Pêşxistina Rola Civaka Sivîl a Sûryeyî di Pêvajoya Aştîyê de

Em dibînin ku beşdarîya civaka sivîl a Sûryeyî di pêvajoya aştîyê de, bo avakirina aştîya domdar li Sûryeyê, giring e.

Ji sala 2010an ve, Navenda Sûryeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê “Posta şêwirdarîyê” di “Encumena Abûrî û Civakî ya Girêdayî Netewên Yekbûyî “(ECOSOC) de bi dest xistiye, ev yek jî rêya gihaştina bo desteyên NYyê mîna Encumena Mafên Mirovan, ji me re vedike, her weha bi hêsanî me digihîne rêxistinên civaka sivîl ên Sûryeyî yên din.

Di sala 2017an de, em ê li ser hêsankirina karê vexwendina civaka sivîl a Sûryeyî kar bikin, ev yek jî dê bi rêya sîstema Encumena Mafên Mirovan ya NYyê be, her weha bi rêya alîyên siyasî yên Sûryeyî û yên Navdewletî yên xwedî bandor, li gel Encumena Mafên Mirovan û desteyên din ên ku li Cinêvê cih digirin.

المركز السوري للإعلام وحرية التعبير Syrian Center for Media and Freedom of Expression
Privacy Overview

This website uses cookies so that we can provide you with the best user experience possible. Cookie information is stored in your browser and performs functions such as recognising you when you return to our website and helping our team to understand which sections of the website you find most interesting and useful.