Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, yekemîn rêxistina Sûrîyeyî tev li tora IFEXê dib.

Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê, yekemîn rêxistina Sûrîyeyî tev li tora IFEXê dibe.Weke beşekî ji pabendîya bi prensîpên berevanîya di ber ragihandinê û azadîya derbirînê de, Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê tev li tora veguhestina azadîya derbirînê ya navdewletî dibe – IFEX

Montreal, Kanada, 15ê hizêrana 017an – Di civîna komeleya giştî ya ku ji bo biranîna salana ya 25an bo damezrandina tora IFEXê li Montreala Kanadayê di nav 12 û 15ê hizêranê de hate lidarxistin. Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê li gel 16 rêxistinên din ên ne hikûmî ji seranserî cîhanê, endamîtîya Tora Navdewletî ya Berevanîya di baer Azadîya Derbirînê û Mafên Mirovan de IFEXê bidest xist.

Di vê civînê, Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê besha giringîya alîkarîya li gel endaman ji bo gihandina wêneyeke bêalî der barê rewşa Sûrîyeyê de kir her weha da ku hişmendîya geflêxwazrin û metirsîyên ku rûbirûyî ragihêner û rojnamevanan di karên wan de tên zêde bibe û di encamê de şopandineke berdewam û serbixwe hebe.

di vê civînê de hevdîtinek li gel guûpa Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê MENAyê hate çêkirin û bi giranî behsa hevrêzkirinê bo dabînkirina parastinê bo rojnamevanan hate kirin her weha axaftin li ser zanist û agahîyên girêdayî doz û binpêkirinên ku der mafê rojnamevan û çalakvananên ragihênerê li herêmê de tên pêkanîn, hate kirin. Awayekî hevbeş bo hevrêzîya girêdayî peyamnêrê taybet bi azadîya derbirînê di NYyê de David Kay hate danîn.
IFEX toreke ji rêxistinên mafnasî û ragihênerî yên çalak pêk tê, ji sala 1992an ve di warê berevanîya di ber azadîya derbirînê û ragihandinê de kar dike her weha piştgirîyê dide rojnamevanan û torên ragihandinê yên serbixwe û alîkarîya wan jî dike.
Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê piştî bidestxistina endamîtîyê weke yekemîn rêxistina Sûrîyeyî di tora IFEXê de dixwaze li gel rêxistinên cîhanî û yên navdewletî kar bike bo bidawîanîna çanda reva ji sizayê ya belav û garantîkirina çêbûna lêpirsînan di binpêkirin û tawanên ku li dijî rojnamevan û karmendên ragihandinê de her weha pêşkêşkirina parastin û piştgirîya pêwîst bo saxlemîya wan.