KEDÎKIRINA ÎNTERNTÊ PENCÊN ASTENGKIRINÊ

 Lêkolîneke Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandin û Azadîya Derbirînê 2008

  

Cîhangerîya teknolojîya ragihanê (komunîkasyon) roleke sereke di mezinkirina peywira ragihandinê û berfirehkirina rolên wê yên di civakan de gerandiye. Ragihandin bi rengekî balkêş ji meydana peywira klasîk a veguhastina nûçeyan û şopandina bûyeran derbasî meydana jinûvehilberandina mîrata çandî ya civakan û beşdarîya di sazkirina raya giştî de bû. Pê re hevparîya ji bo belavkirin û rûniştandina têgih û nirxên mirovane yên şaristanî û cîhanî yên ji bo avakirina civakên nasîn û zanînê di navbera ragihandin û geşepêdanê de ava bû û em gihaştin têgiha ragihandina geşedêr. Hêsanî û lezgînîya belavbûnê yên ku di rêya navgînên ragihandinê yên pirreng re hatin pêkanîn, girîngîya vê rolê mezintir kir. Wekî mînak, radyo di nava 38 salan de gihaşt 50 mîlyon bikarhînerî, lêbelê înternet di nava çar salan de gihaşt heman hejmara bikarhîneran.

Îroj, piştî belavbûna civakên elektronîk li Sûrîyeyê, bipêşveçûna tevgera nivîsînê û derketina mînakên handêr ên dîyardeya “welatîyê rojnameger”, hewldanên Hikûmeta Sûrîyeyê yên kedîkirina înternetê û sînorkirina bikaranîna wê zêde dibin. Her ku ragihandina elektronîk li Sûrîyeyê belav dibe û bandora wê li rûniştandina têgihaştina welatîyê Sûrîyeyî zêde dibe, hewldanên kontrolkirina wê ragihandina elekronîk û bêalîkirina rola wê ya sereke di warê azadîya derbirînê de zêde dibin. Hikûmeta Sûrîyeyê ya ku bi roj hejmara bikarhîneran zêde dike û xizmetê baş dike, bi şev di rêya dezgehên xwe yên ewlekarîyê re malperan asteng dike û dide pey kesên xwedan nêrînên cihêreng. Ji bo pêkanîna armancên xwe, Hikûmeta Sûrîyeyê alîkarîya karcivên herî mezin ên di vî warî de dixwaze, nemaze Karciva Platinumê ya Sînordar a ku di sala 1991ê de hatiye damezirandin û di sala 2000î de dest bi karê xwe yê li Sûrîyeyê kiriye:

 

“Wergereke motemot a belgeyeke Platinumê ku tê de projeyên xwe yên li Sûrîyeyê şirove dike”

 

(Rêbazeke Ewlekar Li Sûrîyeyê

Rêxistina navneteweyî Zon-H dê kurseke rahîner a der barê ewlehîya zanyarîyan û bergirîya elektronîk de li dar bixe. Ev rêbaza ku cara yekem li Sûrîyeyê tê meşandin, dê ji hêla Platinuma Sînordar ve were birêxistin. Ev yek dê bi hevkarîya li gel rêxistina Zone-Hyê û pisporên ewlehîyê û şopandina hakerên pispor were meşandin.

Kurs dê giranîyê bide:

– Kontrolkirina hakerê nesînorkirî.

– Kontrolkirina hakerê li ser sepanên tora înternetê.

– Hakerê bêtêlê.

……………………………………………………

 

1991:

Karciva Platinumê ya Sînordar di sala 1991ê de hatiye damezirandin. Ji wî çaxî ve, ev karciv bû karciveke pêşeng a bazara bipêşvebirina bername û sepanên toran. Armanca me pir sade ye; razîkirina kiroxan merema me ye.

Platinuma Sînordar li ser gelek projeyên li beşên curbicur ên bazarê xebitîye, mîna dîzayna plandanînê, rajeyên çapkirinê, reklamên bazirganî yên televîzyonê, edîtkirina filmên vîdeoyê û gelek warên din. Platinuma Sînordar yek ji karcivên pêşîn bû yên ku celebê mêvandarîya rajekaran (server) di rêya bikaranîna rajekarên xwe yên li Vancouvera Kanadayê re derbasî bazara xwecihî kir.

