Rezan Zeytûna

Rezan Zeytûna, Parêzer e û berevanîyê di ber mafên mirovan de dike

Di 9ê Berfanbarê de sala 2013an de, endamên girûpeke çekdar ew ji Dûmaya Gundewarê Şamê revandin.

Nivîskareke Sûryeyî ye û berevanîyê di ber mafên mirovan de dike. Di sala 2011an de xelata Anna Bolitikofiskaya û ya Sakharof bo hizirîna azad ji alîyê Parlemantoya Ewropî wergirtiye. Herî dawî xelata Jinên Cesaretê yên Navdewletî bo sala 2013an wergirt. Di 9ê berfanbara 2013an de li gel hevjînê xwe Wa’il Hemada û her du hevkar (Semîra El-Xelîl û Nazim Himadê), ji alîyê zilamine rûpêçayî hate revandin û ber bi cihekî nediyar ve hate veguhestin.

Ew ji avahîya navenda belgekirina binpêkirinan û piştgirîya geşepêdana navxweyî û projeyên piçûk li Dûmaya Gundewarê Şamê, hatin revandin, ev dever jî girêdayî  Xûtaya Rojhilatî ye ku di bin kontrola gelek hêzên girûpên çekdar de ye û ji alîyê rêjîmê ve dorpêçkirî ye. Navenda belgekirina binpêkirinan navendeke nehikûmî û serbixwe ye, binpêkirinên ku hikûmeta Sûryeyî der heqê mafê mirovan de di warê şer de dike, belge dike. Û piştgirîya geşepêdana navxweyî  û projeyên piçûk, alîkarîyên mirovî peyda dike, bi taybet ji bo navendên pizîşkî li devirine mîna Xûtaya Rojhilatî.

Çarenûsa wê û cihê wê nuha, nediyar in.