Kurtepênaseyeke Dîrokî

Ji dema avakirina Navenda Sûryayî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê di sala 2004an de, Navendê ji bo berevanîya di ber mafê mirovên ku ji ber bîr, bawerî û nerînên xwe hatine tepeskirin, herweha belavkirina mafên mirovan û piştgirî û geşkirina rafihandineke pîşe, rexnekar û serbixwe, kar kiriye. Desthilatdarîya Sûryayê bi tûndî şerê karê navendê kir. Di Sibata 2012an de, Hêzên Muxaberatê êrîşê nivîsgehên navendê kirin û hemû kompyûter li gel belgeyan desteser kirin her weha sêzdeh hevkarên me ji nav wan serokê navendê Mazin Derwîş girtin û îşkence kirin, paşê her demakê endamek dihate berdan, yê dawî jî di tebaxa 2015an de hate berdan.