2000:

Di sala 2000î de, ev karciv rûnişt, bi nav û deng bû û zêde nasyar bû. Her çawa be, bazara xwecihî hîn derbasî van waran nebûbû. Em xwedî paşxaneke serincrakêş û hêçaneke gewre ne. Me hin bernameyên pirreng ji bo bazarên cihêreng bi pêş ve birin û em her dem ne tenê ji bo dabînkirina hemû pêwîstî û daxwazîyan tê dikoşin, lêbelê em kar dikin ku kiroxên me her dem devliken bin.

Piştî dahûrandina rewşa bazara xwecihî ya Sûrîyeyê, Platinuma Sînordar bi biryardarî xwest gaveke wêrek biavêje û -li gor daxwazê- derbasî warê bipêşvebirina sepanan bibe. Ev war ji ber zehmetî û kelemên di navê de pirê caran dibe wekî xewnereşkekê.

2005:

Her çawa be, sala 2005an Platinuma Sînordar karîbû beşê bipêşvebirina bernameyan damezirîne û nav û dengekî xurt di bersivandina lezgîn a nirxbilind de bide.

………………………………………………………

Hedarî, lezgînî û ewlehî hoykarên sereke yên hêçana gera ewle ya li ser înternetê ne. Ji ber vê sedemê, rastîya soza me di rêya bikaranîna cîgirê bi navê “ThunderCache”ê re belî dibe.

Em çawa dikarin bikarhînerên hundirîn di rêya rawestandina gera neguncan a li ser înternetê re, derîyên paşîn ên vîrusan di rêya e-peyaman an peyamên lezgîn re, dosyayên sîxurîyê yan bikaranîna tora înternetê di rêya şandina dosyayên hemkûf an nîşandana vîdeoyê re kontrol bikin?

Bersiv ThunderCache e -sepanên cîgir/proxyê yên xebatbaş ji bo wê yekê hatine sêwirandin ku hemû zanyarîyan bidin te û rêya kontrolkirina hemû pêwendîyên tora te ya înternetê raberî te bikin. Tu dikarî li şûna bikarhîner an sepanê bixebitî. ThunderCache alavên nuha yên ewlehîyê naguhere, bi gotineke din ew rê dide rêxistina te ku pêwendîyan di rêya hin şêweyan re -ku bernameyên din nikarin bibin serî- kontrol bike û bi vî rengî ew wan alavan têkûz dike.

ThunderCache alî rêxistina te dike ku gereke ewle û xebatdêr bi dest bixe. Sepanên proxyê yên ThunderCacheê tora te ji dosyayên sîxurîyê, vîrus, peyamên lezgîn û xerckirina tora înternetê ji bo şandina dosyayên hemkûf an nîşandana vîdeoyê diparêze. Di rastîya xwe de, ew karê tora te ya înternetê baş dike.

Taybetmendîyên ThunderCacheê

  1. Arêşeyên Ewlekarîyê:

ThunderCache rajekarên Webê bi rengekî ewle ji pêwendîdanîna rasterast a li gel înternetê vediqetîne.

– Ew bi rengekî qayîm ji her tiştî ewle dibe.

– Destekekê dide sîyaseta ewlekarîyê.

ThunderCache vîrusbînê bi navê (Dr. WEB)ê derbasî her naverokeke Webê dike.

  1. Arêşeyên Bîrewerîya Navberkar:

– Bîrewerîya navberkar a jîrek a piranîya hêmanên Webê rê dide bîrewerîyên demdemî ku bi rengekî rasterast xizmeta wê bikin da ku xebateke baştir derkeve holê.

– Sivikkirina mezinîya xwestî ya paketê.

– Parastina çavkanîyên yekîneya pêveajotina navendî.

– Radestkirina lezgîn a rûpelên ku ji berê ve hatine jiberkirin.

  1. Arêşeyên Birêvebirinê:

– (Amade bike û ji bîr bike) sepaneke proxyê ya ku belavbûn û birêvebirina wê hêsan e.

– Hêsankirina gihaneka plandêr a pêjndar û afirandina birêvebirina rêgezên sîyasetê.

