bide berjewendîyên wan û têkilîyên wan bi rêk û pêk bike.
  9. Avakirina hevparîyekê di navbera desteyên pispor ên civaka şarwer û sazîyên ragihandinê de ji bo perwerdekirina rojnamegeran û bipêşvebirina hêz û derfetên wan, payeberzkirina sincên rojnamegerîyê û dabînkirina parastin û piştgirîyê ji bo rojnamegeran.