Programan Neteweyên Yekbûyîyê ya Aştîçêkeran li Rojhilata Navînê.

20/08/2017

Dîroka dawî: 31/8/2017

Rojnamevanên temenê wan di nav 18 û 25 salan û yên ku li tevlîbûna di civakan de miqate ne dikarin navên xwe pêşkêşî vê programê bikin.

Cluba NYyê ya Hevpeymanîya Şaristanan pêşwazîyê li programê aştîçêkeran li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dike.

Armanc ji vê programê piştgirîya avabûna torên aştîçêkeran e yên ku alav ji wan re tên bidestxistin da ku formên naskirî çareser bikin da ku di encamê de civakeke aştîyane û gişgir were avakirin.

Kesên beşdar dê der barê çand, ol û dîtinên cîhanî ên din de di hundirê grûpê û ji derveyî wê jî nas bikin bi armanca çesipandina girêdanê û alîkarîyê di nav civakan de û pêşxistina jêhatinan bo bikaranîna formên cihê ên dezgehên ragihandinê û hunerên derbirînê weke awayekî afirandina awayên alternetîv û çesipandina tevlîbûna civakî.

Program nirxê niştebûn û hatûçûnê li xwe digire.

Dîroka dawî ya pêşkêşkirinê 31ê tebaxa 2017an e.

Bo naskirina hin hûrgilîyên din, li vê derê bixe.

20/08/2017
المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.