Komkujîya Dûmayê: Cihê Tawankarên Cengê di Zindanê de ye, ne di Desthilatê de

[16ê Tebaxa 2017an] – Civaka sivîl a Sûrîyeyî, duyemîn salvegera qurbanîyên komkujîya Dûmayê 16ê Tebaxa 2015an bi bîr tîne, ku weke yek ji kokujîyên herî mezin ên salên şer e di encama wê de bêhtirî 100 welatîyên sivîl hatin kuştin û bi sedan ji ber bombebarana belafirên rêjîmê li ser bazara bajêr ya sereke, birîndar bûn.

Husam Elqetalbî, rêveberê cîbicîkar ê Navenda Bibelgekirina Binpêkirina dibêje “em ê her dem vê kokujîya ku weke ya herî dijwar li ser sivîlan tê hesibandin, bibîr bînin. Bi rêya armanckirina bazarê di dema kombûna malbatên ku nan û sebzeyan dikirin, rêjîm hejmara herî bilind ji qurbanîyan garantî kir.”
her weha berdewamî da axaftina xwe “mixabin, komkujîya Dûmayê nikarîbû Civaka Navdewletî şiyar bike, rêjîmê bi dehhezaran welatîyên sivîl bi awayekî ne rewa ji wî çaxî ve kuştiye. Me nedixwest ku em cardin komkujîya Dûmayê bi bangewazîyên rawestandina cengê bibîr bînin.”

Her weha Mazin Derwîş; Serokê Navenda Sûrîyeyî ya Ragihandinê û Azadîya Derbirînê got: “li gel her bîranîneke tarî ya nû, em bibîr tînin ku gelê Sûrîyeyî nikare çareserîya siyasî ya ku tawankarên berpirs di ber komkujîya de û êrîşên ketober yên din li dijî sivîlan li seranserî Sûrîyeyê pêşkêşî dadgehan nake, bipejirîne. Ji bilî wan lihevkirinên ku civaka navdewletî dike, çi lihevkirineke siyasî eger daxwazên gelê Sûrîyeyî yên çûna ber bi dewleta welatînî û qanûnê ya ku li ser rûmet, azadî û dadmendîyê ava dibe, bi cih nayine, berdewam nake.”

Hejmareke mezin ji rêxistinên civaka sivîl ên Sûrîyeyî di nameya xwe de bo şanderê Neteweyên Yekbûyîyê bo Sûrîyeyê; Stefan De Mestura re diyar kiribû ku çi hewldaneke vekişandina pêvajoya veguhestina siyasî ji ser maseya danûstendinan dê neyê bejirandin.

Wêne: Firas Abdullah