– Derbasbûna gelemper û raport nêrîneke zelal der barê şêwazên bikaranîna Webê û arêşeyên ewlekarîyê de didin.

– Xerckirina bi sexbêrî ya ku sêlikxwîn û pêdawîstîyên seqetîyên karebayê pêşkêş dike.

Çareya Parzûnandinê:

Parzûnandin ji çi re ye?

Parzûnandin ji boyî parastina xebat û hawira te ya hundirîn taybetmendîyeke gelekî girîng e, lêbelê gerek e ew têra xwe jîrek be û karîbe karê te yê sergihayî baş bike, ne ku tenê biparêze. Pêdivîya vê yekê bi bikaranîna sazgêrîya parzûnandina rastîn heye, da ku paşê hin sazgêrîyên din ên ji bo çavdêrîyê û kontrolkirina çalakîyên dînamîk ên bikarhîner li ser înternetê bighin te. Pêwîstîya kontrolkirina praktîk a li ser dosyayên sîxurîyê, hinartina analog an peyamên rasterast bi pişkinîneke kûr a naverokê û asteke bilind a xebata sîstemê heye. Kontrolkirina dosyayên sîxurîyê bi parzûnandina gihanekê bi tenê naçe serî, lêbelê divê şîyana naskirin û rêlibergirtina (çavkanîyan), nêrîna li îmzeyên dosyayên sîxurîyê yên nasyar û eşkerekirina hewldanên pêwendîya dosyayên sîxurîyê hebin. Ji bo rewşên çalakîya dosyayên sîxurîyê, parzûnandina gihanekê bi tenê asteke baş a pişkinînê nade me. Çare li gel ThunderCacheê ye; a ku xwe dispêre sîstemeke xebitandinê ya pir baş, endazeyarîya sîyaseteke avakirinê ya kêmpeyda di warê pişkinîna razîbar a kûr de û bîrewerîyeke navberkar a spartedêr ên ku dahata naverokê bi giştî diparêzin. Çareya ThunderCacheê her weha xwe digihîne parzûnandina gihanekê li gor xebata li ser daxwaza karcivan.) “werger bi dawî bû”

– Girêdayî van rêbazên sîstematîk ên ku gihan heta bi şopînerên malperan jî û xwest taybetmendîya karîger û navbera azadîya di warê ragihandina elektronîk de tune bike, Wezîrê Ragihan û Teknolojîyê, Emiru Salim, li ser pêşnîyaza Encûmena Wezîran a Sûrîyeyê, di 25.07.2007an de biryarek derand ku fermanê dide malperan ku “navê belavkerê nivîsar û şiroveyê bi rengekî zelal û bikîtekît bîne ziman. Kesê biryarê bi cî neke dê cara yekem were hişyarkirin, cara duyem dê derbasbûna bo malperê bi awayekî demdemî were astengkirin û cara sisêyan dê derbasbûna malperê bi rengekî qutebir were astengkirin.” Di cîbicîkirina bibelgekirî ya yekem a biryarê de, Wezareta Ragihan û Teknolojîyê derbasbûna malpera Damaspostê (www.damaspost.com) 24 demhejmêran asteng kir. Sedema astengkirinê ew bû ku kesekî bi navê “Cemal” rexne li serokê Yekîtîya Rojnamegeran û Rojnameya Beisê girtibû û ew bi xal û xwarzîtîya di peywirdarkirinê de tawanbar kiribûn.

Çavdêrîkirina E-peyaman:   

Li Sûrîyeyê, bikarhînerên înternetê bi giştî ji hebûna çavdêrîyekê li ser e-peyamên hinartî û wergirtî biguman in. Jixwe berê hin kes ji ber hinartina e-peyaman hatine girtin û darizandin.

Em tam nizanin bê deshilatdarî prosesa çavdêrîkirina e-peyaman bi kîjan şêwazî bi kar tîne, lêbelê me hin têbînî li ser peyamên ku ji rajekara e-peyaman a Komeleya Sûrîyeyî ya Komputerê têne hinartin, nivîsîn.

Rewşa peyameke kevn:

Received From outmail.scs-net.org (213.178.225.6)  30 Jun 2006 16: 45: 48 +0300
Received:  From ([88.86.7.237]) by outmail.scs-net.org (8.13.7/8.13.7)   30 Jun 2006 16: 28: 49 +0300
Received From outmail.scs-net.org(213.178.225.6)

by WSe3300P.scs-net.org 

30 Jun 2006 11: 33: 07 +0300
Received From (88.86.7.237)by WSe3300P.scs-net.org  30 Jun 2006 11: 27: 54 +0300

      

 

 

Rewşa peyameke nû:

Received From outmail.scs-net.org (213.178.225.6)  22 Nov 2006 23: 49: 04 +0200
Received from [88.86.17.11] (may be forged)by outmail.scs-net.org (8.13.7/8.13.7) 22 Nov 2006 22: 49: 30 +0200
Received From outmail.scs-net.org(213.178.225.6) by WSe3300P.scs-net.org 22 Nov 2006 19: 02: 29 +0200
Received From (88.86.17.11) by WSe3300P.scs-net.org 22 Nov 2006 17: 01: 54 +0200

Em tê dibînin ku e-peyam di navbera çend rajekarên e-peyaman ên hundirê tora Komeleya Sûrîyeyî ya Komputerê de diçe û tê û nêzî 4-5 demhejmêran di hundirê vê torê de dereng dimîne. Em her weha tê dibînin ku rêza dewsa wergirtina peyaman (xanika Receivedê) di joragahîya peyamê de li gel rêza wê ya kornolojîk nagunce û dibe ku ev peyam rastî pêlîstin û xerakirinê hatibe û hin rêzên Receivedê yên zêde -yên ku di joragahîya wê de hebûn- hatibin avêtin.

Divê were gotin ku ev têbînî li ser çavdêrîkirina e-peyamên di nava rajekara Komeleya Sûrîyeyî ya Komputerê re nabin peyt, belam dîsa jî ev têbînî dibin handera hûrbûna li ser sedema sêwirandina rajekara e-peyamên komeleyê bi vê şêwaza awarte û sedema lîstina bi joragahîya peyamên ku di rêya wê re têne hinartin.

Li vir jî gerek e em bibêjin ku em nikarin ji hebûna çavdêrîyeke bijarkar li ser e-peyaman piştrast bibin. Wekî mînak, em nikarin piştrast bibin ku e-peyama di rêya rajekarên Sûrîyeyî yên e-peyaman re ji navnîşaneke destnîşankirî hatiye hinartin an wergirtin rastî jibergirtinê yan lênêrînê yan hakkirinê hatiye.

Her weha em nikarin ji dirustî û bawerbarîya rajekarên Sûrîyeyî yên e-peyaman û rêbaza wan a parastina razberîya peyaman piştrast bibin. Wekî nimûne, em nizanin bê ka gelo rajekarê e-peyaman ê Sazîya Ragihanê peyamên hinartî û wergirtî kopî dike yan na û nisxeyan ji ber wan digire yan na!

Belam di nava çend salên bihurî de çend kes ji ber e-peyamên xwe hatin girtin û girtîyekî dîyar kir ku e-peyamên wî ji hêla hêzên ewlekarîyê yên ku ew girtibû ve hatibûn çapkirin û li gor dîroka hinartinê û wergirên peyaman ve hatibûn rêzkirin.

Girankirina Çavdêrîyê Li Ser Înternet-Kafeyan:

Ev çavdêrî di Adara bihurî de giha lûtkeya xwe gava ku endamên dezgehên ewlekarîyê xwedanên înternet-kafeyan -nemaze yên nêzî zanîngehan û malên xwendekaran- bi rengekî devkî haydar kirin ku gerek e zanyarîyên kesane yên bikarhînerên înternetê yên înternet-kafeyên xwe di lênivîseke rojane de tomar bikin ku navê sêqolî yê kesê bikarhîner, jimareya nasname yan pasporta wî, jimareya komputerê ku li ser dixebite û demhejmêra derbasbûn û derçûna wî ya ji înternetê tê de bêne qeydkirin. Xwedanên înternet-kafeyan her wisa hatine neçarkirin ku wê lênivîskê radestî nimînendeyên dezgehên ewlekarîyê bikin.

Li gel ku xwedanên înternet-kafeyan tu biryareke nivîskî der barê vê mijarê de wernegirtibû, lêbelê Birêveberîya Bazirganî ya Sazîya Ragihanê destûrxwazê berhînerê înternet-kafeyê neçarî pejirandina mercnameya li jêr jimareya 4/4/109ê ya roja 01.07.2007an dike ku merca wê ya pêncan dibêje: “Bidestxistina destûra Wezareta Karûbarên Hundirî (Ewlekarîya Sîyasî)”.

Her weha benda çaran a pabendîyên rajerkarê dibêje:

“Amadekirina tomarnameyeke bêkêmasî ya nasnameyên bikarhînerên înternetê li gel dîrok û demhejmêra bikaranînê da ku di dema pêdivîdarîyê de bibe lêveger. Xwedanê destûra xebatê berpirsyarê rastîya zanyarîyên tomarnameya xwe ye.”

– Benda pêncan a pabendîyên rajekarê dibêje: “Dema daxwazîyek ji hêla Sazîya Ragihanê ve çêbû, gerek e xwegirêdanek bi pêşkêşkirina hemû zanyarîyên taybet ên bikarhînerên rajekarê hebe û pabendîya hevkarîyeke sergihayî li gel wê hebe.”

– Benda şeşan a pabendîyan dibêje: “Gerek e her komputereke înternet-kafeyê xwedî navnîşaneke (IP ADDRESS) rastîn û neguhêrbar be û gerek e hemû prosesên (LOG FILE) ku herî kêm di nava mehekê de di rêya vê komputerê re çêbûne, bêne hiştin.”

Astengkirina Malperan:

Di nava sala bihurî de, Hikûmeta Sûrîyeyê operasyona astengkirina malperan bi awayekî beloq berfireh kir. Ev yek li kêleka astengkirina demdemî ya der heqê hin malperên nûçeyan ên hundirê Sûrîyeyê de bi rê ve çû ku gelek caran wekî sezayeke hişyarkirinê dihate meşandin, wekî astengkirina demdemî ya malpera Exbar Sûrîyayê (Nûçeyên Sûrîyeyê) ya ku ji ber nîşandana wêneyên cîyê kuştina endamê Encûmena Leşkerî ya Partîya Hizb El-Lahê, Imad Mexnîya, bi rengekî demdemî hate astengkirin.

Wekî din, birêveberê Sazîya Ragihanê biryara astengkirina malpera Şebablikê da, ku ev malper di sala 2001ê de hatibû vekirin. Biryar dibêje: “Ji kerema xwe malpera www.shabablek.com bi lez û bez asteng bikin û paşê me agahdar bikin.”

Birêveberê malperê matmayîna xwe li hember astengkirina malperê nîşan da û pirsî ka gelo çawa malper bêyî gazîkirina xwedanê wê û dîyarkirina sedemê -wekî mîank- tê astengkirin, an “bêyî ku Wezîrê Ragihanê têkilîyê li gel min deyne, li gel ku ez birêveberê karcivekê me ku ew wê rind nas dike û rabihurîya wê ya ronak jî baş dinase. Gelo ma keda heft salan a avakirina avahîyeke ciwanan a ku zêdeyî 400.000 biparvekirinên wê û 56.000 endamên wê hene ne hêja ye ku em sedemên astengkirina malpera wê bidin?” … û astengkirina malperê piştî çend rojan hate rakirin.

– Heta 28.04.2008an, li gor şîyana me ya tomarkirin û piştrastbûna ji astengkirinê, hejmara malperên astengkirî gihaşt 161 malperî û em wisa hizir dikin ku hejmar ji wilo bêhtir e. Şaxê Zanyarîyan ê girêdayî Birêveberîya Ewlekarîya Dûgelê ya Şamê serperiştîya prosesa çavdêrîkirina malperan dike û fermanê dide Sazîya Giştî ya Ragihanê ku derbasbûna malperan asteng bike, ku pêvajoya doza astengkirina malpera El-Nezahayê ev yek peyitand. Îsal, dîsa fişarên dezgehên ewlekarîyê yên li ser malperekê zêde bûn da ku ew bi xwe “bi dilê xwe” malperê bigirin, wekî çawa di sala 2006an de li gel malpera Miraat Sûrîyayê qewimî, çi ku Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandin û Azadîya Derbirînê pê zanî ku Şaxê Zanyarîyan ê Birêveberîya Ewlekarîya Dûgelê ya Şamê li gel fişar û gefên pir giran û berfireh ji birêveberîya malpera Syria-Lifeê daxwaz kiriye ku malperê tavilê bigire. Malperê di rûpela xwe de nivîsî: “Em lêbihurîna xwe ji xwînerên hêja dixwazin, em êdî di rewşa heyî de nikarin Projeya Syria-lifeê ya medyayî ya Sûrîyeyî bidomînin û em hêvîdar in ku proje di siberojê de were têkûzkirin….” û me nikarîbû vê yekê bi belge bikin.

Lîsteyeke malperên ku derbasbûna wan ji hêla Sazîya Giştî ya Ragihanê ve hatiye astengkirin:

Jimare Navê Malperê Domeyn
1 Kordînasyona Giştî ya Sazîyên Libnanî-Kanadayî 10452lccc.com
2 12ê Adarê 12avdar.com
3 Tevgera 14ê Adarê 14march.org
4 Afaq aafaq.org
5 Aramnews aaramnews.com
6 Rojnameya El-Şeriq El-Ewset aawsat.com
7 Malpera El-Şêx Ebî Besîr El-Tertûsî abubaseer.bizland.com
8 El-Hiwar El-Mutemedin (Gengeşeya Şarmend) ahewar.org
9 Partîya El-Ehrarê ahrar.org.lb
10 Ehrar Sûrîya (azadên Sûrîyeyê) ahrarsyria.com
11 Ah Ya Weten (Ax welato) ahyawatan.wordpress.com
12 Exewîyet Sûrîya (Biratîya Sûrîyeyê) akhawia.net
13 El-Bewaba albawaba.com
14 El-Hiwar alhiwaradimocraty.free.fr
15 El-Ketaib al-kataeb.org
16 Kuluna Şurekai (Em hemû hevpar in) all4syria.org
17 Elcemîi Min Ecil Elheqîqa (Hemû ji boyî rastîyê) all4truth.com
18 El-Meheta almahatta.net
19 Rojnameya El-Musteqbelê almustaqbal.com
20 El-Nezaha alnazaha.org
21 Partîya Demokratîk a Kurdî alparty.org
22 El-Qenat alqanat.com
23 Rojnameya El-Qudus El-Erebî alquds.co.uk
24 Sefehat Sûrîye (Rûpelên Sûrîyeyî) alsafahat.net
25 Rojnameya El-Sîyasa El-Kiweytîya alseyassah.com
26 Tevgera Sûrîyeyî ya Neteweyî-Civakî alseyassah.com
27 Malpera Amazonê ya cîhanî amazon.com
28 Amûdê amude.net
29 Rojnameya El-Neharê ya Libnanî annahar.com
30 El-Naqid annaqed.com
31 Malpereke gera ewle ya li ser înternetê anonymization.net
32 Proxy anonymizer.com
33 Proxy anonymouse.org
34 Arab Times arabtimes.com
35 El-Raiî arraee.com
36 Navenda El-Şeriq El-Erebî asharqalarabi.org.uk
37 Rojnameya El-Şeriq El-Ewset asharqalawsat.com
38 Malpera Foruma El-Etasîyê atassiforum.org
39 Beidipedia beidipedia.wikia.com
40 Rîsalet Beyrût (Peyama Beyrûtê) beirutletter.com
41 Kurdistana Binxetê binxet.com
42 Blogpost blogspot.com
43 Bonjour Sham bonjoursham.net
44 Cedarguards cedarguards.org
45 Rêxistina Kurdî ya Bergirîya Li Mafên Mirovan û Azadîyên Giştî Li Sûrîyeyê dad-kurd.org
46 Malpera Danezana Şamê damdec.org
47 Sûrîya El-Demoqratîya democraticsyria.org
48 Efrîn efrin.net
49 Rojnameya Îlafê ya Elktronîk elaph.com
50 Facebook facebook.com
51 El-Qiwat El-Libanîya (Hêzên Libnanî) forces-libanaises.com
52 Tevgera Dadmendî û Avakirinê forsyriaorg
53 Freelebanon freelebanon.org
54 free-syria free-syria.com
55 Televîzyona El-Musteqbel future.com.lb
56 Tevgera El-Musteqbelê futuremovement.org
57 Şebab El-Musteqbel Elherîrî futureyouth.org
58 Gemîya Kurda gemyakurda.net
59 Proxy guardster.com
60 Guluberin guluberin.net
61 Partîya Nûjenî û Demokrasîyê hadatha4syria.com
62 Bajarê Hemayê hamacity.com
63 Malpera Seed El-Herîrî hariri2005.com
64 Partîya Hevgirtina Gel a Kurdî ya Sûrîyeyê hevgirtin.wz.cz
65 Partîya Rizgarîyê ya Îslamî hizb-ut-tahrir.org
66 Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê hpg-online.net
67 Idlib idlib.org
68 Forumên El-Îxwan El-Muslimîn ikhwan.net
69 Navenda Ragihandinê ya Îxwanan ikhwansyria.com
70 Navenda Kurdî ya Lêkolînên Îslamî islam-kurd.com
71 Islammemo islammemo.cc
72 Islamonline islamonline.net
73 Islamway islamway.com
74 Cidar (Dîwar) jidar.net
75 Navenda Ragihandinê ya Îxwanan jimsyr.com
76 Cisûr Seqafîya (Pirên Çandî) josor.net
77 Bloga Katibê katib.org
78 Partîya Demokratîk a Kurdistanê-Sûrîye kdps.info
79 Malpera Keskesorê keskesor.eu
80 Keskesor keskesor.info
81 El-Xeyma El-Erebîya (Konê Erebî) khayma.com
82 Xîlafa khilafah.net
83 Tora Nûçeyên Kurdî knntv.net
84 Kurdistanax kurdax.net
85 Komîteya Kurdî ya Mafên Mirovan kurdchr.org
86 Kurdistana Binxetê kurdistanabinxete.com
87 Kurdistan Times kurdistan-times.com
88 Kurdistan Times kurdistan-times.org
89 Kurdmedya kurdmedya.com
90 Kurdnas kurdnas.com
91 Kurdroj kurdroj.com
92 El-Qiwat El-Lubnanîya (Hêzên Libnanî) lebanese-forces.com
93 El-Qiwat El-Lubnanîya (Hêzên Libnanî) lebanese-forces.org
94 El-Qiwat El-Lubnanîya (Hêzên Libnanî) lebforces.org
95 Maktooblog maktooblog.com
96 Menassat menassat.com
97 Metransparent metransparent.com
98 Middleeast transparent middleeasttransparent.com
99 Mokarabat mokarabat.com
100 Muslm muslm.net
101 Nusairee mypage.ayna.com/nusairee
102 Nessrin nessrin.com
103 Tora Erebî ya Nûçeyên Libnanê netarabic.com
104 new-lebanese new-lebanese.com
105 news.ahrar news.ahrar.org.lb
106 Newsyrian newsyrian.net
107 Nowlebanon nowlebanon.com
108 Hevgirtina Wêjevanên Şamê odabasham.net
109 Dergehê Opozîsyona Sûrîyeyî opensyria.org
110 opl-now opl-now.org
111 Panoramasouria panoramasouria.net
112 Partîya Demokratîk a Kurdî (El-Partî) pdksy.net
113 Şepêla Pêşerojê ya Kurdî ya Sûrîyeyê peseroj.net
114 Proxy proxify.com
115 Proxy proxyone.com
116 Proxy proxyweb.net
117 Sosyalîsta Bipêşverû psp.org.lb
118 Qamişlo qamishlo.net
119 Rebîi Dîmeşq (Bihara Şamê) rabeadamascus.com
120 Partîya Çaksazîyê ya Sûrîyeyî reformsyria.net
121 Rêkeftin rekeftin.com
122 Rezgar rezgar.com
123 Rojava rojava.net
124 Enîya Rizgarîyê savesyria.org
125 Semakurd semakurd.net
126 Şermola shermola.herforum.net
127 Komîteya Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan shrc.org
128 Komîteya Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan shrc.org.uk
129 Gihaneka zanyarîyên mafên mirovan li Sûrîyeyê shril.info
130 sorea.jeeran (Sûrîya El-Mucahida) sorea.jeeran.com
131 Soriagate soriagate.net
132 Sotkurdistan (Dengê Kurdistanê) sotkurdistan.net
133 Souriaheart souriaheart.net
134 Malpereke gera ewle li ser înternetê surfola.com
135 Syriaalaan syriaalaan.com
136 Çavdêrgeha Sûrîyeyî ya Mafên Mirovan syriahr.com
137 Syriakurds (Yekîtîya Xebata Kurdî) syriakurds.com
138 Syrianelector (Hilbijêrê Sûrîyeyî) syrianelector.com
139 Syrianforum (Foruma Sûrîyeyî) syrianforum.org
140 Syriatribune syriatribune.com
141 Syriatruth (Rastî) syriatruth.org
142 Tayyar (Tevgera Niştimanî ya Azad) tayyar.org
143 Tharwa community tharwacommunity.org
144 Tharwa community (Hilbijêrê Sûrîyeyî-Malpera bi zimanê Îngilîzî) tharwacommunity.typepad.com
145 Tharwa project (Cihêrengî saman e) tharwaproject.com
146 The free syria (Sûrîyeya Azad) thefreesyria.org
147 Thesolidarity (Piştgirtin) thesolidarity.com
148 Third Alliance thirdalliance.net
149 Exbar El-Şerq (Nûçeyên Rojhilatê) thisissyria.net
150 Tîrêj tirej.net
151 Transparent Sham transparentsham.com
152 Tevgera Sûrîyeyî ya Demokratîk tsdp.org
153 Proxy webwarper.net
154 Welatê Me welateme.net
155 Wifaq Sûrîya wifaq-syria.com
156 Yasaree (Forumên Yesarî) yasaree.net
157 Çepgirîya Demokratîk yassardimocrati.com
158 Newroz yek-dem.com
159 Yekîtî yekiti-party.org
160 Youtube youtube.com

Polandina Malperên Astengkirî:

Celebê Malperan Hejmara Malperên Astengkirî
Malperên Kurdî 35
Malperên sîyasî yên dijber 28
Malperên Libnanî 25
Malperên ragihandinê/medyayê 21
Malperên Îslamî 13
Malperên proxyê 9
Malperên çandî 9
Rojnamegerî û televîzyon 7
Civakên elektronîk 6
Rêxistinên mafnasîyê 5
Blogên bêpere 3

 

 Rêjeya Malperên Astengkirî Li Gor Celebê Wan

 

Astengkirina Blogên Bêpere:

Li gel ku hejmarên lêkolînê nîşan didin ku herî kêm blogên bêpere bi rêjeya % 2 rastî astengkirinê hatine, lêbelê gerek e em zanîbin ku beşdarên van blogan dikarin malperine karîger ên kesane, bêpere û xwedan kontrolkirineke hêsan a ku taybetmendî û serbixwebûna wan diparêze ji xwe re saz dikin, îcar rajeyên ku ev malper pêşkêş dikin û zêdebûna lezgîn a hejmara blognivîsên Sûrîyeyê, hejmartina blogên astengkirî û kesên ku mafên wan ji encama astengkirinê hatine binpêkirin zehmet dike, nemaze gava em bizanin ku malperên blogan ên astengkirî ev in:

  1. www.blogpost.com: Mezintirîn û girîngtirîn malperên blogan ên cîhanê ye. Ji berhemên Karciva Googleê ye, bi dehan mîlyonên blognivîsan beşdarî wê dibin û hejmartina rêjeya blogên Sûrîyeyê di nava wê de çetin e.
  2. www.maktooblog.com: Yek ji kevntirîn malperên blogan ên Erebî ye. Zêdeyî 3500 blogên Sûrîyeyî li ser wê hene û bi astengkirina malperê re, hemû blogên Sûrîyeyî hatin astengkirin.
  3. www.katib.org: Yek ji destpêşxerîyên Tora Erebî ya Mafên Mirovan e. Li gel ku ev malper nû hatiye destpêkirin, lê proje pir girîng e, çi ku ew projeyeke neqezencbar e û armanca wê ew e ku bikeve ber xizmeta azadîya derbirînê li cîhana Erebî û jixwe piranîya serîlêderên wê ji ciwanên Ereb ên ku guh didin arêşeyên demokrasîyê û mafên mirovan pêk tên.

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandin û Azadîya Derbirînê

Şam 23.08.2008